02/01/2011

Goteya Pêncem

Goteya Pêncem
بِسْمِ اللّهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِ
 اِنَّ اللّهَ مَعَ الَّذِينَ اتَّقَوْا وَالَّذِينَ هُمْ مُحْسِنُونَ
Ku tu dixwazî bibînî ku nimêj kirin û gunehên mezin nekirin, wezîfeyeke insaniye ya çi derece heqîqî û neticeyeke xilqata beşeriye ya çiqas fitrî, mezine; vê hikayetoka temsîlî binihêrre, guhdarî bike:
Di seferberîyê da, di tabûrekî da yekî muëllem, wezîfeperwer, yekî din ëcemî, nefsperwer du esker beranber hebûn. Neferê wezîfeperwer, li te'lîm û cihadê diqqet dikir, erzaq û te'yînata xwe qet nedifikirî. Lewra fehimîye ku, xweyîkirina wî û dayîna cihazatê wî, nexweş be tedawî kirin, hetta ïndelḧace, heta luqme/parî xistina devê wî wezîfeya dewletê ye. Û wezîfeya wî ya esil te'lîm û cihade. Feqet di hinek karên erzaq û cihazat da kardike. Sîtil/Qazanê dikelîne, qarawanayê dişo, tîne. Jê were pirsîn "Tu çi dikî?", dibêje "Ez qar/anqaryeya dewletê dikişînim". Nabêje "Ez boyê nefeqeya xwe dixebitim".
Neferê dîger ê şikemperwer û ëcemî, li te'lîm û herbê diqqet nedikir. Digot "Ew karê dewletê ye, ji min ra çi!". Daim nefeqeya xwe difikire û li pey wê digerre, tabûr terk dikir, diçû çarşûyê, danûstandin/kirrînûfirotin dikir.
Rojekî hevalê wî yê muëllem jê ra got: "Birader, wezîfeya te ya esil te'lîm û muharebe ye. Tu boyê wî hanîne vira/vêderê. Bi padişah i'timad bike. Ew te birçî nahêle. Ew wezîfeya wî ye. Hem tu aciz û feqîrî, li her derê nikarî xwe bidî xweyîkirin. Hem zemanê mucahede û seferberîyê ye. Hem wê ji te ra bibêjin asêye, ceza bidin. Erê, du wezîfe, li pêş me tên xuyanê. Yek wezîfeya padişahe: caran em anqaryeya wî dikişînin ku, xweyîkirina me ye. Ya dîger, wezîfeya me ye: Padişah bi teslihatê alê me dike ku, te'lîm û herbe." Gello ew neferê serserî, guh nede wî muëllemê mucahid, çiqas di tehlikeyê da dimîne, tu difehimî.
Hawa hey nefsa mina tiral! Ew meydana herbê ya bi pêl/şepêl, ev heyata dunyayê ya bi deẍdeẍe/qirecir e. Ew ordî/artêşa ku bi tabûran hatiye teqsîm kirin jî cem'iyeta beşeriye ye. Û ew tabûr jî, cemaëta Îslamiye ya vê ësrê ye. Ew herdu nefer jî: Yekî muslimanê mutteqîye, ku feraizê dîniye dizane û bikartîne, û kebairê terk duike û boyê gunehan neke bi nefs û şeytan ra mucahede dike. Yê dîger, fasiqê xasire ku, bi dereceya ku Rezzaqê Heqîqî itiham bike noqbûye derdê meîşetê û feraizê terk dike û di rêya meîşetê da gunehên rast tên dike. Û ew te'lîm û te'lîmat jî, di serîda nimêj, ibadetin. Û ew herb jî, hemberê nefs û hewa, şeytanên cinn û ins mucahede kirin, ji gunehan û exlaqê rezîle qelb û rûhê xwe ji helaketa ebediye filitandine. Û ew du wezîfe jî, yek heyat dan û xweyîkirine. Ya dîger, ji Ewê ku heyat daye û xweyî dike ra perestiş û lavakirin/bergerrandin e. Bi Wî tewekkul kirin û emniyet kirine.
Erê, heyata ku mu'cizeyeke sen'eta semedaniye û xariqeyeke hikmeta rebbaniye ya herî geş/rewşene kê dabe, kiribe yê ku bi rizq wê heyatê xweyî dike û idame dike jî Ew e, ji xêncî Wî nabe... Na tu delîlê dixwazî? Heywanê herî zeîf, herî xêv/gêj, herî baş xweyî dibe (mîna kurmên fêkiyan û masîyan). Mexlûqê herî aciz, herî nazik, rizqê herî rind ew dixwe (mîna zarran û çêlik/çêjikan).
Erê, ku wasiteya rizqê helal, bi iqtidar û ixtiyarê nîne, belkî bi ëzc û zeëfêye, boyê fehimînê muwazenekirina masîyan û rovîyan, çêjikan û canaweran, daran û heywanan kafîye. Nexû yê ku boyê derdê meîşetê nimêja xwe terk dike, didirûve wî neferî ku, te'lîmê û sipera xwe dihêle, li çarşûyê parsektîyê dike. Feqet piştî ku nimêja xwe kir, ji metbexeya rehmeta Cenabê Rezzaqê Kerîm li te'yînata xwe gerriyan, boyê ji yên din ra nebe bar bizzat çûyîn, rinde, merditî/mêranîye... ew jî ibadeteke. Hem fitrat û cihazatê me'newîyê insan nîşan didin ku boyê ibadetê hatiye xelqbûn. Zîra di ciheta ëmel û iqtidara ku ji heyata wî ya dunyewiye ra lazime, nagihije teyrê beytikê yeke herî edna. Feqet di ciheta ilm û iftiqar û tezerru' û ibadetê ku ji heyata wî ya me'newiye û uxrewiye ra lazime di hukmê sultan û komandanê heywanatê da ye.
Nexû hey nefsa min! Eger tu heyata dunyewiye bikî ẍayeya meqsed û ji wê ra daim bixebitî, tu di hukmê neferekî teyrê-beytikeke herî edna da dibî. Eger tu heyata uxrewiye bikî ẍayeya meqsed û vê heyatê jî jê ra bikî wesîle û mezreë û goreyê wê bixebitî, ew weqt di hukmê komandanekî mezinê heywanat û li vê dunyayê ebdekî binaz û niyazdar, mêvanekî mukerrem û muhteremê Cenabê Heqq dibî.
Hawa ji te ra du rê. Kîjanê dixwazî dikarî intixab bikî. Hidayet û tewfîqê ji Erhemurrahimîn bixwaze...

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire

Li vê derê hûn dikarin şîroveyên xwe binivîsin. Vê gavê tenê kesên ku endamê Gmail'in dikarin şîrove bikin. Bo hemî fikr û ramanên xwe, hûn dikarin bi kurdinur@hotmail.com ra bikevin têkiliyê.