02/01/2011

Goteya Sêyem

Goteya Sêyem
بِسْمِ اللّهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِ
يَا اَيُّهَا النَّاسُ اعْبُدُوا
Ku tu dixwazî bifehimî ku ibadet, ticaret û seadeteke çiqas mezine; fisq û sefahet, xesaret û helaketeke çiqas mezine; vê hikayetoka temsîlî binihêrre, guhdarî bike:
Weqtekî du esker, emr hildidin boyê herrine bajarekî dûr. Beranber/tev diçin, ta rê dibe didu. Merivek li wir heye, ji wan ra dibêje: "Ev rêya li rastê, beranberê ku hêç/qet zerara wê tune, ji rêwîyên ku lê diçin ji dehan neh kar û rahet a mezin dibînin. Rêya li çepê jî, beranberê ku menfaeta wê tune, ji deh rêwîyên wê nehê wan zerar dibînin. Hem herdu rê di kurtahî û dirêjtî yê da yekin. Tenê ferqek heye ku, rêya çepê ya ku bê intizam û bê hukûmete rêwîyê wê bê çente, bê sileh diçe. Xiffeteke zahirî, rahetîyeke derewîn dibîne. Rêwîyê rêya rastê jî ku di bin intizama eskerî da ye, mecbûre ku çenteyekî çar oqqeyan bi xulaseyên muẍeddî tijîye û sileheke mîrî ya mukemmel a du qiyyeyan ku her ëduwwî bibin dike û meẍlûb dike lixwebarbike."
Piştî ku ew herdu esker goteya wî merivê muërrif guhdarî dikin, ev neferê bextyar diçe rastê. Batmanek/lîtirek giranîyê li sermil û pişta xwe bardike. Feqet qelb û rûhê wî, ji hezaran batman/lîtir minnet û tirsan difilite. Neferê din ê bedbext jî eskerîyê dihêle/berdide, naxwaze tabi'ê nizamê bibe, diçe çepê. Cismê wî ji batmanek giranîyê difilite; feqet qelbê wî di bin hezaran batman minnetan û rûhê wî di bin tirsên bêhedd da pandibe/dipelixe. Hem ji herkesî parsdike, hem di sûreteke ku ji her tiştî, her hedîseyê ditirtile/diricife diçe. Ta digihîje mehellê meqsûd, li wir cezayê asî/asê û firarî(qaçax)bûnê dibîne. Neferê ku nizama eskerîyê hezdike, çente û sileha xwe muhefeze dike û diçe rastê jî, ji kesî minnet hilnade, ji kesî xewf nake, bi raheta qelb û wicdan diçe. Ta digihîje wî bajaê metlûb; li wir, munasibê eskerekî binamûsê ku wezîfeya xwe bedewane dike mukafatekî dibîne.
Hawa hey nefsa serkeş! Bizane ku, ew du rêwîyan, insanên ku yekî mutî'ê qanûna ilahî, yekî jî asî û tabi'ê hewayê ne. Ew rêya jî rêya heyatê ye ku, ji alema erwah tê, ji qebrê derbas dibe, diçe axiretê. Ew çente û sileh jî, ibadet û teqwa ye. Çendan giranîyeke zahirî ya ibadetê heye. Feqet di me'neya wê da rahetî û siviktî/xefîftîyeke wisa heye ku, nahê te'rîf kirin. Lewra abid di nimêja xwe da dibêje: اَشْهَدُ اَنْ لَا اِلٰهَ اِلَّا اللّٰهُ . Yanê, "Xaliq û Rezzaq xêncî Wî tune. Zerar û menfaet di destê Wî da ye. Ew hem Hekîme, karê abes nake; hem Rehîme, ihsana Wî, merhemeta Wî pirre." gotî itiqad dike, lewma di her tiştî da deriyekî xezîneya rehmetê dibîne, bi dua lê dixe. Hem her tiştî ji emrê Rebbiyê xwe ra musexxer dibîne. İltica dike Rebbiyê xwe, bi tewekkulê istinad dike, hemberî her musîbetê tehessun dike. Îmana wî emniyeteke tamme didê.
Erê, mîna her hesenatê heqîqî, menbaê cesaretê(wêrektîyê) jî îmane, ubûdiyete. Mîna her seyyiatê, menbaê cebanetê(tirsektîyê) jî zelalete. Erê, abidekî tam munewwer'ul-qelb, kureya erd bibe bombe biteqe, ihtimale ku wî natirsîne. Belku, qudreteke semedaniye ya xariqe wê bi heyreteke bilezzet sêr(temaşa) bike. Feqet fêlesofekî fasiqê bêqelb ku munewweru'l-eqlekî meşhûr tê gotin jî, li esman stêrkeke bipoçik bibîne, li erdê diheje/diricife, "Gello ev stêrka serserî li Erdê me neqelibe?" dibêje, dikeve ewhamê. (Weqtekî ji stêrkeke wiha Amerika ricifî/hejiya, pirrî wan weqtê şevê xaniyên xwe terk kirin.)
Erê, insan li cêyê ku muhtacê tiştên bênihayete, sermayeya wî di hukmê hêçê da ye; hem li cêyê ku merûzê musîbetên bênihayete, iqtidara wî tiştekî di hukmê hêçê da ye... Edeta daireya sermaye û iqtidara wî, destê wî bigihîje kuderê ewqase. Feqet emel[hêvî], arzû û elem û belayên wî jî; daireya wî, çav, xeyalê wî bigihîje kuderê û heta herre firehe. Ji rûhê beşerê ku ev derece aciz û zeîf, feqîr û muhtace ra ibadet, tewekkul, tewhîd, teslîm, karek û seadetek û ni'meteke çiqas ezîm e, yê ku butûn butûn (serhev) kor nebe dibîne, derk dike.
Me'lûme ku, rêya bêzerar bi rêya bizerar – welew ji deh ihtimalan bi ihtimalekî va be – tê tercih kirin. Halbûku, rêya ubûdiyetê ku meseleya me ye, beranberê ku bêzerare, ji dehî bi neh ihtimalan xezîneyeke seadeta ebediye heye. Rêya fisq û sefahetê jî, – hetta bi itirafa fasiq jî – bê menfaete, ji dehî bi neh ihtimalan hebûna helaketa şekaweta ebediye, bi dereceya icma' û tewatur bi şehadeta bêhedd ehlê ihtisas û muşahede, sabite û bi ixbarata ehlê zewq û keşf muheqeqe.
Elhasil, mîna axiretê seadeta dunyayê jî, di ibadetê da û ji Ellah ra eskerbûnê da ye. Nexû em daima divên bibêjin اَلْحَمْدُ ِللّٰهِ عَلَى الطَّاعَةِ وَالتَّوْفِيقِ û muslimanbûna xwe ra şukr bikin.

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire

Li vê derê hûn dikarin şîroveyên xwe binivîsin. Vê gavê tenê kesên ku endamê Gmail'in dikarin şîrove bikin. Bo hemî fikr û ramanên xwe, hûn dikarin bi kurdinur@hotmail.com ra bikevin têkiliyê.