02/01/2011

Goteya Yekem

Goteya Yekem
Bismillah serê her xêrê ye. Em jî di serî da bi wî dest pê dikin. Bizane, hey nefsa min, ev kelîmeya mubarek, wekî ku nîşana Îslamê ye, bi lisanê hal wirda zibanê hemû mewcudate. Eger tu dixwazî bifehimî ku Bismillah çi quweteke mezina bêbirran(din) e û çi bereketeke pirr bêqedan e, evê hikayetoka (kurteçîroka) temsîlî binihêre, guhdarî bike... wiha ku:
Merivê bedewiyê ku li çolê ëreb seyahet dike, jê ra pêwîste ku navê reîsê qebîleyekî hilde û bikeve himayeta wî. Ta ji şerrê şeqîyan bifilite û hacatê xwe tedarik bike. Gerna bi tena serê xwe hember dujmin û ihtiyacatên bêhedd wê perîşan bibe. Hawa boyê seyaheteke wiha du meriv dertên sehrayê û diçin. Ji wan yek mutewazi' bû yê din meẍrûr. Yê mutewazi' navê reîsekî hilda, meẍrûr hilneda... Yê ku hilda li her derê bi selamet gerriya. Ku li qati'ut-terîqekî (rêbirrekî) rast were, dibêje: "Ez bi navê filan reîsî digerrim" şeqî def' dibe, nikare têkilî be (dest bidê). Ku bikeve konekî bi wî navî hurmet dibîne. Yê dinê meẍrûr, di tevahiya seyaheta xwe da belayên wisa dikişîne ku, nahên te'rîf kirin. Daima dilerizî, daima parsektî dikir. Hem zelîl, hem rezîl bû.
Hawa hey nefsa min a meẍrûr! Tu ew seyyahî. Ev dunya jî çoleke. Ëcza te û feqra te bêheddin... dujminên te û hacatê te bênihayetin. Madem wisane, navê Malikê Ebedî û Hakimê Ezelî yê vê sehrayê hilde. Ta ji parsektîya hemî kainatê û ji ricifandina li hember her hadisatê xelas bî.
Belê, ev kelîme defîneyeke wisa mubareke ku, ëcz û feqra te ya bênihayet te bi qudret û merhemeta bênihayet rebt dike (girêdide), li dergehê Qedîr-ê Rehîm ëzcê û feqre dike şefaëtvanekî herî meqbûl. Belê, yê ku bi vê kelîmeyê hereket dike, dişibihe wî merivî ku; qeyd dibe ëskerîyê. Bi navê dewletê hereket dike. Ji qe‑tu kesekî perwaya wî namîne. Bi navê qanûnê, bi navê dewletê dibêje, her karê dike, li hember her tiştî xwe radigrê.
Me di serî da gotibû: hemû mewcûdat bi lisanê hal "Bismillah" dibêje. Na wisane?
Belê, çawan ku tu bibînî tek merivek hat, hemû ehalî/ahaliyê şehr cebren sewq kir cêyekî, di karan da cebren da xebatê. Tu yeqînen dizanî; ew meriv bi navê xwe, bi qudreta xwe hereket nake. Belku ew ëskereke. Bi navê dewletê hereket dike. Bi quweta padişahekî istinad dike. Wisa jî, her tişt bi navê Cenabê Heqq hereket dike ku, toxum û dendikên mîna zerretokan, baẍên terrikî li serê xwe bardikin, barên wekî çiya radikin. Nexû her dar/baẍek Bismillah dibêje, ji fêkî/mêweyên xezîneya rehmetê destên xwe tijî dike, ji me ra tablevanîyê dike. Her bostanek Bismillah dibêje, ji metbexeya qudretê dibin yek sîtil/qazan ku, cûrbicûr gellek pirr teämên muxtelif lezîz di hunderê wê da beranber/pevra tên pijandin. Her yek heywanên mubarek mîna çêlek, hêştir, mîh, bizin Bismillah dibêje, dibe kanîyeke şîr ji feyza rehmetê. Ji me ra bi navê Rezzaq, qida/ẍidayeke herî letîf, herî nezîf wekî ava heyat teqdîm dikin. Her yek kok/reh û tamarên nerm mîna hevrîşim/herîr (îpek) yên nebat û dar û gîha Bismillah dibêje, kevir û axa hişk quldike, derbasdibe. Bi navê Ellah, bi navê Rehman dibêje, her tişt jê ra musexxer dibe.
Belê, mîna intişar û mêwe dana çiqilan/guliyan li hewa; intişar kirina ew rehên di kevir û axa hişk da bi kemalê suhûlet û fêkîdana wan di bin erdê da, hem li hemberê şiddeta heraretê bi mehan terr mana pelgên hêşîn, nazik, bi şiddet sille/şilmaq li devê tabi'iyûn dixe, tilîya xwe di çavên wanên korbûyî ra dike û dibêje ku: selabet û heraret jî ku tu bêtir bawerdikî/pê ewledibî, di bin/tehtê emr da hereket dikin ku, ew tamarên nerm mîna hevrîşim/herîr mîna yek ësayê Mûsa (ë.s) bi emrê فَااضْرِبْ بِعَصَاَكَ الْحَجَرَ imtisal dikin, kevira şeqq dikin. Û ew pelgên nazenîn, tenik/zirav mîna kaẍizê cigareyê, mîna yek ëzayên Îbrahîm (ë.s) li hember herareta ku agir direşîne ayeta يَا نَارُ كُونِي بَرْدًا وَ سَلَامًا dixwînin.
Madem her tişt manen Bismillah dibêje. Bi navê Ellah, ni'metên Ellah tînin didin me. Divê em jî Bismillah bibêjin. Em divên bi navê Ellah bidin, bi navê Ellah bistînin. Nexû, ji insanên ẍafil ku bi navê Ellah nadin em divên nestînin.
Sûal: Însanên ku di hukmê tablevanan da ne em fîatekî didin wan. Gello Ellah-ê xweyî ‑malê esl çi fîatê dixwaze?
Elcewab: Belê, ew Mun'imê Heqîqî, ji me bedelê ew ni'metan û malên qîmetdar fîata ku dixwaze jî sê tiştin. Yek zikr, yek şukr, yek fikr e. Di serî da Bismillah zikre. Di axirê da Elhemdu lillah şukre. Di navê da, ev ni'metên qîmetdarên xariqeyê sen'et, mu'cizeya qudret û hediyeya rehmet a Ehed, Semed bûna wan ramandin(fikirîn) û derk kirin; fikre. Merivekî miskîn ku hediyeyeke qîmetdar a padişahekî ji te ra bîne, lingê wî ramûsandin û sahibê hediyeyê nas nekirin çi derece belahet be, wisa jî, mun'imên zahirî medh û muhebbet kirin û Mun'imê Heqîqî ji bîra kirin, hezar derece ji wî belahettire.
Hey nefs! Ku tu dixwazî wiha ebleh nebî, bi navê Ellah bide, bi navê Ellah bistîne, bi navê Ellah dest-pê bike, bi navê Ellah karbike/bixebite. Wesselam...

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire

Li vê derê hûn dikarin şîroveyên xwe binivîsin. Vê gavê tenê kesên ku endamê Gmail'in dikarin şîrove bikin. Bo hemî fikr û ramanên xwe, hûn dikarin bi kurdinur@hotmail.com ra bikevin têkiliyê.