25/01/2011

Tarîxçeya Heyata Bedîuzzeman

Tarîxçe a Heyat a
Bedîuzzeman
 Seîd ê Nûrsê

Tarîxçe-a Heyat a Bedîuzzeman

Ji teref Hemze Efendî ê (Muksê) ku zemanekî dirêj, di refaqet û dersa wî da maye, hatiye nivîsandin.[1]

  [1] Sala rûmî 1334, miladî 1918 an da hatiye nivîsandin.

Xulaseyek ji tercumeya halê Bedîuzzeman Seîd‑ê Kurdî ye.
Bedîuzzeman, di tarîxa 1293'a da li qeriyeya Nûrsê ku tabî nahiyeya İsparit a qezaya Hizanê a wilayeta Bitlîsê ye, tewellud kiriye. Paderê wî zatekî nam Mîrza ye.*


* Bavê wî Sofî Mîrze efendî û dêya wî Nûre xanim e. Neseba wî ji alê bavê va wek Mîrze, `Elî, Xizir, Mîrze Xalid û Mîrze Reşan... dewam dike.
Ji bilî wî 3 bira û 3 xwişkên wî hebûn. Navê zarrên Sofî Mîrze bi rêzê va wihane:
1. Durriyye, 2. Xanım, 3. Ebdullah, 4. Seîd, 5. Mehmed, 6. Ebdulmecîd û 7. Mercan.
Birazeyê wî Ebdurrehman kurrê birayê wî yê mezin mella Ebdullah e.
 
Neh salê heyata tufûliyeta xwe aşiyaneya pader da imrar dike, paşê dest bi tehsîlê dike. Di nezda birayê xwe ê mezin mella Ebdullah da qedera sê salan di dairea usûla ku li Kurdistanê carî ye, wekî emsalê xwe mebadiya nehiw û serf heta Hellu‑l-Meqaid bi dereceyeke mutewessit (yanî bi usûla İstenbolê İzharê) tehsîl dike û piştî wî ji biraderê xwe diqete.
 
Li Kurdistanê telebeyê 'ulûm kinga bixwazin, diçin nezda mamosteyê ku dixwazin, kitaba ku arzû dikin tederrus dikin. Yanî; telebe tabi'ê arzûya xoceyê xwe nîne, bil'eks xoce tabi'ê re'ya telebe ye. Bedîuzzeman jî wek tabi'ê evê usûlê li Sêrtê ezîmet kir.

Li Sêrtê di medreseya Mella Fethullah da du mehan bi tehsîlê meşğûl dibe, paşê Sêrtê terk dike, diçe Muksê nezda Mella Ebdulkerîm Efendî ê ku muderrisê Medreseya Emîri‑l Hesen Welî ye; ji wî zatî qedera du mehan exzê feyz dike paşê ezîmet dike Wastanê. Li Wastanê bi tehsîlê meşğûl nabe û qasê mehekî boê tebdîla hewa iqamet dike û tewcîhê hereket dike Bayezîdê. Hawa destpêka tehsîla wî ya heqîqî ji vê tarîxê i'tibar dibe.

Li Bayezîdê, nezda Şêx Muhemmed Celalî da qasê sê mehan tehsîl kiriye. Feqet, ev tehsîl ğayet ğerîb xuyan dike. Çunkî di zerfa sê mehan da bi usûla Kurdistanê ji Molla Camî, ikmalê nusex kir. Yanê ji her kitabê dersek yan du, herî nihayet qedera deh dersan tederrus û mutebaqiyê vî terk kir. Ev hala xweşa mamosteyê wî hezretê Şêx Muhemmed Celalî neçû û i'tiraz kir jî, lê Bedîuzzeman cewaba xwe da, got "Mamoste! Ez malikê iqtidar nînim ku evqas kitaban, evqas 'ulûm bixûnim û fehm bikim. Tenê, ev kitaban ji çi behs dikin fehm bikim da paşê ezê yên ku teb'a min ra muwafiq in bixebitim." Feqet, meqseda eslî bi usûla medreseyê teceddudek, ğerabetek nişandan û evqas hewaşî û şurûh ra iza'eyê wext nekirin bû. Bi ewî sûretî di sê mehan da kitabên ku bi usûlê bîst salî dihatin tehsîl kirin xwend û ikmalê nusex kir, paşê ji suala mamosteyê xwe ra ku "Çawan û kîjan 'ilm xweşa te çû?" cewaben got "Ez evan 'ilman ji hev nikarim tefrîq bikim. Ya gişkî dizanim û yaxûd hêç yekî nizanim".

Ew zeman, her kitaba ku dida destê xwe fehm dikir û mutemadiyen bi mutale'e wextê xwe derbas dikir. Ew derece noqîbû 'ilmê ku, bi heyata zahiriye ra qet 'elaqedar xuyan nedibû. Ji her suala 'ilmî ku dihat pirsîn, derhal û bila‑tereddud cewab dida. Feqet bizzat ewî bixwe jî ket şubheya vê fehmberiyê,  di heqqê muwafiq bûn û nebûna wê bi heqîqetê û bi fehmberiya sair 'ulema de; qerar da ji 'ulemayê Kurd bi sîmayên mumtaz ra mulaqat û şubheya xwe izale kirinê va teberruken yek-du ders tederrus bike. Ji mamosteyê xwe mezûniyet stand ku Bitlisê ra muteweccihen hereket kir. Feqet di rê da caddeyan te'qîb nedikir. Di çiya û kaşan da bi dûvdirêjbûn û gerrînê sê meh paşê wasil bû Bitlîs'ê. Li sermilê wî postekîyek, di qiyafetê derwêşê seyyah da çû tekyea Şêx Emîn Efendî, du rojan dersa wî da peydabû. Şêx Emîn Efendî, çi teklîf kiribe jî ku kisweyê 'ilmiye bi Bedîuzzeman bide wergirtin, Bedîuzzeman: (Ew wext, ji ber ku wasil nebibû sinnê bulûğ, qiyafetê muderrisekî muhterem babetî xwe nedît. Çunkî li Kurdistanê, kisweyê 'ilmiye mexsûsê muderrisane. Telebe nikare şasik/serpêçê bipêçe.) "Ez zarrokim, çawa bibim xoce?" gotî teklîfa Şêx Emîn Efendî redd kir. Û çû nezda birayê xweyê mezin ku heşt-neh mehan ewel li Şirwanê terk kiribû.

Birayê wî Mella Ebdullah, Bedîuzzeman ra xitaben: "Seîd, Min Şerha Şemsî xwend, ikmal kir. Te çi xwend?"
Bedîuzzeman: "Min heştê kitêb xwend."
Mella Ebdullah: "Nexû çi?"
Bedîuzzeman: "Min ikmalê nusex kir û gellek kitabên ku daxilê rêza we nînin xwend."
Mella Ebdullah: "Nexû ezê te imtihan bikim."
Bedîuzzeman: "Ez amade me. Her çi dipirsî bipirse!"
Mella Ebdullah, Bedîuzzeman imtihan kir, kifayeta ilmiye a wî bitteqdîr, Seîd Efendî ê ku heşt-neh mehan berê telebeyê wî bû ji xwe ra ustad qebûl kir. Yek-du mehan beranberê birayê xwe li Şirwanê iqamet, be'dehu çû Sêrtê. Li wira çar caran, teberruken dersa Mella Fethullah guhdarî kir. Car caran bi Mella Fethullah ra mubahese dikir, muşarunileyhi ew musteğreq kir heyretan. Mella Fethullah, dairê 'ilm û fezla vî telebeyê xweyê ciwan gellek caran medh û sitayişa wî çê bû. 'Ulemayê Sêrtê, li ciyekî ictima kirin, Mella Seîd imtihan kirin û ji cewabên ku wî dan pirr ziyade ibrazê sitayiş û teqdîrat kirin. Hine xoceyên di dereceya duyem da, bi saiqayê reqabet hezm nekirin, di beyna wan da munaze'eyek zuhûr kir. Bi ciheta ku Bedîuzzeman di nezera ahalî da dereceya weliyekî da xweyî mewqi' û hurmet bû, qismekî ahalî alîkirin û muxalifên wî meğlûb kirin, lê dîsa bihna canê wî teng bû û Sêrt terk kir çû Bitlîsê. Wê gavê çardeh-panzdeh salî bû. Bi 'ilm û fezl  û cesaret(wêrekî)ê va di nav ewê deverê da şuhreta wî belawbû. Hetta bi leqebê "Mella Seîd-ê Meşhûr" telqîb bû.
Li Bitlîsê Şêx Emîn Efendî û sair 'ulema ra mu'areze û mucadeleya 'ilmiye kir û cumleya wan icbar kir teslîmiyetê. Boê muhafazaya mewqi'a xwe navbera 'ulema da, mecbûriyetê da ma hifzkirina yek‑du metn dairê her fennî. Bilxasse boê şuqûq û şubehatê waridê dînê İslam red bike el‑Metali' we l-Mewaqif, jê çil metn dairê ulûmê aliye û 'aliye di zerfa du salan da hifz kir.

Ji ber ku li Bitlîsê gellek 'ulema hebû û li Wanê 'alimekî wisa marûf tinebû, çû Wanê. Li wira iqamet û panzdeh salan tedrîs û nav 'eşair da bi irşada seyahetê va imrarê heyat kir. Gava ku li Wanê bû, bi walî û memûrînê saire ra ixtilat kir û ji ber ku terza kewna 'ilmê kelam boê redda şuqûq û şubehata vê 'esrê kafî nebû û tehsîla funûnê cedîde elzem didît fennên tarîx, cêografya, riyaziyat, tabiîyat, mewalid, felsefe di zerfa zemanekî hindik da bidest xist. Bila nehê zennkirin ku ev funûn ji mamosteyekî tehsîl kiriye. Di se'ya mutale'eya xwe da bi heqqê fehm kiriye.
Hetta rojekî bi mu'ellimê cêografya ra, mubaheseyeke êpê wuqûfê mustelzim bi fenna mezkûr ra heye dike. Mubaheseyê te'lîq dike şeveke din û di zerfa bîstçar saetan da kitabeke cêografya ku pirr mufessel nîne hifz kiriye, roja ferdayî li qonaxa Tahir Paşa, mu'ellim efendî ilzam kiriye. Nexû di zerfa bîstçar saetan da, di dereceya "mu'ellimekî Sultanî" da cêografya bidest xistiye. Eynî di neticeya mu'arezeyeke wiha da di zerfa pênc rojan da kîmya a ğeyrê uzwî fehm kiriye û bi mu'ellimê kîmya ra ketiye mu'arezeyê. Evqas ğerabet nîşan da, lewma bi leqeba "Bedîuzzeman" telqîb bû.
Bedîuzzeman Seîd‑ê Kurdî usûla tedrîsa xwe a xas îcad kir û daireya ewê usûlê da tedrîs dikir. Wiha ku: bi sûreta 'ulûmê dîniye bi funûnê 'esriye va mezc, heqaiqê dîniye bi funûnê musbete va te'yîd û teşyîd kirinê tenwîra ezhan a telebe ra serfê himmet kir.
Hemî himmeta xwe 'ilm û irfan, bilxasse heqqê neşra me'arif li Kurdistanê da serf dikir. Hetta boê kuşada sê çar medreseyên di şeklê darulfunûn da; li wilayetên Wan, Bitlîs, Diyarbekirê; hat İstenbolê. Her çiqas xebitî jî, me'etteessuf ji bilî tewqîfxane û timarxaneyê destres nebû neticeyeke din.
Tekrar 'ewdet kir Wanê, bi kuşada medreseyeke millî û dewama tedrîsê va dairê fikra xwe a berê se'y dikir. Ev car bidayeten mîna ku tali' rûyê muwafeqet nîşan bide xuyan bû. Bi nam el‑Medresetu'z‑Zehra şebihê Cami'u‑l Ezher, li Wanê kuşada medreseyekî ra iradeya seniyye zuhûr bû, lê bilî temelê wê tiştekî din çênebû û herba 'umûmî zuhûr kir. Ji berê da, telebeyên di nezda xwe da ji kîsikê xwe i'aşe dikir, beranberê vî sirf hesbeten-lillah tedrîs dikir. Telebeyên xwe jî wekî fedakarekî heqîqî digîhand.

Evqas mu'arezat û mucadelata 'ilmiye da qe ti caran wez'iyeta sail ixtiyar nekiriye, daima mewqi'a mûcib ihraz kiriye. Ev wez'iyet, çi derece wabesteyê iqtidarê ye, ji izahatê wareste ye! Feqet ez dixwazim noqteyekî 'erz bikim ku, ew jî mubeyyenê 'uluwwa menzilet û fezîleta exlaqiye a Bedîuzzeman e. Wiha ku: boê ku zatê mu'ariz mehcûb neke, ji sual pirsînê ictinab kiriye. Zatekî ku mehcûbiyeta xwe hildide nezera i'tibarê û ji wiqaye kirina mehcûbiyeta mu'arizê xwe ra dixebite, bi wê dereceyê ye ku li sahifeyên tarîxê da nadiren tê tesaduf kirin. Hetta li İstenbolê bile dairê ku ji suala herkesî ra hazire cewab bide, i'lan kir. Ji zewatê ku pê ra mu'areze kirine qe ti sualek îrad nekiriye, ez zenn dikim ev ji mudde'aya min ra burhanekî qet'î teşkîl dike.

Li Bitlîsê ji mucadeleya bi Şêx Emîn Efendî ra wuqû' bû, li cem ahalî tefrîqa û munaze'eyek hasil bû. Hukûmetê mudaxeleyê vî îşî kir û Bedîuzzeman ji wira nefiy kir. Ji muddetekî paşê ji menfaya xwe firar kir, xwe vegirte turbeyeke "Kunbeda Hassa" gotî li qesabeya Tillo ku tabî Sêrtê ye. Li wira Kamûs a Okyanus heta babu's‑sîn hifz kir.

Rojekî, min jê pirsî mebnîyê çi fikrê kamûs hifz kiriye. Cewab da ku: "Kamûs her kelimeyek tê çend me'nayî dinivîse, ez jî ketim meraqê ku, li 'eksê kamûsê, kamûseke dairê her me'nayekî ra çend kelime muste'mel dibin binivîsim. Min ser vê hewesê hifz kir. Feqet paşê min xeber hilda ku li Misrê ji teref cem'iyetekî esereke wiha hatiye wucûd. Se'ya min heba bû."

Ez xwe bi xwe fikirîm, min bi teessuf got ku: Ji bê rehberîyê çi zayi' dibin diçin. Na zekayeke wisa, di oğura heweseke wiha da tê serf kirin?
Ji wira derket çû Cezîreyê. Mamosteyên Cezîreyê, bidayeta emr da rabûn mu'arezeyê, lê bilaxere ji xwe ra mamoste qebûl kirin û destpê kirin di nezda wî da ders xwendin.
Bedîuzzeman ku hîn bibû her du mehan li ciyekî derbas bike, ji Cezîreyê şeddê rihal kir Merdînê. Ji ber ku li Merdînê bi siyasetê ra mijûl bû, ji bê musa'ede bûn a istibdadê bi sûreteke dest û pê girêdayî nefiybû Bitlîsê. Di ewê seferê da waqi'eyeke ğerîb heye, inşaallah mufesselen wê bê nivîsandin. Heta wî zemanî, bi ciheta ku me'lûmata Bedîuzzeman gişk qabilê sunûhatê da bû, dirêj bi dirêjayî se'y û mutale'eyê ra luzûm nedidît. Feqet wî zemanî wasil bibû heddê bulûğ ji wî bû, yaxûd tevî siyasetê bû ji wî bû, her ji çi sebebî be sunûhata berê destpê kir hêdî hêdî ğaib bû.
Di zemanên dawî da gava herba ku li Bitlîsê waqi' bû, rojekî ji ğeraib hedef dibe sê qurşûnan. Yek isabet dike hizaya qelbê wî, tebeqeya tutûnê û darcigare [ağizlix]ê parçedike disekine. Ya din li terefê çepê, destîê xençerê quldike disekine. Ya sisiyan di sermilê wî da birîneke xefîf(sivik) vedike.
Nihayet di hînê suqûta Bitlîsê da, di halekî ku lingê wî şikestî û sermilê wî mecrûh da, piştî mexsûriyeta du rojan Rûsan ra êsîr dikeve. Piştî esareta du sal û sê mehan; muwafiqê texlîsa girîban, îroj elhemdu lillah di e'zatîya Daru‑l Hikmeti‑l İslamiye da bi wezîfeya 'ilmiye û dîniye va meşğûl dibe.

'Aidê tercumeya halê mamosteyê min li wî deverî, herçî ehwal û wuqû'atên ji ahalîyê 'ulema telaqqî û herçî yên min bizzat muşahade kir, muxteseren 'erz dikim enzarê qariîn.
 
Her xusûsê da ji mubaleğeyê bi dereceya dawî teweqqî û hetta ji me'rûz bûna tuhmeta terefgîrtîyê ihtirazen, gellek me'lûmatî ku min ihmal kiriye qariîn dikare emîn be. Ez niyet dikim ku tefsîla tercumeya halê wî ku gellek pirr ğeraibî mutezemmin e di şeklê risaleyeke cuda da neşr bikim.
 
Asarê wî

Turkî:
1- Muhakemata Bedîuzzeman nam esereke giran-beha ya ku ji tefsîrê ra wek muqeddime hatiye nivîsandin.

'Erebî:
2- Reçetetu-l‑'Ulema
3- Reçetetu-l‑'Ewam
(Du eserên ku heqqdikin şayanê sitayişê bin.)
4- Te'liqat (Esereke di mentiqê da bênezîr e, nezeriyeta mentiqiyeyê teqrîb dike tetbiqatê.)
5- Rumûzat (Esereke rind e boê i'malê zihn di mentiqê da.)
6- İşaratu-l-İ’caz fî Mezanni-l-Îcaz nam tefsîreke şerîf e. Heta niha tefsîreke di wî menhecî da telîf bûyî mewcûd nîne û hetta ez dikarim bibêjim ku, ji bilî mehsûlê qeriheyê xwe malê ewqaf derc nekiriye. İsbat dike ku Kelamê Qedîm bi nezmtî mu'ciz, bi mefhûmtî heqq û heqîqet e û bi funûnê musbete temamen muwafiq û rehnuma ye. Beriya ku hezretê Ustad vê tefsîrê telîf bike ez di xelqeya tedrîsa wî da bûm. Kelamê Qedîm hildida destê xwe û bi Kurdî teqrîr dikir, hêç li kitêb û tefsîrê nedinihêrrî. Ji hevalên me efendiyekî bi namê Mella Hebîb bi Kurdî not digirt. Ze'f dewam nekir herba 'umûmî destpê kir. Bedîuzzeman Seîd Efendî gava muharebeyê da di cebheya herbê da wek me'xez tenê malikê wan notan bû, lê elyewm ew kitaba ku me li Metbe'eya Ewqaf bi teb'a wê ra iştiğal kir telîf kiriye.

Ji telebeyên muşarunileyh û
ji mezûnên Medresetu‑l Wa'izîn

Hemze


ZEYL A TARÎXÇE A HEYAT[2]


[2] Sala rûmî 1337, miladî 1921 an da hatiye nivîsandin.
Tercumeya halê sahibê vê dîwanê[3] mamê min Seîd‑ê Kurdî, min muxtasaran di risaleyeke musteqil da nivîsî bû. Feqet du sal nîve, wezîfeya Daru‑l Hikmeti‑l İslamiye li wî barkirin. Wî jî digot:
– "Ez ê vê terk bikim, feqet ez dixwazim hesabekî bidim millet jî." Ez benî jî dairê mamê min çawa dixwast ji wezîfeya Daru‑l Hikmeti‑l İslamiye hesab bide çend gotina dinivîsim.
Birazeyê wî
Ebdurrehman


 [3] Esera Lemeat.
* * *
Ji vir du sal nîv ewel – ku sala 1334 [miladî 1918] bû – bê rizaya mamê min, ew kirin e'zayê Daru‑l Hikmeti‑l İslamiye. Feqet ji ber ku li esaretê [me'nen] ze'f lerrizîbû, deh mehan mezûnen neçû wezîfeyê. Hetta ze'f caran teşebbus kir istifa bike. Feqet ehbabên wî nehîştin. Li ser vî, dewam kir wezîfeyê ku dibe du sal nîv. Bidayetê da min bala xwe da halê wî ku, ji zerûretê zêde li xwe mesarif nedikir û li yên ku digotin "Me'îşetkî tu çima evqas fena dijî?" cewaben digot ku:
– "Ez dixwazim tabi'ê sewadê e'zem bim, sewadê e'zem jî dikarin evqas tedarik bikin. Ez naxwazim tabi'ê eqelliyeta musrife bim." Û ji me'aşê ku ji Daru‑l Hikmet distand zerûreta xwe vediqetand paşê mutebaqîê wî dida min, digot: "Hifz bike". Min jî ew pareyê di zerfa salekî da zêde mayî, bi şefqeta mamê min ji min ra û hem istihqar kirina wî ya mal ra i'timaden; bê xebera wî serf kir. Û paşê min ra got ku:
– "Ev pare ji me ra helal nebû. Malê millet bû. Te çima sef kir? Madem ku wisan e, min jî tu ji wekîl‑xerctîyê 'ezl kir û xwe nesb dikim." Ji wî şûnda mehê da ji min ra bîst banknot, ji xwe ra jî panzdeh banknot tefrîq dikir. Feqet mesrefên din jî daxilê panzdehê wî bûn. Nexû mehê da deh-duwanzdeh banknot ji wî ra dima. Pareyê mutebaqî ê zêde mayî wî bi xwe hifz kir.
Muddetek navberê da derbas bû. Ji heqaiqên ku nû hatin qelbê wî duwanzdeh telîfata xwe bi namê dîn da teb'kirin û qedera heftsed banknotên berhevbûyî da mesrefa teb'iye a wan telîfatan. Tenê yek-du piçûkên wî mustesna be, yên din meccanen li etraf da belaw kirin. Min jê pirs kir çima neda firotin. Got:
– "Ji me'aş ji min ra qûtê layemût caiz e, zêdayî malê millet e. Bi vî sûtetî i'ade dikim millet."
Xizmeta wî ya li Daru‑l Hikmeti‑l İslamiye gişk wiha bi teşebbusa şexsî bû. Çunkî boê li wira muştereken îş bibîne hine mani'an didît. Bi zenna min qari'an jî vî dizanin ku, muşarun-ileyh kefenê xwe avêtiye histûyê xwe û mirina xwe hildaye berçav. Û li Daru‑l Hikmeti‑l İslamiye wekî hesin berxweda. Tesîrata ecnebî nikaribû Daru‑l Hikmet ji xwe ra alet bike û dijî wê fetwaya ğelet berxweda, reddkir. Wextê ku cereyaneke muzirrê İslamê dihat avêtinê holê, boê wê cereyanê bişikêne esereke xwe a piçûk neşr dikir. Hetta ji Anatolîyê xwestin, neçû. Gotibû:
– "Ez dixwazim li ciyê bixeter mucahede bikim. Li pişt siperê mucahede kirin xweşa min naçe. Ji Anatolî ziyadetir ez vira bixeter dibînim.
Kitabên din li ba xwe nade peydakirin. Me ji wî ra digot:
  "Boê çi li kitabên dîger nanihêrrî?"
Digot:
– "Ez zihna xwe ji her tiştî tecrîd kirinê va ji Qur'anê fehm dikim."
Ku neql bikira hine mesailên ku muhim didît dîsa bê teğeyyur ji asarê xwe hildida tekrar dikir. Me digot:
– "Boê çi 'eynen wiha tekrar dikî?"
Digot:
– "Heqîqet bêzar nake, ez naxwazim libas biguherrim."
Me jê ra digot:
– "Çima beranberê heqaiqê dîniye ê herî 'ulwî, hine mesailê siyasiye jî di kitabên xwe da derc dikî?"
Cewaben digot ku:
– "Boê bi zarrê derman bidî vexwarin berê şekir tê nîşandan. Ta ku ew jî devê xwe vedike, derman bi wê wasiteyê pê didî vexwarin. Efkara 'amme jî boê siyasetê devê xwe vekiriye, min jî, boê tiryaq bidim xwarinê siyaset jî zikr kir."
Feqet me'ettessuf ji ber ku gellek îcazkarane dibêje istifade 'umûmî nabe. Hetta hine mesailê ku ji kitabê xwe hildide jî 'eynen di eserên xweyên din da jî zikr dike. Mîna muellifên dîger me'na ku tekerrur dike sûreteke din pê nade lêkirin.
Nexû piştî salek nîv mezûniyetê di wezîfeya xwe da bû. Niha jî boê herre ciyekî din niyet kiriye. Û millet ra xitaben dibêje ku:
– "Ey millet! Li vira ewqas mani' pirrbûn ku îş dîtin gellek muşkil bû. Min evqas dikaribû bikim, min helal bikin."
Hem me jê ra digot:
– "Çima hûn evqas lerrizîn?
Digot:
– "Min ji alamên xwe ra tehemmul kir. Feqet teellumata ku ji alamê İslamê tê ez çewisandim [me'nen pelixandim]. Her derbeyeke ku li 'alema İslamê tê peya kirin [dahanîn], herî ewel ez li qelbê xwe peyabûyî [dahanî] hiss dikim. Boê wî ez evqas lerrizîm. Feqet ez rohniyekî dibînim ku wê wan alaman bide jibîr kirin. İnşaallah!..."
Ji tesadufê ğeraibe: tarîxa vê kitaba Lemeat hilal‑stêrk derket ku: نَجْمُ اَدَبٍ وُلِدَ لِهِلٰالَيْ رَمَضٰانَ Hem jî tesadufen di axiriya kitabê da jî hilal-stêrk hatiye. Bi tebî'etê serbest berdanê ku, hêç nezm nake ev kitab temamen mîna wezna marşa sancaqê ye ku, tesadufeke pirr ğerîb, çend rojan beriya Remezanê hine satirên wê wekî numûme çêkir. Nîşan da ehbabê xwe, yek mustesna, kesî teşcî' nekir. Feqet arzûyeke musirrane ra ittiba'en di hilala bidayeta Remezanê da destpê kir Lemeat çêkir û di hilala axirê Remezanê da xelaskir.
Hem jî dibêje ku:
– "Kî vê kitaba Remezaniye a min hilde, her qitaya wê bi diqqet nexûne, li perîşaniyeta lefz û nezmê wê mêzebike û fehmkirina me'naya wê ra nexebite, ez helal nakim. Di sadefeke çirkîn/zişt da cewhereke bedew dikare were dîtin."
Gava ku em dairê tesadufa kitaba wî da axivîn, li semayê hilal‑stêrk, resmê sancaqa İslamê tersîm kir. Min ji mamê xwe ra got:
– "Tesadufa di kitaba te da, li sahifeya semayê jî tenzîr dike."
Cewaben got:
– "Ez zaten tişte ku tesaduf tê gotin qebûl nakim. Her tiştî da hikmetek heye. Hem ku tesaduf tekerrur bike nabe tesaduf, qesdekî ihsas dike. Kainat bi hev ra munasebetdar e. Ew munasebatê deqîq me'nayên wan hene. Ji ber ku em wazihen nizanin bi tesaduf te'bîr dikin.
Hawa ji hemî van tefeul derdikeve ku; bayraqa hilal‑stêrk ku bayraqa i'layê kelimetullah e wê te'alî bike, şewketa xwe a berê bibîne inşaallahu te'ala!"
Di heqqê asarê wî da, teqrîzen mamê min ê piçûk wiha gotibû...
Bi cewhera alî a Heqq ji elmastê heqîqetê,
Hember şuqûqê çêbûye seyfekî qati'e.
Bi pêpelokên muzehheb, vê semawata kemalatê
Boê 'urûckirinê biheqq mirqatekî nûranî e.
Braderê wî ê piçûk Ebdulmecîd
* * *
Ez benî jî dairê îcaz û metaneta di asarê wî da teqrîzen van çend gotinan dibêjim:
Ku lefza demir mermer mîsal ger nebûya temam,
Agirê quwweta me'nayê ra berxwenedida kelam.
Heqîqetê da çemenzarê heqaiqe ev her dem,
Ku bûye ji cenneta ala a Qur'an ew mulhem.
Di nav evê behra muxtelifu-l elwan û emwac,
Badê nesîmê ku tê, ji qelbê mecrûh ra dewa, merhem.
Bûharata wê derdikeve ta ku semawatê 'uqûlê,
Sehabatê hemî teşkîl dike ew hem zened berhem.
Davêje ne'ra ew, berqên ewrên birehmet dipekîne,
Dişewitîne di zemînê qelb da, nahêle şubhe û hem wehm,
Baranên ku dibarin neşw û nema didin ezharê,
Heqîqete ku ewan jî yekem daneyê şifane hem.
Brazeyê wî Ebdurrehman
* * *

Asarê wî yên ku gava li Daru‑l Hikmeti‑l İslamiye bû teb' û neşr kiriye:

İşaratu‑l İ'caz fî Mezanni‑l Îcaz.
Nuqtetun min-Nûri Me'rifetillah.
Şuaat-i Me'rifeti‑n Nebî.
Lemeat.
Tulûat.
Sunûhat.
Qızıl Îcaz (Îcaz a Sor).
Rumûz.
İşarat.
Xutuwat-ê Sitte.
Dendikên heqîqetê (Yekemîn cuz).
Dendikên heqîqetê (Duyemîn cuz).

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire

Li vê derê hûn dikarin şîroveyên xwe binivîsin. Vê gavê tenê kesên ku endamê Gmail'in dikarin şîrove bikin. Bo hemî fikr û ramanên xwe, hûn dikarin bi kurdinur@hotmail.com ra bikevin têkiliyê.