Goteya Dehem
Behsa Heşrê
İxtar: Sebebê
ku min di van risaleyan da teşbîh û temsîl di sûretê hikayetan da nivîsiye, hem
teshîl kirin, hem heqaiqê İslamiye çiqas me'qûl, mutenasib, muhkem,
mutesanid in nîşan bidim. Me'nayên hikayetan, heqîqetên di dawiya wan da
ne. Ji qebîlê kinaiyatê, tenê ji wan ra delalet dikin. Nexû (demek) hikayetên
xeyalî nînin, heqîqetên dirustin.
بِسْمِ اللّهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِ
فَانْظُرْ اِلَى آثَارِ رَحْمَتِ اللّهِ كَيْفَ يُحْيِى اْلاَرْضَ بَعْدَ
مَوْتِهَا
اِنَّ ذلِكَ لَمُحْيِى الْمَوْتَى وَهُوَ عَلَى كُلِّ
شَيْءٍ قَدِيرٌ
Birader, ku tu
beyan kirina heşr û axiretê bi lisanê ewam û basit û bi terzeke wazih dixwazî,
nexû li vê hikayetoka (kurteçîroka) temsîlî, beranberê nefsa min binihêre,
guhdarî bike:
Zemanekî du
meriv, diçine memleketekî bedew mîna Cennetê (ji vê dunyayê ra işarete).
Dinihêrrin ku, herkes deriyên mal, xanî, dukanan vekirî dihêlin, ji muhafezeya
wan ra diqqet nakin. Mal û pare, li meydanê bê sahib /bêxweyî dimîne. Ji
wan merivan yekî, destê xwe dirêj dike her tiştê ku dixwaze, yan didize, yan ẍesb
dike. Ji hewesa xwe ra tebe'iyet dike, her new'ê zulmê, sefahetê irtikab dike. Ahalî/ehalî
jî pirr têkilî wî nabin. Hevalê wî yê dîger/din jê ra got ku:
"Tu çi
dikî? Tu yê ceza bikişînî, min jî bixî belayê. Ev malan, malê mîrî ye. Ev
ehalî bi zarr û zêçên xwe va bûne esker yan jî bûne me'mûr, di van iş/kar/an da
wekî sîvîl tên istixdam kirin. Lewma pirr têkilî te nabin. Feqet intizam
şedîd e. Li her derê telefona padişah heye û me'mûrên wî peyda dibin. Zû
herre, dexalet bike!" got. Feqet wî sersemî 'inad kir, got:
"Na, malê
mîrî nîne. Belkî malê weqfê ye/beytûne, bêsahibe. Herkes mîna ku dixwaze
dikare teserruf bike. Qe tu sebebekî ku istifadeya ji van tiştên bedew men'
bike ez nabînim. Ku ez bi çavê xwe nebînim, ez ê bawer nekim." got. Hem
pirr sefsetiyatê fêlesofane got. Di navbera herduwan da munazereyeke ciddî
destpê kir. Ewwela wî sersemî got: "Padişah kî ye? Ez nas
nakim..."
Paşê, hevalê
wî, jê ra cewaben: "Gundek bê muxtar nabe. Derzîyek bê hosta nabe, nikare
bê sahib be. Herfek nikare bê katib be, tu dizanî. Çawan dibe ku, ev
memleketê muntezem bi dereceya nihayet, bê hakim bibe? Û evqas pirr serwet ku, mîna
ku di her saetê da şimediferek(Haşiye)
ji ẍaibê were, bi malên qîmetdar, musenne' tijî tê. Li vira dirije, diçe. Çawan
bê sahib dibe? Û i'lanname û beyanname yên ku li her derê tên xuyanê,
û turre, sikke û tamẍe yên ku li ser her malî tên xuyanê û bayraq/alên ku
li her koşeyî li ba dibin, çawan bê malik dibin? Tu, tê fehmkirin ku, te
parçeyek frengî xwendiye. Tu nikarî van nivîsên Îslamê bixwînî. Hem jî, ji yên
zane napirsî. Hawa were ez ê fermana herî mezin ji te ra bixwînim."
Ewê sersem
zivirrî/fitilî got: "Haydê, padişah heye. Feqet istifadeya min a
cuz'î çi zererê dikare bide wî? Ji xezîneya wî çi nuqsan dike? Hem li vira
hepis mepis tune, ceza nahê xuyanê."
Hevalê wî jêra
cewaben got: "Yahû, ev memleketê ku tê xuyanê, meydaneke manevreyê ye.
Hem meşhera senayi'ê ẍerîbeyê sultaniye ye. Hem misafirxane/mêvanxaneyên
wî yên muweqqet, bêtemel in. Ne tu nabînî ku herro (her roj)
qafileyek tê, yek diçe, ẍaib (winda) dibe. Daima tijî dibe, vala dibe. Piştî
zemanekî (zemanekî şûnda) ev memleketa dê were tebdîl kirin. Ev ehalî dê were
neql kirinê memleketekî din ê daimî. Li wira herkes, dê muqabilê xizmeta
xwe yan ceza, yan mukafatê bibîne. " got.
Dîsa wî sersemê
xain, temerrud kir: "Bawer nakim. Ne qet mumkine ku, ev memleketa were
xerab kirin, koç/bar bike memleketekî din." got. Li ser vî hevalê
wî yê emîn got:
"Madem tu
ev derece 'inad û temerrud dikî, were, di nav delailê ku hedd û hesabê wan tune
da, bi donzdeh sûretan va ez ê nişanî te bidim ku, mehkemeyeke kubra heye,
dar/dereke mukafat û ihsan û dar/dereke mucazat û zindan heye û ev memleketa
mîna ku herroj dereceyekî vala dibe, rojek tê ku, butûn butûn (bi tevahî) vala
bibe û were xerab kirin."
Sûreta Yekem: Ne
qet mumkine ku, seltenetek, baxusûs selteneteke wiha muhteşem, ji mutî'ên ku
husnê xizmet dikin ra mukafata wê û ji yên ku 'isyan dikin ra mucazata wê
peyda nebe? Li vira di hukmê tunebûnê da ye. Nexû (demek) li cêyekî din,
mehkemeyeke kubra heye.
Sûreta Duwem: Li
van çûyînan, icraatan binihêrre! Çawan ji yê herî feqîr, herî ze'îf bigrê, ta
ji herkesî ra mukemmel, mukellef erzaq tê dayîn. Li nexweşên bêkes pirr rind tê
mêzekirin. Hem te'am û qabên ẍayet qîmetdar û şahane, nişanên muresse',
elbise/libasên muzeyyen, ziyafetên muhteşem hene. Binihêrre, ji xêncî sersemên
mîna te herkes wezîfa xwe ra ẍayet diqqet dike. Tu kes bi zerrekî ji heddê xwe
tecawuz nake. Şexsê herî mezin, bi ita'eteke herî mezin, di binê xewf û
heybeteke mutewazi'ane da xizmet dike. Nexû (demek) ev sahibê seltenetê,
keremeke wî ya gellek mezin, merhemeteke wî ya gellek fireh heye. Hem 'izzeteke
wî ya gellek mezin, heysiyet û namûseke wî ya gellek bicelal heye. Halbûku
(halvakî ?) kerem jî in'am kirinê dixwaze. Merhemet jî bê ihsan nikare bibe.
'izzet jî ẍêretê dixwaze. Heysiyet û namûs jî te'dîb kirina bêedeban dixwaze. Halbûku
(?) li vî memleketî layiqî wê merhemetê, wê namûsê ji hezarî yek nahê kirin. Zalim
di 'izzeta xwe da, mezlûm di zilleta xwe da dimîne, ji vira koç/bar dikin
diçin. Nexû (demek) ji mehkemeyeke kubra ra tê hîştin.
Sûreta Sêyem: Binihêrre
bi hikmet û intizameke çiqas 'alî va îş (kar) dizivirrin. Hem bi 'edalet û
mîzaneke çiqas heqîqî va mu'amele tên dîtin. Halbûku (?) hikmeta hukûmetê jî,
teltîf kirina multecîyên ku iltica kirine cenahê himaye yê seltenetê,
dixwaze. Edalet jî muhafeze kirina huqûqê re'iyetê dixwaze; ta heysiyeta
hukûmetê, heşmeta seltenetê were muhafeze kirin. Halbûku (?) li van deran,
layiqê wê hikmetê, wê 'edaletê ji hezarî yek nahê icra kirin. Sersemên mîna,
pirrî wî bêyî ku ceza bibînin ji vira koç/bar dikin diçin. Nexû (demek) ji
mehkemeyeke kubra ra tê hîştin.
Sûreta Çarem: Binihêrre,
mucewheratê bêmisl ku di van rabergeh/pêşangehên ku nahên hedd û hesaban da ne,
met'ûmatê bêemsal ku di van sufreyan da ne, nîşan didin ku, sexaweteke bêhedd û
xezîneyên tijî yên bêhesab ên padişahê van deran hene. Halbûku (?)
sexaweteke wiha û xezîneyên bêbirran(din)/bêqedan, dar/dereke ziyafetê ya daimî
û her tiştê ku tê xwastin tê da peydaye, dixwaze. Hem dixwaze ku, yên ku ji wê
ziyafetê telezzuz dikin, li wira dewam bikin. Ta bi zewal û firaqê elem
nekişînin. Lewra (çunku) mîna ku zewalê elem lezzet e, zewalê lezzet jî
elem e.
Li van
pêşangehan binihêrre! Û li van i'lanan diqqet bike (bala xwe bidê)! Û guh bide
vab dellalan/tellalan ku, sen'etên antîkeyên padişahekî mu'ciznuma teşkîl û
teşhîr dikin. Kemalatê wî nîşan didin. Cemala wî ya me'newî ya bêmisl beyan
dikin. Ji letaifê husna wî ya mexfî behs dikin. Nexû (demek) kemalatê wî û
cemala me'newî ya wî yên gellek muhim û heyretdêr hene. Îja kemala veşarî
bêqusûr, li serên teqdîrkaran, istihsankaran, muşahedekarên maşaallah gotî,
teşhîrê dixwaze. Cemala mexfî, bênezîr jî xuyanbûn û dîtin dixwaze. Yanê cemala
xwe, bi du wechan dîtin: yekê di ayîne/neynikên muxtelif da bizzat muşahede
kirin; ya din/dîger, bi muşahedeya seyrvan(temaşavan)ên muştaq û istihsankarên
muteheyyir, muşahede kirin dixwaze. Hem dîtin, hem xuyanbûn, hem muşahedeya
daimî, hem işhada ebedî dixwaze. Hem cemala daimî, dewama wucûdê seyrvanên
muştaq û istihsankaran dixwaze. Lewra (çunku) cemaleke daimî, nikare bi muştaqê
zail razî be. Zîra seyrvanekî ku bi aweyekî ku venegerre mehkûmê zewalê ye, bi
tesewura zewalê muhebbeta wî dizivirre 'edawetê, heyret û hurmeta wî meyl dike
tehqîrê. Lewra (çunku) insan, ji tiştê ku nizane, nagihîjê ra duşmine. Halbûku,
ji van misafirxaneyan/mêvanxaneyan herkes, zû diçe ẍaib/winda dibe. Şewqeke/ronikahiyeke
wê kemal û wê cemalê, belkî siyeke wan, anekî da dinihêrre bêyî têrbûn diçe.
Nexû (demek)
diçine seyrangeheke daimî...
Sûreta Pêncem: Binihêrre
di nav van işan(karan) da tê xuyanê ku, şefqeteke gellek mezin a wî zatê
bêmisl heye. Lewra (çûnku) direvîne imdada her musîbetzedeyî. Ji her sual û
metlûbî ra cewab dide. Hetta, binihêrre, haceteke herî edna, ji raiyeteke herî
edna bibîne, bişefqet qeza dike. Şivanek, mîheke wî, lingekî wê biêşê(incinse),
yan merhem yan beytar dişîne.
Were em herrin,
li vê adeyê ictima'eke mezin heye. Hemî eşrafê memleket li wira kombûne. Binihêrre
yawerekî ekremê ku nişaneke gellek mezin hilgirtiye, nutqekî dixûne/dixwîne. Ji
wî padişahê xwe yê bişefqet hine tiştan dixwaze. Hemî ehalî, "Erê,
erê, em jî dixwazin." dibêjin. Wî tesdîq û te'yîd dikin. Niha guhdarî
bike, xoşewîstê vî padişahî dibêje ku:
"Ey
sultanê me yê ku me bi ni'metê xwe perwerde dike. Numûne û siyên ku te nişanî
me dane, esl û menbe'ên wan nişan de. Û me celb bike meqerrê selteneta xwe. Me
li van çolan nede mehiw kirin. Me hilde huzûra xwe. Bi me merhemet bike. Ni'metên
Te yên lezîz ku li vira Te bi me da tehmkirin li wira bide xwarin. Me bi zewal
û teb'îdê te'zîb neke. Vê raiyeta Te ya mutî' a ji Te ra muştaq û muteşekkir,
bêserûber(başıboş) nehêle, i'dam neke." dibêje û gellek pirr lava dike. Tu
jî dibihîzî. Gello(Ëceba) padişahekî evqas bişefqet û biqudret, qe mumkine ku,
merameke herî edna ya meruvekî herî edna biehemmiyet bîne cîh, meqsûdeke herî
xweşik a yawerekî ekremê wî yê herî xoşewîst(sevgili) nehîne cîh? Halbûku
(?) meqsûda wî xoşewîstî, meqsûda 'umûmê jî ye. Hem merzîya padişah, hem
muqtezaya merhemet û 'edaleta wî ye. Hem bi wî rahete, giran nîne. Qasê van
nuzhetgehên muweqqetên di misafirxaneyan/mêvanxaneyan da, giran nahê. Madem
boyê nişandana numûneyan, pênc‑şeş rojan li seyrangehan evqas mesref dike, ev
memleketa ava kiriye. Helbet, xezîneyên xwe yên heqîqî, kemalatê xwe, hunerên
xwe li meqerrê selteneta xwe wê bi terzeke wisa nişan bide, seyrangehên wisa
veke ku, eqlan di heyretê da bihêle.
Nexû (demek),
herçî li vê meydana imtihanê diqewimin, bêserûber nînin. Seray(qesr)ên seadetê
û zindanan li benda wan in.
Sûreta Şeşem:
Hawa were, binihêrre! Ev şimendiferan, teyyareyan, techizatan, depoyan,
rabergehan/pêşangehan, icraatan yên muhteşem, nişan didin ku, li pişt perdeyê
selteneteke gellek muhteşem heyeHaşiye, hukm
dike. Selteneteke wiha, re'iyeteke layiqê xwe dixwaze. Halbûku(?) tu dibînî,
hemî re'iyet di vê misafirxane(mêvanxane)yê da kombûne/civiyane. Misafirxane/Mêvanxane
jî, her roj tijî dibe, vala dibe. Hem hemî re'iyet boyê manevreyê li vê mêdana
herbê peyda ne. Mêdan jî, her saet tê tebdîl kirin. Hem hemî re'iyet ji boyê ku
numûneyên ihsanatê qîmetdarê padişah û antîkeyên sen'etên wî yên xariqe di
rabergeh/ pêşangehan da temaşa bikin, li vê teşhîrgehê çendek deqîqe
radiwestin(disekinin) seyrdikin. Meşher jî, her deqîqe tehewul dike. Yê diçe
nahê, yê tê diçe. Hawa ev hal, ev wez'iyet qet'î nişan dide ku, li pişt vê
misafirxane(mêvanxane)yê û vê mêdanê û van meşheran; seray(qesr)ên daimî,
meskenên mustemir, xezîne û baẍên bi eslên xalis û bilind yên van numûneyan û
sûretan tijî ne hene. Nexû(demek), li vira hewl dan (cehd kirin) ji bona
wan e. Li vira dide xebatê, li wira ucretê dide. Goreyê isti'dada herkesî,
li wira seadeteke wî heye...
Sûreta Heftem:
Were, em parçeyekî bigerrin. Di nav vî ehaliyê medenî da çi heye, çi tune em
bibînin. Hawa binihêrre! Li her derê, her koşeyî(her quncî), fotografên
mute'eddid hatine sazkirin, sûret hildidin. Binihêrre, li her derê katibên
mute'eddid rûniştine, hine tiştan dinivîsin, her tiştî qeyd dikin. Xizmeteke
herî bêehemmiyet, wuqûateke herî adî zebt dikin. Ha, li vî çiyayê bilend,
fotografeke mezin mexsûsê padişah hatiye sazkirin ku;Haşiye-2
li hemî van deran çi ceryan dike, sûretê wê hildidin. Nexû(demek) wî zatî emr
kiriye ku, hemî mu'amele û kar(iş)ên ku di mulkê wî da ceryan dikin, bên/werin
zebtkirin. Tê wê gotinê ku, ew zatê mu'ezzem hemî hadisatê dide qeyd kirin,
sûretê wan hildide. Hawa, ev hifz û muhafezeya bidiqqet(bibal), helbet ji boyê
muhasebeyekî ye. Niha, Hakimekî Hefîz ku mu'ameleyên herî adî yên
re'iyeteke herî adî ihmal nake, na qe mumkine ku, ji herî mezinên re'iyetê
'emelên herî mezin muhafeze neke, muhasebe neke, mukafat û mucazatê nede.
Halbûkî(?), mu'ameleyên ku bi 'izzet û ẍêreta wî zatî dijene(dokun) û şe'nê
merhemeta wî qe qebûl nake, ji wan mezinan sudûr dikin. Li vira bi cezayê nade
qelibandin. Nexû (demek) ji mehekmeyeke kubra ra tê hiştin.
Sûreta Heştem:
Were, van fermanên ku ji wî hatine ezê ji te ra bixûnim/bixwînim. Binihêrre,
mukerrer we'd dike û bişiddet tehdid dike ku: "Ez ê we ji wir bigrim
û bînime meqerrê selteneta xwe û mutî'an mes'ûd, asî(asê)yan mehbûs bikim. Wî
ciyê muweqqet xerab bikim, memleketekî dîger(din)ê ku seray(qesr) û zindan ên
muebbed hawî ye sazbikim." Hem ew tiştên ku we'd dike jê ra ẍayet
rahete, re'iyeta wî ra ẍayet muhimme. Di we'da wî da xulf jî, ji 'izzeta
iqtidara wî ra ẍayet zidde.
Hawa binihêrre,
hey sersem! Tu wehma xwe ya virrek(derewker), 'eqlê xwe yê
hezeyanker, nefsa xwe ya xapînok tesdîq dikî. Û zatekî ku bi qe tu wechekî bi
xulf û xilafê mecbûriyeta wî tune, û bi tu cihetê xilaf li heysiyeta wî nahê
(bi heysiyeta wî nakeve), û hemî karên xuyan ji sidqa wî ra şehadet dikin;
tekzîb dikî. Helbet tu bi cezayekî mezin musteheq dibî. Misala te dişibihe vê
ku: rêwîyek ji ziyaya taverojê çehvê xwe digrê, li xeyala xwe dinihêrre; wehma
wî, mîna stêrkebuhokê (yıldız böceği), bi îşiq/şewq/ronahiya fenera/çiraya qafê
dixwaze riya xwe ya bidehşet tenwîr bike. Madem we'd kiriye, dê bike.
Halbûku(?) îfaya wê jê ra pir rahete, û ji me ra û ji her tiştî ra û ji wî ra û
ji selteneta wî ra gellek pirr lazime. Nexû(demek) mehkemeyeke kubra, se'adeteke
'uzma heye.
Sûreta Nehem: Niha
were, hine ruesayên van daireyan û van cemaetan ku;Haiye-3
her yek, telefoneke wî ya xusûsî ku bizzat bi padişah ra hevbibînin(danûstandin
bikin) heye. Hem hinek, derketine huzûra wî. Çi dibêjin, binihêrre! Evan bi
ittifaq ixbar dikin ku, ew zat, boyê mukafat û mucazatê, ciyekî gellek muhteşem
û bidehşet ihzar kiriye, ẍayet qewî we'd dike û bişiddet tehdîd dike. Hem
'izzet û celaleta wî, bi tu wechî va tenezzul nake xulfu'l-we'dê, tezellulê
qebûl nake. Halbûku(?) ewan muxbiran, hem bi dereceya tewaturê pirr, hem jî bi ittifaqeke
biquweta icma'ê xeber didin ku: medar û meqerra vê selteneta 'ezîme ya ku
hinek asarê wê tên xuyanê, li memleketekî dinê ji vir dûr e û li vê mêdana
imtihanê binayan muweqqetin; paşê wê tebdîl bibin seray(qesr)ên daimî, ev deran
wê biguherrin. Çunkî(Lewra) ev selteneta muhteşem, bê zewala ku bi eserên wê va
'ezemeta wê tê fehmkirin(fehimandin), li ser umûrên wiha borîner(geçici),
bêdewam, bêqerar, bêehemmiyet, muteẍeyyir, bêbeqa, naqis, bêtekemmul nahê
sazkirin, nahê rawestin. Nexû(demek) li ser umûrên layiqê wî, daimî, musteqer,
bêzewal, mustemir, mukemmel, muhteşem radiweste. Nexû(demek) diyarekî axer
heye, helbet wê bê çûyîne wî meqerrî.
Sûreta Dehem:
Were, îro newroza sultanî ye.Haşiye-4
Tebeddulatek wê hebe, karên ecêb wê derkevin. Di vê roja xweş a vê beharê
da, vê sehraya kesk a bi van kulîlkên bedew emê herrinê, seyran bikin. Hawa
binihêrre! Ehalî jî tên vî aliyî/terefî. Binihêrre, sihrek heye: wan binayan ji
nişka va xerab bûn, şeklekî din hilgirtin. Binihêrre, mu'cizeyek heye: wan
binayên ku xerab bibûn, ji nişka va li vira hatin çêkirin. Ëdeta, ev çoleke
xalî, bû şehr(bajar)ekî medenî. Binihêrre, mîna perdeyên sînemayê, her saetê
alemeke cuda nîşan dide, şeklekî cuda hildigrê. Li vê diqqet bike (bala xwe
bide vê) ku, di nav ewqas perdeyên tevlihev, bi sur'et, bi kesret,
heqîqî da intizameke çiqas mukemmel heye ku, her tişt cêbicê tê dahanîn.
Perdeyên sînemayê yên xeyalî jî nikarin qasê vê muntezem bin. Bi
milyonan sihrbazên mahir jî, nikarin van sen'etan çêkin. Nexû(demek), ew
padişahê ku bi me nahê xuyanê, mu'cizeyên wî yên pirr mezin hene.
Hey sersem! Tu
dibêjî: "Çawan ev memleketê terrikî wê bê texrîb kirin, li ciyekî din were
avakirin(sazkirin!)?"
Hawa tu dibînî
ku, her saet mîna wê tebdîla diyar ku eqlê te qebûl nake pirr inqilaban û
tebdîlan dibin. Ji vê berhevbûn, belawbûn û ji van halan tê fehimîn(fehmkirin)
ku, di nav van ictima'an, belawbûnan, teşkîlan, texrîban ên bi
sur'et ku xuyan dikin meqsedekî din heye. Boyê ictima'a saetekî qasê deh
salan mesref tên kirin. Nexû(demek) ev wez'iyetan meqsûdê bizzat nînin;
temsîlek e, teqlîdek in. Ew zat bi mu'cize çêdike. Ta sûretên wan
werin hilgirtin, terkîb kirin û netîceyên wan werin hifz kirin, nivîsandin. –
Çawan ku her tiştê meydana imtihana manevreyê dihat qeyd kirin û nivîsandin. –
Nexû(demek) li mecme'eke ekber mu'amele, wê li ser van dewam bike, bizivirre. Hem
li meşhereke e'zem daimî wê werin nîşandan. Nexû(demek) ev wez'iyetên
borîner(geçici), bêqerar; sûretên sabit, mêweyên baqî didin.
Nexû(demek) ev
ihtifalat boyê se'adeteke 'uzma, mehkemeyeke kubra, ẍayeyên 'ulwî ku em
nizanin e.
Sûreta
Yanzdehem: Were, hey hevalê mu'ennid! Em li teyyareyekî, li şimendiferekî
siwar bin ku diçe yan şerqê yan jî ẍerbê, yanê mazî û musteqbelê. Ev zatê
mu'cizekar li derên din(sair) mu'cizeyên çi curre nîşan dane em bibînin.
Hawa binihêrre, ecaibên mîna menzil û meydan û meşher ku em dibînin, li her
alîyî(terefî) peyda dibin. Lakin sen'etkî, sûretkî ji hev[du] cuda ne.
Feqet, bi vî baş diqqet bike (baş bala xwe bide vî) ku, li wan menzilên
bêsebat, li wan meydanên bêdewam, li wan meşherên bêbeqa; intizamatê hikmeteke
çiqas bahir, işaratê inayeteke çi derece zahir, emaratê 'edaleteke çi mertebe
'alî, semeratê merhemeteke çi derece wasi' tê xuyanê. Her kesê ku bêbesîret
nîne yeqînen difehime(fehm dike) ku, hikmeteke ji hikmeta wî bêtir ekmel û
inayeteke ji inayeta wî bêtir ecmel û merhemeteke ji merhemeta wî bêtir eşmel û
edaleteke ji edaleta wî bêtir ecell nikare bibe û nikare were tesewwur kirin
(nabe û nahê tesewwur kirin).
Eger fereza
mîna ku tu tewehhum dikî di daireya memleketê wî da menzilên daimî, mekanên
'alî, meqamên sabit, meskenên baqî, ehaliyê muqîm, re'iyeta wî ya mes'ûd tune
be (peyda nebe); bi heqîqetên ev hikmet, inayet, merhemet, edaletê ev
memleketê bêbeqa me'lûme ku mezher nabe û ku li ciyekî/dereke din jî bi wan
mezher bibe nehê dîtin (nehê peydabûn), ew weqt (wê wextê) bi ehmeqtiyeke bi
dereceya ku di nav rojaniyê(gündüz) da îşiq/ruhniya taverojê em bibînin û di wî
halî da em rojê inkar bikin; ev hikmeta li pêş çehvên me inkar kirin û ev
inayeta ku em muşahede dikin inkar kirin û ev merhemeta ku em dibînin inkar
kirin û ev edaleta ku emarat, işaratê wê gellek biquwet tên xuyanê inkar kirin
lazim tê. Hem sahibê van icraatên hekîmane û ef'alê kerîmane û ihsanatê
rehîmane ku em dibînin - haşa sume haşa! - lîstikvanekî sefîh, zalimekî ẍeddar [bûna
wî] qebûl kirin lazim tê. Îja ev, inqilab[kirin]a heqîtetan bi ziddên
wan e. Halbûku (?), inqilaba heqaiq, bi ittifaqê hemî ehlê 'eql
muhal e, mumkin nîne. Tenê, eblehên sofestaî ku wucûda her tiştî inkar
dikina xaric in.
Nexû(demek), diyarekî
ji bilî vî diyarî heye. Li wî mehkemeyeke kubra, me'deleyeke 'ulya, mekremeyeke
'uzma heye ku, ta ev merhemet û hikmet û inayet û edalet temamen tezahur bikin.
Sûreta
Donzdehem: Were, em ê niha vegerrin. Em ê bi reîsan û zabitan yên vê
cema'etê ra hevbibînin û em ê li techîzatên wan binihêrrin ku, ew techîzat
gelo tenê bona debar kirina li wê meydanê di nav muddeteke kurt da hatiye
dayîn? Yaxûd bona tehsîl kirina heyateke se'adetê ya dirêj li dereke cuda/din
hatiye dayîn? Em bibînin. Em nikarin li herkesî û li her techîzatê binihêrrin.
Feqet bo numûne em ê li cuzdan û deftera vî zabitî binihêrrin: Di vî
cuzdanî da rutbe ya zabit, me'aşê wî, wezîfeya wî, metlûbatê wî, dustura herekatê
wî hene. Binihêrre, ev rutbeya boyê çend rojaneyan na, boyê zemanekî gellek
dirêj dikare were dayîn. "Vî me'aşî ji xezîneya xasse di filan tarîxê da
tu ê bistînî." nivîsandiye. Halbûku(?) ew tarîx, pirr zeman paşê û ku
ev meydan tê girtin paşê tê. Ev wezîfeya jî goreyê vê meydana muweqqet nîne,
belku(?) bona qezenckirina se'adeteke daimî ya di qurba padişah da hatiye
dayîn. Ev metlûbat jî bona debar kirina li vê misafirxane(mêvanxane)ya çendek
rojane nabe(nikare bibe). Belku(?) boyê heyateke dirêj û mes'ûdane dibe(dikare
bibe). Ev dustûr jî serhev(butûn butûn) dide aşkeretiyê(açığa verir) ku, sahibê
cuzdan namzedî dereke din/cuda ye, 'alemeke cuda/din ra dixebite.
Binihêrre di van defteran da, sûreta isti'malê ya techîzatê aletan û mes'ûliyetan
hene. Halbûku(?) eger ji bilî(başka) vê meydanê tenê dereke alî, daimî peyda
nebe(tunebe), ev deftera muhkem, ew cuzdanî qet'î serhev(butûn butûn) bême'na
dibin. Hem ev zabitê muhterem û komandanê mukerrem û reîsê mu'ezzez, dikeve
derekeyeke ji hemî ehalî berjêr, ji herkesî bêtir bedbext, bêtir bêçare, bêtir
zelîl, bêtir bimusîbet, bêtir feqîr, bêtir ze'îf. Hawa bi vê qiyas bike. Li
kîjan tiştî diqqet bikî (bala xwe bidî kîjan tiştî) şehadet dike ku: piştî vî
faniyî baqiyek heye.
Hey hevalo! Nexû(demek)
ev memleketê muweqqet di hukmê zeviyekî da ye. Te'lîmgeheke, bazareke. Helbet
li piştê mehkemeyeke kubra, se'adeteke 'uzma wê were. Eger tu vê inkar bikî;
mecbûr dibî hemî cuzdan, defter, techîzat û dustûr yên nik zabitan, belku(?)
hemî intizamata li vî memleketî, hetta hukûmetê inkar bikî û wucûdê hemî
icraatê ku waqi' bûne tekzîb kirin lazim tê. Ew weqt(wê wextê) ji te ra, insan
û zîşu'ûr nahê gotin. Ji sofestaiyan bêtir bê‑'eql dibî.
Nebê tu zenn
bikî delîlên tebdîla memleket bi van "Donzdeh Sûretan" munhesir e.
Belku(?) emareyên, delîlîen ku nahên hedd û hesabê hene ku, ev memleketê
bêqerar, muteẍeyyir wê bê tehwîl kirinê bi memleketekî bêzewal, musteqerr. Hem
işaretên, 'elametên ku nahên hedd û hesabê hene ku, ev ehalî wê ji van
misafir(mêvan)xaneyên muweqqet werin hildan, werin şandine meqerrê
daimî yê seltenetê.
Baxusûs, were
ez ê burhanekî dîsa, ji quweta "Donzdeh Sûretan" bêtir biquwet,
nişânî te bidim.
Hawa, were
binihêrre! Di nav vê cema'eta 'ezîmeya li dûr ku tê xuyanê, yawerê ekrem yê
sahibê nişana mezin ku me ewel li adeyê dîtibû li tebliẍatekî [peyda] ye. Em
herin guhdarî bikin. Binihêrre ew yawerê ekrêm ê ronak(parlak), binihêrre
wê fermana e'zema ku li bilind te'lîq kirine, bi ehalî dide zanîn û dibêje ku:
"Xwe
hazır/amade bikin; hûn ê herrine memeleketekî cuda, daimî. Memleketekî
wisan ku, ev memleket bi wî nisbeten di hukmê zindanê da ye. Hûn ê
herrine meqerrê selteneta Padişahê me, mezherê merhemeta wî, ihsanên wî bin
-eger hûn rindane vê fermanê guhdarî bikin, itaet bikin-. Gerna hûn 'isyan
bikin û guhdarî nekin, hûn ê werine avêtinê zindanên mudhiş." mîna vê
li tebliẍatê [peyda] ye. Tu jî dibînî ku, di wê fermana e'zem da turreyeke
wisan i'cazkar heye ku, bi qe tu wechê qabilê teqlîd nîne. Ji bilî/xêncî
sersemên wekî te herkes, qet'î dizane ew ferman, fermana padişah e. Û di
wî yawerê ekremê ronak(parlak) da nişanên wisan hene ku, ji bilî/xêncî
korên wekî te herkes, yeqînen difehime ku wî zatî tercumanê gellek dirust ê
ewamirê padişah e.
'Eceba ev
mes'eleya tebdîla memleket ku ew yawerê ekrem beranberê wê fermana e'zem bi
hemî quweta xwe de'wa dikin û teblîẍ dikin, qe tu qabile ku i'tirazê qebûl
bike? Erê qabil nîne. İlla ku, hemî van tiştê ku me dîtin tu inkar bikî...
Niha hey
hevalo, gote ya te ye, bêje. Çi dibêjî, bibêje!
"Ez ê
çi bibêjim, ne êdî/hêna hemberê vî tiştek tê gotinê(dikar bê gotinê)? Ne di
nava rojaniyê(gunduz) da hemberê taverojê gote tê gotinê? Tenê dibêjim ku:
Elhemdu lillah, sed hezar def'e/şukr be ku, ez ji tehekkuma wehm û hewayê,
ji esareta nef û hewesê filitîm û ji heps û zindana daimî xelas bûm. Û min
bawer kir ku, ji van misafir(mêvan)xaneyên tevlihev(karmakarışık), bêqerar cuda
û di qurba şahane da diyarekî se'adet heye, em jî jê ra namzed in."
Hawa, ev
hikayeya temsîliye ku ji heşr û axiretê kinaye û 'ibaret bû li vira temam bû.
Niha bi tewfîqa ilahiye em ê derbas bine heqîqeta 'ulya. Muqabilê
"Donzdeh Sûret"ên borî/derbasbûyî, em ê "Donzdeh Heqîqetên
Mutesanid" û "Muqeddeme"yekî beyan bikin.
(Haşiye) Ji salê ra
işarete. Erê, behar wagoneke mehzenê erzaq e. Ji ẍaibê tê...
Haşiye Mesela, çawan di vî zemanî da li mêdana manevreyê di usûla herbê da, mîna
ku bi emrê "silah(çek)ê hilde, sungîyê pê da bike" ordî/artêşeke
terrikî seranser dişibihe mêşegeheke biqît (dirî/kelen); di her rojeke cejnê da
hemberê emrê "formeyên xwe lêbikin, nişanên xwe daleqînin" ji boyê
resmê-derbas (resm-i geçid?), ku ordîgeh/artêşgeh seranser baẍçeyekî muzeyyenê
rengareng kulîlk vedike temsîl dike misillû (??), wisan jî, li mêdana rûyê
zemîn ji enwa'ê cunûdê bênihayet yên Sultanê Ezelî mîna melek û cinn û ins û
heywan, taifeyea bêşuûra nebatatê jî, di cihada hifza heyatê da bi emrê كُنْ فَيَكُونُ va; weqtê ku emrê ilahîyê "ji boyê mudafe'eyê silahên xwe
û cihazatê xwe lêbikin" hildidin, zemîn seranpê (ji serî ta binî) hemî
darên bikelen û nebatên tê da gava ku sungîyokê xwe dialiqînin, eynen
dişibihine ordîgeh/artêşgeheke ku sungîyê xwe aliqandine...
Hem ji ber ku her rojek, her hefteyeke beharê di hukmê yek cejna yek
taifeya nebatat da ye; her taifeyeke wê jî, boyê teşhîr kirina hediyeyên bedew
ên ku sultanê xwe ihsan kiriye wê taifeyê, ji ber ku nişanên muresse' ên ku lê
aliqandiye di terzê yek resmê derbas( resm-i geçit?) da, li nezera şuhûd û
işhada wî Sultanê Ezelî 'erz dike û ji ber ku wez'iyeteke wisan dide xuyanê;
hemî nebatat û eşcar goya emrê Rebbaniyeyê "muresseatê sen'etê Rebbaniye û
nişanên fitreta ilahiye ku kulîlk û fêkî tên gotin aliqînin, kulîlkan
vebikin" guhdarî dikin ku, rûyê zemîn jî ordîgeh/artêşgeheke ku rojeke
cejnê ya ẍayet muhteşem, di resmê derbas(?)a şahane da, formeyên wê yên bikil û
nişanên muresse' ên ku dibiriqin temsîl dike. Hawa techîzat û tezyînatê ev
derece bi hikmet û intizam helbet nişan dide yên ku kor nînin ku ev bi emrê
sultanekî bênihayet qedîr, hakimekî li dereceya nihayet hekîm e.
Haşiye-2 Qismekî me'nayên ku ev "sûret"
işaret dike, di "Heqîqeta Heftem" da hatiye beyan kirin. Tenê, li vê
derê işareta "fotografek mezin mexsûsê padişah" û heqîqeta wê
"Lewhê Mehfûz" gotiye. Teheqquqa wucûdê Lewhê Mehfûz di "Goteya
Bîst û Şeşem" da wiha hatiye isbat kirin ku:
Çawan cuzdanên piçûk
piçûk, wucûda kutuk(?)eke mezin ihsas dike; û senedên piçûk piçûk ,peydabûna
deftereke kebîr iş'ar dike; û tereşşuhatên piçûk bikesret, menbe'eke mezina avê
işmam dike. Eynen wisa jî, quweyê hafize yên benî beşer, mêweyên baẍan,
dendik û toxum(tov)ên mêweyan; ku di hukmê cuzdanên piçûk piçûk da ne, hem
di me'naya yek lewhê mehfûzên piçûk da ne, hem di sûreta nuqteyên piçûk
piçûk ku ji qelema ku lewhê mehfûz a mezin nivîsiye tereşşuh kirine
da ne; helbet hafizeyeke kubrayê, deftereke ekberî, Lewhê Mehfûzeke E'zem
ihsas dike, iş'ar dike û isbat dike. Belkî(?), bi 'eqlên tûj nişan dide.
Haiye-3 Me'nayên
ku ev "sûret" isbat dikin, di "Heqîqeta Heştem" da, wê bên
xuyanê. Mesel:, reîsên daireyan, di vê temsîlê da, ji enbiya û ewliya ra
işarete. Û telefon jî, nisbeteke rebbaniye ya ku me'kesê wehy û mezherê
ilham ji qelbê dirêj dibe ku, qelb serê wê telefonêye û di hukmê guhê wê
da ye.
Haşiye-4 Tu ê
remza vê "sûretê" di "Heqîqeta Nehem" da bibînî. Mesela
roja newrozê, ji mewsim/demsala beharê ra işaret e. Sehraya kesk a bi
kulîlk jî, rûyê zemîn ê di mewsima beharê da ye. Îja perdeyên,
menzereyên ku diguherrin jî, işarete bo met'ûmatê ku dibin medarê tebeqatê
mewcûdatê behariye û taifeyên mesnûatê seyfiye û erzaqê heywaniye û insaniye ku
ji ibtidaya fesla beharê ta intihaya havînê, Sani'ê Qedîrê Zu'lcelal, Fatirê
Hekîmê Zu'lcemal bi kemala intizamê diguherre û bi kemala rehmetê dide
tazekirin û li pişt hev dişîne.