01/01/2011

Ey Gelî Kurdan!

Kürd Teawun we Tereqqî 22 Teşrîni Sanî 1324 [5/12/1908]
Çavkanî: http://www.risaletashih.com/index.php/siir-kosesi/650-bediuezzamann-kuerdce-makalesi



Nesayihê Bedî'uzzeman Mella Seîd‑ê Kurdî

Ey gelî Kurdan!

Îttifaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet, hukûmetê de selamet heye. Kapika îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we ra bibêjim:

Hûn bizanin ku sê, sê cewherê me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek Îslamiyet, ku hezar hezar xûna şehîdane bihayê wê dane. Ê duduyan însaniyet, ku lazime em xwe nezera xelqê de bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însaniyetiya xwe nişanî dunê bidin. Ê sisiyan milliyeta me ye, ku meziyetê da me. Ê berê ku bi qenciya xwe saẍin; em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe rûhê wan qebra wan de şad bikin.

Piştî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin: Yek feqîrtî ye, çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye. Ê duduyan cehalet û bê xwendinî, ku hezar ji me da yek «qazete» nikarin bixûnin delîlê wê ye. Ê sisiyan dujminî û îxtilaf e, ku ev 'edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyeyê dike û hukûmet jî, ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir.

Ku we ev seh kir bizanin çara me ev e: ku em sê şûrê elmas bi destê xwe bigrin; ta ku em hersê cewherê xwe ji destê xwe nekin, hersê dujminê xwe ser xwe rakin!. Û şûrê ewil me'arif û xwendin e. Ê duduyan îttifaq û muhebbeta millî ye. Ê sisiyan însanê bi nefsa xwe şuẍla xwe bike û mîna sêfîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û pişta xwe nedetê.

Wesiyeta paşî: xwendin, xwendin, xwendin û dest hev girtin, dest hev girtin, dest hev girtin.
Mella Seîd

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire

Li vê derê hûn dikarin şîroveyên xwe binivîsin. Vê gavê tenê kesên ku endamê Gmail'in dikarin şîrove bikin. Bo hemî fikr û ramanên xwe, hûn dikarin bi kurdinur@hotmail.com ra bikevin têkiliyê.