03/01/2011

Goteya Heftem

Goteya Heftem
Ku tu dixwazî bifehimî ku اٰمَنْتُ بِاللّٰهِ وَ بِالْيَوْمِ اْلاٰخِرِ‌ ku tilsimê muẍleqê vê kainatê vekirine, du tilsimên muşkilkuşayê çiqas qîmetdarin ku boyê rûhê beşer deriyê seadetê fethkirine; û bi sebrê ji Xaliqê xwe ra tewekkul û bi iltica û bi şûkrê ji Rezzaqê xwe sual û dua kirin, du 'ilacên çiqas nafi' û mîna tiryaq in; û guhdarî kirina Qur'anê, bi hukmê wê inqiyad kirin, nimêj [eda]kirin, terk kirina kebairê di rêwîtiya ebedu'l-abad da biletek, zadekî axiret, nûreke qebrê ya çiqas muhim, hêja[bi biha] û rewneqdar e; vê hikayetoka temsîlî binihêrre, guhdarî bike:
Zemanekî, ëskerek, di meydana herb û imtihanê da, di dewerana kar û zerarê da (di kar û zara deweranê da)* dikeve wezîyeteke gellek mudhiş, wiha ku:
Rast û çep, ji herdu alê xwe bi du birînên bidehşet, kûr birîndar e û ji pişt wî va şêrekî cesîm, mîna ku libendêye boyê êrîş bike, radiweste. Û li ber çavê wî qinareyek hatiye daçikandin, hemî hezkiriyên wî dardadike û mehiw dike, li benda wî jî ye. Hem beranberê vî halê wî va rêwîtiyeke wî ya dirêj heye, tê nefiykirin. Ew bêçare gava ku di nav vê dehşetê da me'yûsane difikire, di ciheta wî ya rastê da xêrxwazekî mîna Xizir, zatekî nûranî peyda dibe. Jê ra dibêje:
"Me'yûs nebe. Ezê du tilsiman bidime te, hînî te bikim. Ku tu bi rindî isti'mal bikî, ew şêr ji te ra dibe hesbeke musexxer. Hem ew dara qinareyê, ji te ra boyê kêf û tenezzuhê difitile hêlleçaneke xweş. Hem ezê du dermanan bidime te. Ku tu bi rindî isti'mal bikî, ew herdu birînên te yên mute'effin/gennî inqilab dikin du kulîlkên letîf ên bihnxweş ku gula Muhemmedî (ëleyhisselatu wesselam) tê gotin. Hem ezê biletekî bidime te. Bi wî, mîna ku tu bifirrî, rêyeke salekî di rojekî da dibirrî. Hawa eger tu bawer nakî, parçeyekî tecrube bike. Ta tu bibînî ku diruste."
Heqîqeten, parçeyekî cerriband, tesdîq kir ku diruste. Erê, ez, yanê ev Seîdê bêçare jî vî tesdîq dikim. Lewra min hinekî tecrube kir. Min gellek dirust dît.
Piştî vî ji nişka va dît ku, ji ciheta wî ya çepê meruvekî mîna şeytan dessas, ëyyaş, xapînok, bi halê ku beranberê wî pirr zînetan, sûretên bixemil, fantaziyeyan, muskiran hene hat. Li hemberê wî rawestiya. Jê ra got:
– Hey hevalo! Were were, em beranber/tev ïşret bikin, kêf bikin. Li van sûretên keçikên bedew binihêrrin. Van stiranên xweş guhdarî bikin. Van xwarinên bitehm bixwin.
Sual: Ha ha, çiye di devê te da tu bidizî/veşarî dixwînî?
Cewab: Tilsimek.
– Berde vî karê ku nahê fehm kirin. Em kêfa xwe ya hazir xirav nekin.
S – Ha, ev [tişt]a di destê te da çi ye?
C – Dermanek.
– Vê bavêje. Tu saẍlemî. Çiyê te heye. Zemanê çepikan e.
S – Ha, ev kaẍiza bi pênc nişan çiye?
C – Biletek. Senedeke te'yînatê.
– Van biqelişîne. Di vê mewsima beharê ya xweş da rêwîtî ji çiyê me ra lazime! dibêje. Bi her desîseyekî dixebite ku wî iqna' bike. Hetta ew bêçare, hinekî meylî wî dike. Erê, insan dixape. Ez jî bi dessasekî wisa xapiyam.
Ji nişka va ji ciheta wî ya rastê dengekî mîna re'd tê, dibêje:
"Nebê tu bixapî! Û ji wî dessasî ra bibêje ku: Eger çareyeke ku şêrê li pişt min bikuje, dara qinareyê ya li pêşiya min rabike, birînên li rast û çepê min def' bike, rêwîtîya li pey min men' bike li nik te heye, ku tu bibînî; haydê çêbike, nişan bide, em bibînin. Paşê bibêje: Were em kêf bikin. Gerna huş bike hey sersem. Ta ev zatê semawî yê mîna Xizir gotina xwe bila bibêje."
Hawa hey nefsa min a ku di ciwantiya xwe da keniyaye û niha bi kenandina xwe digrî! Bizane: ew eskerê bêçare jî tuyî û insan e. Û ew şêr jî ecel e. Û ew dara qinareyê jî, mirin û zewal û firaqe ku, di zivirrîna şev û rojê da her dost weda' dike, winda dibe. Û ew herdu birîn jî, yek ëzceke beşerî ya muz'ic û bêhedd; ya din feqreke insanî ya elîm û bênihayet e. Û ew nefiy û rêwîtî jî, sefereke dirêj a imtihanê ye ku, ji älema erwah, ji rehma mader, ji sebawetê, ji ixtiyartiyê, ji dunyayê, ji qebrê, ji berzexê, ji ḧeşrê, ji siratê derbas dibe. Û ew herdu tilsim jî îmana bi Cenabê Heqq û îmana bi axiretê ne.
Erê, bi vî tilsimê qudsî va mirin, sûreta hesbekî musexxer û Buraqê ku insanê mu'min ji zindana dunyayê dibe bostanê cinan, huzûra Rehman hildide. Ji ber wê ye ku, insanên kamil ên ku heqîqeta mirinê dîtine, ji mirinê hezkirine, hêna ku mirin nehatiye xwestine bimirin. Hem zewal û firaq, memat û wefat û murûrê zeman ku dara qinareyê ye, bi wî tilsimê imanê va, sûreta wasiteya seyr û temaşaya bi kemalê lezzet, ya mu'cizatê neqşa Sani'ê Zu'l‑celal, xewariqê qudreta Wî, tecelliyatê rehmeta Wî yên taze taze, reng reng, çeşîd çeşîd hildidin. Erê, tebeddul kirin û tazebûna ayîne/neynikên ku rengên di nûra taverojê da nîşan didin û guhertina perdeyên sînemayê, menzereyên hên xweş, hên bedew teşkîl dike. Û ew herdû derman jî, yek tewekkula bisebr e; bi qudreta Xaliqê xwe istinad, bi hikmeta Wî i'timad e. Na wisane? Erê, meruvekî ku bi Sultanekî Cihanê ku malikê emrê كُنْ فَيَكُونُe, bi tezkereya ëczê istinad bike, na çi perwaya wî ê hebe? Zîra li hemberê musîbeteke herî mudhiş ‌اِنَّا ِللّٰهِ وَ اِنَّا اِلَيْهِ رَاجِعُونَ‌ dibêje, bi itmi'nanê qelb va, bi Rebbê xwe yê Rehîm i'timad dike. Erê, ärifê billah ji ëczê, ji mexafetullah telezzuz dike. Erê, di xewfê da lezzet heye. Eger zarreke yek salî, ëqlê wî hebe û jê were sual kirin: "Haletê te yê herî lezîz û herî şirîn çiye?" Belkî wê bêje: "Haletê ku, ez ëcz û ze'efa xwe difehimim, ji sûlleya walideya xwe ditirsim û dîsa xwe dipenihim/davêjim sînga bişefqet a walideya xwe." Halbûku şefqeta hemî walideyan, anceq lem'eyeke tecelliya rehmetê ye. Ji ber wê ye ku, insanên kamil, di ëcz û xewfullah da lezzeteke wisan dîtine ku, ji hewl û quweta xwe bişiddet teberri' kirine, bi ëczê xwe penihîne Xuda; ëcz û xewf ji xwe ra kirine şefaëtvan.
Dermanê din jî, bi şukr û qenaëtê va teleb û duä kirin û bi rehmeta Rezzaqê Rehîm i'timad kirin e. Na wisane? Erê, Cewwadekî Kerîmê ku hemî rûyê erdê kiriye sufreyeke ni'metê û mewsim/demsala beharê kiriye desteyeke kulîlkan û xistiye kêleka wê sufreyê û li ser reşandiye, ji mêvanê Wî ra, feqr û ihtiyac çawan dikare elîm û giran bibe? Belkî feqr û ihtiyaca wî sûreta iştihayeke xweş hildide; mîna iştihayê ji tezyîda feqrê ra dixebite. Ji ber wê ye ku, insanên kamil bi feqrê fexr kirine. Nebê tu çewt/şaş bifehimî! Ev tê wê gotinê ku hemberê Xuda feqra xwe hisskirin û lavakirine. Gerna, nahê wê gotinê ku feqra xwe nişanî xelqê bide û wez'iyeta parsekan hilde. Û ew bilet, sened jî di serî da nimêj be, edaya feraiz û terka kebair e. Na wisane? Erê, bi ittifaqa hemî ehlê ixtisas û muşahede û hemî ehlê zewq û keşf, di wê rêya ebedu'l‑abad ya dirêj û tarî da zad û zexîre, şewq û buraq; anceq bi ewamirê Qur'anê imtisal û ji newahîyê wê ictinbab kirinê va tê bidestxistin. Gerna, fenn û felsefe, sen'et û hikmet, di wê rêyê da pênc pare nakin. Ronahiya wan heta derê qebrê ye.
Hawa hey nefsa min a teral! Kirina pênc weqt nimêjê, terk kirina heft kebaira, çiqas hindik û rahet û sivike. Netîce û mêwe û faideya wê, çiqas pirr muhimm û mezine, ku ëqlê te hebe, xirav nebibe tu ê bifehimî. Û ji şeytanî û wî meruvê ku te teşwîq dike fisq û sefahetê, jê ra tu ê bibêjî: Eger çareya ku mirinê bikûjî, zewalê ji dunyayê izale bikî û ëcz û feqrê ji beşer rabikî, derê qebrê bigrê heye; bêje, em guhdarî bikin. Gerna, huş bike! Di mescida kebîra kainatê da Qur'an kainatê dixwîne! Em wê guhdarî bikin. Bi wê nûrê em binûr(ronî) bibin. Bi hidayeta wê em ëmel bikin. Û em wê bikine wirda ziban. Erê, gote ewe û ji wê ra tê gotin. Ya ku heqqe, ji Heqq tê, heqq dibêje û heqîqetê nîşan dide û hikmeta nûranî neşr dike ewe.
اَللّهُمَّ نَوِّرْ قُلُوبَنَا بِنُورِ اْلاِيمَانِ وَ الْقُرْآنِ اَللّهُمَّ اَغْنِنَا بِاْلاِفْتِقَارِ اِلَيْكَ وَ لاَ تَفْقُرْنَا بِاْلاِسْتِغْنَاءِ عَنْكَ تَبَرَّاْنَا اِلَيْكَ مِنْ حَوْلِنَا وَ قُوَّتِنَا وَ الْتَجَئْنَا اِلَى حَوْلِكَ وَ قُوَّتِكَ فَاجْعَلْنَا مِنَ الْمُتَوَكِّلِينَ عَلَيْكَ وَ لاَتَكِلْنَا اِلَى اَنْفُسِنَا وَاحْفَظْنَا بِحِفْظِكَ وَارْحَمْنَا وَ ارْحَمِ الْمُؤْمِنِينَ وَ الْمُؤْمِنَاتِ وَ صَلِّ وَ سَلِّمْ عَلَى سَيِّدِنَا مُحَمَّدٍ عَبْدِكَ وَ نَبِيِّكَ وَ صَفِيِّكَ وَ خَلِيلِكَ وَ جَمَالِ مُلْكِكَ وَ مَلِيكِ صُنْعِكَ وَ عَيْنِ عِنَايَتِكَ وَ شَمْسِ هِدَايَتِكَ وَ لِسَانِ حُجَّتِكَ وَ مِثَالِ رَحْمَتِكَ وَ نُورِ خَلْقِكَ وَ شَرَفِ مَوْجُودَاتِكَ وَ سِرَاجِ وَحْدَتِكَ فِى كَثْرَةِ مَخْلُوقَاتِكَ وَ كَاشِفِ طِلْسِمِ كَائِنَاتِكَ وَ دَلاَّلِ سَلْطَنَةِ رُبُوبِيَّتِكَ وَ مُبَلِّغِ مَرْضِيَّاتِكَ وَ مُعَرِّفِ كُنُوزِ اَسْمَائِكَ وَ مُعَلِّمِ عِبَادِكَ وَ تَرْجُمَانِ آيَاتِكَ وَمِرْآتِ جَمَالِ رُبُوبِيَّتِكَ وَ مَدَارِ شُهُودِكَ وَ اِشْهَادِكَ وَ حَبِيبِكَ وَ رَسُولِكَ الَّذِى اَرْسَلْتَهُ رَحْمَةً لِلْعَالَمِينَ وَ عَلَى آلِهِ وَ صَحْبِهِ اَجْمَعِينَ وَ عَلَى اِخْوَانِهِ مِنَ النَّبِيِّنَ وَ الْمُرْسَلِينَ وَ عَلَى مَلئِكَتِكَ الْمُقَرَّبِينَ وَ عَلَى عِبَادِكَ الصَّالِحِينَ آمِين


* Goteyên Piçûk bi destnivîsa Ustad Bedîuzzeman

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire

Li vê derê hûn dikarin şîroveyên xwe binivîsin. Vê gavê tenê kesên ku endamê Gmail'in dikarin şîrove bikin. Bo hemî fikr û ramanên xwe, hûn dikarin bi kurdinur@hotmail.com ra bikevin têkiliyê.