21/03/2012

Goteya Dehem (detpêk)...


Goteya Dehem

Behsa Heşrê

İxtar: Sebebê ku min di van risaleyan da teşbîh û temsîl di sûretê hikayetan da nivîsiye, hem teshîl kirin, hem heqaiqê İslamiye çiqas me'qûl, mutenasib, muhkem, mutesanid in nîşan bidim. Me'nayên hikayetan, heqîqetên di dawiya wan da ne. Ji qebîlê kinaiyatê, tenê ji wan ra delalet dikin. Nexû (demek) hikayetên xeyalî nînin, heqîqetên dirustin.

بِسْمِ اللّهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِ

فَانْظُرْ اِلَى آثَارِ رَحْمَتِ اللّهِ كَيْفَ يُحْيِى اْلاَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَا

اِنَّ ذلِكَ لَمُحْيِى الْمَوْتَى وَهُوَ عَلَى كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ

Birader, ku tu beyan kirina heşr û axiretê bi lisanê ewam û basit û bi terzeke wazih dixwazî, nexû li vê hikayetoka (kurteçîroka) temsîlî, beranberê nefsa min binihêre, guhdarî bike:

Zemanekî du meriv, diçine memleketekî bedew mîna Cennetê (ji vê dunyayê ra işarete). Dinihêrrin ku, herkes deriyên mal, xanî, dukanan vekirî dihêlin, ji muhafezeya wan ra diqqet nakin. Mal û pare, li meydanê bê sahib /bêxweyî dimîne. Ji wan merivan yekî, destê xwe dirêj dike her tiştê ku dixwaze, yan didize, yan ẍesb dike. Ji hewesa xwe ra tebe'iyet dike, her new'ê zulmê, sefahetê irtikab dike. Ahalî/ehalî jî pirr têkilî wî nabin. Hevalê wî yê dîger/din jê ra got ku:

"Tu çi dikî? Tu yê ceza bikişînî, min jî bixî belayê. Ev malan, malê mîrî ye. Ev ehalî bi zarr û zêçên xwe va bûne esker yan jî bûne me'mûr, di van iş/kar/an da wekî sîvîl tên istixdam kirin. Lewma pirr têkilî te nabin. Feqet intizam şedîd e. Li her derê telefona padişah heye û me'mûrên wî peyda dibin. Zû herre, dexalet bike!" got. Feqet wî sersemî 'inad kir, got:

"Na, malê mîrî nîne. Belkî malê weqfê ye/beytûne, bêsahibe. Herkes mîna ku dixwaze dikare teserruf bike. Qe tu sebebekî ku istifadeya ji van tiştên bedew men' bike ez nabînim. Ku ez bi çavê xwe nebînim, ez ê bawer nekim." got. Hem pirr sefsetiyatê fêlesofane got. Di navbera herduwan da munazereyeke ciddî destpê kir. Ewwela wî sersemî got: "Padişah kî ye? Ez nas nakim..."

Paşê, hevalê wî, jê ra cewaben: "Gundek bê muxtar nabe. Derzîyek bê hosta nabe, nikare bê sahib be. Herfek nikare bê katib be, tu dizanî. Çawan dibe ku, ev memleketê muntezem bi dereceya nihayet, bê hakim bibe? Û evqas pirr serwet ku, mîna ku di her saetê da şimediferek(Haşiye) ji ẍaibê were, bi malên qîmetdar, musenne' tijî tê. Li vira dirije, diçe. Çawan bê sahib dibe? Û i'lanname û beyanname yên ku li her derê tên xuyanê, û turre, sikke û tamẍe yên ku li ser her malî tên xuyanê û bayraq/alên ku li her koşeyî li ba dibin, çawan bê malik dibin? Tu, tê fehmkirin ku, te parçeyek frengî xwendiye. Tu nikarî van nivîsên Îslamê bixwînî. Hem jî, ji yên zane napirsî. Hawa were ez ê fermana herî mezin ji te ra bixwînim."

Ewê sersem zivirrî/fitilî got: "Haydê, padişah heye. Feqet istifadeya min a cuz'î çi zererê dikare bide wî? Ji xezîneya wî çi nuqsan dike? Hem li vira hepis mepis tune, ceza nahê xuyanê."

Hevalê wî jêra cewaben got: "Yahû, ev memleketê ku tê xuyanê, meydaneke manevreyê ye. Hem meşhera senayi'ê ẍerîbeyê sultaniye ye. Hem misafirxane/mêvanxaneyên wî yên muweqqet, bêtemel in. Ne tu nabînî ku herro (her roj) qafileyek tê, yek diçe, ẍaib (winda) dibe. Daima tijî dibe, vala dibe. Piştî zemanekî (zemanekî şûnda) ev memleketa dê were tebdîl kirin. Ev ehalî dê were neql kirinê memleketekî din ê daimî. Li wira herkes, dê muqabilê xizmeta xwe yan ceza, yan mukafatê bibîne. " got.

Dîsa wî sersemê xain, temerrud kir: "Bawer nakim. Ne qet mumkine ku, ev memleketa were xerab kirin, koç/bar bike memleketekî din." got. Li ser vî hevalê wî yê emîn got:

"Madem tu ev derece 'inad û temerrud dikî, were, di nav delailê ku hedd û hesabê wan tune da, bi donzdeh sûretan va ez ê nişanî te bidim ku, mehkemeyeke kubra heye, dar/dereke mukafat û ihsan û dar/dereke mucazat û zindan heye û ev memleketa mîna ku herroj dereceyekî vala dibe, rojek tê ku, butûn butûn (bi tevahî) vala bibe û were xerab kirin."

Sûreta Yekem: Ne qet mumkine ku, seltenetek, baxusûs selteneteke wiha muhteşem, ji mutî'ên ku husnê xizmet dikin ra mukafata wê û ji yên ku 'isyan dikin ra mucazata wê peyda nebe? Li vira di hukmê tunebûnê da ye. Nexû (demek) li cêyekî din, mehkemeyeke kubra heye.

Sûreta Duwem: Li van çûyînan, icraatan binihêrre! Çawan ji yê herî feqîr, herî ze'îf bigrê, ta ji herkesî ra mukemmel, mukellef erzaq tê dayîn. Li nexweşên bêkes pirr rind tê mêzekirin. Hem te'am û qabên ẍayet qîmetdar û şahane, nişanên muresse', elbise/libasên muzeyyen, ziyafetên muhteşem hene. Binihêrre, ji xêncî sersemên mîna te herkes wezîfa xwe ra ẍayet diqqet dike. Tu kes bi zerrekî ji heddê xwe tecawuz nake. Şexsê herî mezin, bi ita'eteke herî mezin, di binê xewf û heybeteke mutewazi'ane da xizmet dike. Nexû (demek) ev sahibê seltenetê, keremeke wî ya gellek mezin, merhemeteke wî ya gellek fireh heye. Hem 'izzeteke wî ya gellek mezin, heysiyet û namûseke wî ya gellek bicelal heye. Halbûku (halvakî ?) kerem jî in'am kirinê dixwaze. Merhemet jî bê ihsan nikare bibe. 'izzet jî ẍêretê dixwaze. Heysiyet û namûs jî te'dîb kirina bêedeban dixwaze. Halbûku (?) li vî memleketî layiqî wê merhemetê, wê namûsê ji hezarî yek nahê kirin. Zalim di 'izzeta xwe da, mezlûm di zilleta xwe da dimîne, ji vira koç/bar dikin diçin. Nexû (demek) ji mehkemeyeke kubra ra tê hîştin.

Sûreta Sêyem: Binihêrre bi hikmet û intizameke çiqas 'alî va îş (kar) dizivirrin. Hem bi 'edalet û mîzaneke çiqas heqîqî va mu'amele tên dîtin. Halbûku (?) hikmeta hukûmetê jî, teltîf kirina multecîyên ku iltica kirine cenahê himaye yê seltenetê, dixwaze. Edalet jî muhafeze kirina huqûqê re'iyetê dixwaze; ta heysiyeta hukûmetê, heşmeta seltenetê were muhafeze kirin. Halbûku (?) li van deran, layiqê wê hikmetê, wê 'edaletê ji hezarî yek nahê icra kirin. Sersemên mîna, pirrî wî bêyî ku ceza bibînin ji vira koç/bar dikin diçin. Nexû (demek) ji mehkemeyeke kubra ra tê hîştin.

Sûreta Çarem: Binihêrre, mucewheratê bêmisl ku di van rabergeh/pêşangehên ku nahên hedd û hesaban da ne, met'ûmatê bêemsal ku di van sufreyan da ne, nîşan didin ku, sexaweteke bêhedd û xezîneyên tijî yên bêhesab ên padişahê van deran hene. Halbûku (?) sexaweteke wiha û xezîneyên bêbirran(din)/bêqedan, dar/dereke ziyafetê ya daimî û her tiştê ku tê xwastin tê da peydaye, dixwaze. Hem dixwaze ku, yên ku ji wê ziyafetê telezzuz dikin, li wira dewam bikin. Ta bi zewal û firaqê elem nekişînin. Lewra (çunku) mîna ku zewalê elem lezzet e, zewalê lezzet jî elem e.

Li van pêşangehan binihêrre! Û li van i'lanan diqqet bike (bala xwe bidê)! Û guh bide vab dellalan/tellalan ku, sen'etên antîkeyên padişahekî mu'ciznuma teşkîl û teşhîr dikin. Kemalatê wî nîşan didin. Cemala wî ya me'newî ya bêmisl beyan dikin. Ji letaifê husna wî ya mexfî behs dikin. Nexû (demek) kemalatê wî û cemala me'newî ya wî yên gellek muhim û heyretdêr hene. Îja kemala veşarî bêqusûr, li serên teqdîrkaran, istihsankaran, muşahedekarên maşaallah gotî, teşhîrê dixwaze. Cemala mexfî, bênezîr jî xuyanbûn û dîtin dixwaze. Yanê cemala xwe, bi du wechan dîtin: yekê di ayîne/neynikên muxtelif da bizzat muşahede kirin; ya din/dîger, bi muşahedeya seyrvan(temaşavan)ên muştaq û istihsankarên muteheyyir, muşahede kirin dixwaze. Hem dîtin, hem xuyanbûn, hem muşahedeya daimî, hem işhada ebedî dixwaze. Hem cemala daimî, dewama wucûdê seyrvanên muştaq û istihsankaran dixwaze. Lewra (çunku) cemaleke daimî, nikare bi muştaqê zail razî be. Zîra seyrvanekî ku bi aweyekî ku venegerre mehkûmê zewalê ye, bi tesewura zewalê muhebbeta wî dizivirre 'edawetê, heyret û hurmeta wî meyl dike tehqîrê. Lewra (çunku) insan, ji tiştê ku nizane, nagihîjê ra duşmine. Halbûku, ji van misafirxaneyan/mêvanxaneyan herkes, zû diçe ẍaib/winda dibe. Şewqeke/ronikahiyeke wê kemal û wê cemalê, belkî siyeke wan, anekî da dinihêrre bêyî têrbûn diçe.

Nexû (demek) diçine seyrangeheke daimî...

Sûreta Pêncem: Binihêrre di nav van işan(karan) da tê xuyanê ku, şefqeteke gellek mezin a wî zatê bêmisl heye. Lewra (çûnku) direvîne imdada her musîbetzedeyî. Ji her sual û metlûbî ra cewab dide. Hetta, binihêrre, haceteke herî edna, ji raiyeteke herî edna bibîne, bişefqet qeza dike. Şivanek, mîheke wî, lingekî wê biêşê(incinse), yan merhem yan beytar dişîne.

Were em herrin, li vê adeyê ictima'eke mezin heye. Hemî eşrafê memleket li wira kombûne. Binihêrre yawerekî ekremê ku nişaneke gellek mezin hilgirtiye, nutqekî dixûne/dixwîne. Ji wî padişahê xwe yê bişefqet hine tiştan dixwaze. Hemî ehalî, "Erê, erê, em jî dixwazin." dibêjin. Wî tesdîq û te'yîd dikin. Niha guhdarî bike, xoşewîstê vî padişahî dibêje ku:

"Ey sultanê me yê ku me bi ni'metê xwe perwerde dike. Numûne û siyên ku te nişanî me dane, esl û menbe'ên wan nişan de. Û me celb bike meqerrê selteneta xwe. Me li van çolan nede mehiw kirin. Me hilde huzûra xwe. Bi me merhemet bike. Ni'metên Te yên lezîz ku li vira Te bi me da tehmkirin li wira bide xwarin. Me bi zewal û teb'îdê te'zîb neke. Vê raiyeta Te ya mutî' a ji Te ra muştaq û muteşekkir, bêserûber(başıboş) nehêle, i'dam neke." dibêje û gellek pirr lava dike. Tu jî dibihîzî. Gello(Ëceba) padişahekî evqas bişefqet û biqudret, qe mumkine ku, merameke herî edna ya meruvekî herî edna biehemmiyet bîne cîh, meqsûdeke herî xweşik a yawerekî ekremê wî yê herî xoşewîst(sevgili) nehîne cîh? Halbûku (?) meqsûda wî xoşewîstî, meqsûda 'umûmê jî ye. Hem merzîya padişah, hem muqtezaya merhemet û 'edaleta wî ye. Hem bi wî rahete, giran nîne. Qasê van nuzhetgehên muweqqetên di misafirxaneyan/mêvanxaneyan da, giran nahê. Madem boyê nişandana numûneyan, pênc‑şeş rojan li seyrangehan evqas mesref dike, ev memleketa ava kiriye. Helbet, xezîneyên xwe yên heqîqî, kemalatê xwe, hunerên xwe li meqerrê selteneta xwe wê bi terzeke wisa nişan bide, seyrangehên wisa veke ku, eqlan di heyretê da bihêle.

Nexû (demek), herçî li vê meydana imtihanê diqewimin, bêserûber nînin. Seray(qesr)ên seadetê û zindanan li benda wan in.

Sûreta Şeşem: Hawa were, binihêrre! Ev şimendiferan, teyyareyan, techizatan, depoyan, rabergehan/pêşangehan, icraatan yên muhteşem, nişan didin ku, li pişt perdeyê selteneteke gellek muhteşem heyeHaşiye, hukm dike. Selteneteke wiha, re'iyeteke layiqê xwe dixwaze. Halbûku(?) tu dibînî, hemî re'iyet di vê misafirxane(mêvanxane)yê da kombûne/civiyane. Misafirxane/Mêvanxane jî, her roj tijî dibe, vala dibe. Hem hemî re'iyet boyê manevreyê li vê mêdana herbê peyda ne. Mêdan jî, her saet tê tebdîl kirin. Hem hemî re'iyet ji boyê ku numûneyên ihsanatê qîmetdarê padişah û antîkeyên sen'etên wî yên xariqe di rabergeh/ pêşangehan da temaşa bikin, li vê teşhîrgehê çendek deqîqe radiwestin(disekinin) seyrdikin. Meşher jî, her deqîqe tehewul dike. Yê diçe nahê, yê tê diçe. Hawa ev hal, ev wez'iyet qet'î nişan dide ku, li pişt vê misafirxane(mêvanxane)yê û vê mêdanê û van meşheran; seray(qesr)ên daimî, meskenên mustemir, xezîne û baẍên bi eslên xalis û bilind yên van numûneyan û sûretan tijî ne hene. Nexû(demek), li vira hewl dan (cehd kirin) ji bona wan e. Li vira dide xebatê, li wira ucretê dide. Goreyê isti'dada herkesî, li wira seadeteke wî heye...

Sûreta Heftem: Were, em parçeyekî bigerrin. Di nav vî ehaliyê medenî da çi heye, çi tune em bibînin. Hawa binihêrre! Li her derê, her koşeyî(her quncî), fotografên mute'eddid hatine sazkirin, sûret hildidin. Binihêrre, li her derê katibên mute'eddid rûniştine, hine tiştan dinivîsin, her tiştî qeyd dikin. Xizmeteke herî bêehemmiyet, wuqûateke herî adî zebt dikin. Ha, li vî çiyayê bilend, fotografeke mezin mexsûsê padişah hatiye sazkirin ku;Haşiye-2 li hemî van deran çi ceryan dike, sûretê wê hildidin. Nexû(demek) wî zatî emr kiriye ku, hemî mu'amele û kar(iş)ên ku di mulkê wî da ceryan dikin, bên/werin zebtkirin. Tê wê gotinê ku, ew zatê mu'ezzem hemî hadisatê dide qeyd kirin, sûretê wan hildide. Hawa, ev hifz û muhafezeya bidiqqet(bibal), helbet ji boyê muhasebeyekî ye. Niha, Hakimekî Hefîz ku mu'ameleyên herî adî yên re'iyeteke herî adî ihmal nake, na qe mumkine ku, ji herî mezinên re'iyetê 'emelên herî mezin muhafeze neke, muhasebe neke, mukafat û mucazatê nede. Halbûkî(?), mu'ameleyên ku bi 'izzet û ẍêreta wî zatî dijene(dokun) û şe'nê merhemeta wî qe qebûl nake, ji wan mezinan sudûr dikin. Li vira bi cezayê nade qelibandin. Nexû (demek) ji mehekmeyeke kubra ra tê hiştin.

Sûreta Heştem: Were, van fermanên ku ji wî hatine ezê ji te ra bixûnim/bixwînim. Binihêrre, mukerrer we'd dike û bişiddet tehdid dike ku: "Ez ê we ji wir bigrim û bînime meqerrê selteneta xwe û mutî'an mes'ûd, asî(asê)yan mehbûs bikim. Wî ciyê muweqqet xerab bikim, memleketekî dîger(din)ê ku seray(qesr) û zindan ên muebbed hawî ye sazbikim." Hem ew tiştên ku we'd dike jê ra ẍayet rahete, re'iyeta wî ra ẍayet muhimme. Di we'da wî da xulf jî, ji 'izzeta iqtidara wî ra ẍayet zidde.

Hawa binihêrre, hey sersem! Tu wehma xwe ya virrek(derewker), 'eqlê xwe yê hezeyanker, nefsa xwe ya xapînok tesdîq dikî. Û zatekî ku bi qe tu wechekî bi xulf û xilafê mecbûriyeta wî tune, û bi tu cihetê xilaf li heysiyeta wî nahê (bi heysiyeta wî nakeve), û hemî karên xuyan ji sidqa wî ra şehadet dikin; tekzîb dikî. Helbet tu bi cezayekî mezin musteheq dibî. Misala te dişibihe vê ku: rêwîyek ji ziyaya taverojê çehvê xwe digrê, li xeyala xwe dinihêrre; wehma wî, mîna stêrkebuhokê (yıldız böceği), bi îşiq/şewq/ronahiya fenera/çiraya qafê dixwaze riya xwe ya bidehşet tenwîr bike. Madem we'd kiriye, dê bike. Halbûku(?) îfaya wê jê ra pir rahete, û ji me ra û ji her tiştî ra û ji wî ra û ji selteneta wî ra gellek pirr lazime. Nexû(demek) mehkemeyeke kubra, se'adeteke 'uzma heye.

Sûreta Nehem: Niha were, hine ruesayên van daireyan û van cemaetan ku;Haiye-3 her yek, telefoneke wî ya xusûsî ku bizzat bi padişah ra hevbibînin(danûstandin bikin) heye. Hem hinek, derketine huzûra wî. Çi dibêjin, binihêrre! Evan bi ittifaq ixbar dikin ku, ew zat, boyê mukafat û mucazatê, ciyekî gellek muhteşem û bidehşet ihzar kiriye, ẍayet qewî we'd dike û bişiddet tehdîd dike. Hem 'izzet û celaleta wî, bi tu wechî va tenezzul nake xulfu'l-we'dê, tezellulê qebûl nake. Halbûku(?) ewan muxbiran, hem bi dereceya tewaturê pirr, hem jî bi ittifaqeke biquweta icma'ê xeber didin ku: medar û meqerra vê selteneta 'ezîme ya ku hinek asarê wê tên xuyanê, li memleketekî dinê ji vir dûr e û li vê mêdana imtihanê binayan muweqqetin; paşê wê tebdîl bibin seray(qesr)ên daimî, ev deran wê biguherrin. Çunkî(Lewra) ev selteneta muhteşem, bê zewala ku bi eserên wê va 'ezemeta wê tê fehmkirin(fehimandin), li ser umûrên wiha borîner(geçici), bêdewam, bêqerar, bêehemmiyet, muteẍeyyir, bêbeqa, naqis, bêtekemmul nahê sazkirin, nahê rawestin. Nexû(demek) li ser umûrên layiqê wî, daimî, musteqer, bêzewal, mustemir, mukemmel, muhteşem radiweste. Nexû(demek) diyarekî axer heye, helbet wê bê çûyîne wî meqerrî.

Sûreta Dehem: Were, îro newroza sultanî ye.Haşiye-4 Tebeddulatek wê hebe, karên ecêb wê derkevin. Di vê roja xweş a vê beharê da, vê sehraya kesk a bi van kulîlkên bedew emê herrinê, seyran bikin. Hawa binihêrre! Ehalî jî tên vî aliyî/terefî. Binihêrre, sihrek heye: wan binayan ji nişka va xerab bûn, şeklekî din hilgirtin. Binihêrre, mu'cizeyek heye: wan binayên ku xerab bibûn, ji nişka va li vira hatin çêkirin. Ëdeta, ev çoleke xalî, bû şehr(bajar)ekî medenî. Binihêrre, mîna perdeyên sînemayê, her saetê alemeke cuda nîşan dide, şeklekî cuda hildigrê. Li vê diqqet bike (bala xwe bide vê) ku, di nav ewqas perdeyên tevlihev, bi sur'et, bi kesret, heqîqî da intizameke çiqas mukemmel heye ku, her tişt cêbicê tê dahanîn. Perdeyên sînemayê yên xeyalî jî nikarin qasê vê muntezem bin. Bi milyonan sihrbazên mahir jî, nikarin van sen'etan çêkin. Nexû(demek), ew padişahê ku bi me nahê xuyanê, mu'cizeyên wî yên pirr mezin hene.

Hey sersem! Tu dibêjî: "Çawan ev memleketê terrikî wê bê texrîb kirin, li ciyekî din were avakirin(sazkirin!)?"

Hawa tu dibînî ku, her saet mîna wê tebdîla diyar ku eqlê te qebûl nake pirr inqilaban û tebdîlan dibin. Ji vê berhevbûn, belawbûn û ji van halan tê fehimîn(fehmkirin) ku, di nav van ictima'an, belawbûnan, teşkîlan, texrîban ên bi sur'et ku xuyan dikin meqsedekî din heye. Boyê ictima'a saetekî qasê deh salan mesref tên kirin. Nexû(demek) ev wez'iyetan meqsûdê bizzat nînin; temsîlek e, teqlîdek in. Ew zat bi mu'cize çêdike. Ta sûretên wan werin hilgirtin, terkîb kirin û netîceyên wan werin hifz kirin, nivîsandin. – Çawan ku her tiştê meydana imtihana manevreyê dihat qeyd kirin û nivîsandin. – Nexû(demek) li mecme'eke ekber mu'amele, wê li ser van dewam bike, bizivirre. Hem li meşhereke e'zem daimî wê werin nîşandan. Nexû(demek) ev wez'iyetên borîner(geçici), bêqerar; sûretên sabit, mêweyên baqî didin.

Nexû(demek) ev ihtifalat boyê se'adeteke 'uzma, mehkemeyeke kubra, ẍayeyên 'ulwî ku em nizanin e.

Sûreta Yanzdehem: Were, hey hevalê mu'ennid! Em li teyyareyekî, li şimendiferekî siwar bin ku diçe yan şerqê yan jî ẍerbê, yanê mazî û musteqbelê. Ev zatê mu'cizekar li derên din(sair) mu'cizeyên çi curre nîşan dane em bibînin. Hawa binihêrre, ecaibên mîna menzil û meydan û meşher ku em dibînin, li her alîyî(terefî) peyda dibin. Lakin sen'etkî, sûretkî ji hev[du] cuda ne. Feqet, bi vî baş diqqet bike (baş bala xwe bide vî) ku, li wan menzilên bêsebat, li wan meydanên bêdewam, li wan meşherên bêbeqa; intizamatê hikmeteke çiqas bahir, işaratê inayeteke çi derece zahir, emaratê 'edaleteke çi mertebe 'alî, semeratê merhemeteke çi derece wasi' tê xuyanê. Her kesê ku bêbesîret nîne yeqînen difehime(fehm dike) ku, hikmeteke ji hikmeta wî bêtir ekmel û inayeteke ji inayeta wî bêtir ecmel û merhemeteke ji merhemeta wî bêtir eşmel û edaleteke ji edaleta wî bêtir ecell nikare bibe û nikare were tesewwur kirin (nabe û nahê tesewwur kirin).

Eger fereza mîna ku tu tewehhum dikî di daireya memleketê wî da menzilên daimî, mekanên 'alî, meqamên sabit, meskenên baqî, ehaliyê muqîm, re'iyeta wî ya mes'ûd tune be (peyda nebe); bi heqîqetên ev hikmet, inayet, merhemet, edaletê ev memleketê bêbeqa me'lûme ku mezher nabe û ku li ciyekî/dereke din jî bi wan mezher bibe nehê dîtin (nehê peydabûn), ew weqt (wê wextê) bi ehmeqtiyeke bi dereceya ku di nav rojaniyê(gündüz) da îşiq/ruhniya taverojê em bibînin û di wî halî da em rojê inkar bikin; ev hikmeta li pêş çehvên me inkar kirin û ev inayeta ku em muşahede dikin inkar kirin û ev merhemeta ku em dibînin inkar kirin û ev edaleta ku emarat, işaratê wê gellek biquwet tên xuyanê inkar kirin lazim tê. Hem sahibê van icraatên hekîmane û ef'alê kerîmane û ihsanatê rehîmane ku em dibînin - haşa sume haşa! - lîstikvanekî sefîh, zalimekî ẍeddar [bûna wî] qebûl kirin lazim tê. Îja ev, inqilab[kirin]a heqîtetan bi ziddên wan e. Halbûku (?), inqilaba heqaiq, bi ittifaqê hemî ehlê 'eql muhal e, mumkin nîne. Tenê, eblehên sofestaî ku wucûda her tiştî inkar dikina xaric in.

Nexû(demek), diyarekî ji bilî vî diyarî heye. Li wî mehkemeyeke kubra, me'deleyeke 'ulya, mekremeyeke 'uzma heye ku, ta ev merhemet û hikmet û inayet û edalet temamen tezahur bikin.

Sûreta Donzdehem: Were, em ê niha vegerrin. Em ê bi reîsan û zabitan yên vê cema'etê ra hevbibînin û em ê li techîzatên wan binihêrrin ku, ew techîzat gelo tenê bona debar kirina li wê meydanê di nav muddeteke kurt da hatiye dayîn? Yaxûd bona tehsîl kirina heyateke se'adetê ya dirêj li dereke cuda/din hatiye dayîn? Em bibînin. Em nikarin li herkesî û li her techîzatê binihêrrin. Feqet bo numûne em ê li cuzdan û deftera vî zabitî binihêrrin: Di vî cuzdanî da rutbe ya zabit, me'aşê wî, wezîfeya wî, metlûbatê wî, dustura herekatê wî hene. Binihêrre, ev rutbeya boyê çend rojaneyan na, boyê zemanekî gellek dirêj dikare were dayîn. "Vî me'aşî ji xezîneya xasse di filan tarîxê da tu ê bistînî." nivîsandiye. Halbûku(?) ew tarîx, pirr zeman paşê û ku ev meydan tê girtin paşê tê. Ev wezîfeya jî goreyê vê meydana muweqqet nîne, belku(?) bona qezenckirina se'adeteke daimî ya di qurba padişah da hatiye dayîn. Ev metlûbat jî bona debar kirina li vê misafirxane(mêvanxane)ya çendek rojane nabe(nikare bibe). Belku(?) boyê heyateke dirêj û mes'ûdane dibe(dikare bibe). Ev dustûr jî serhev(butûn butûn) dide aşkeretiyê(açığa verir) ku, sahibê cuzdan namzedî dereke din/cuda ye, 'alemeke cuda/din ra dixebite. Binihêrre di van defteran da, sûreta isti'malê ya techîzatê aletan û mes'ûliyetan hene. Halbûku(?) eger ji bilî(başka) vê meydanê tenê dereke alî, daimî peyda nebe(tunebe), ev deftera muhkem, ew cuzdanî qet'î serhev(butûn butûn) bême'na dibin. Hem ev zabitê muhterem û komandanê mukerrem û reîsê mu'ezzez, dikeve derekeyeke ji hemî ehalî berjêr, ji herkesî bêtir bedbext, bêtir bêçare, bêtir zelîl, bêtir bimusîbet, bêtir feqîr, bêtir ze'îf. Hawa bi vê qiyas bike. Li kîjan tiştî diqqet bikî (bala xwe bidî kîjan tiştî) şehadet dike ku: piştî vî faniyî baqiyek heye.

Hey hevalo! Nexû(demek) ev memleketê muweqqet di hukmê zeviyekî da ye. Te'lîmgeheke, bazareke. Helbet li piştê mehkemeyeke kubra, se'adeteke 'uzma wê were. Eger tu vê inkar bikî; mecbûr dibî hemî cuzdan, defter, techîzat û dustûr yên nik zabitan, belku(?) hemî intizamata li vî memleketî, hetta hukûmetê inkar bikî û wucûdê hemî icraatê ku waqi' bûne tekzîb kirin lazim tê. Ew weqt(wê wextê) ji te ra, insan û zîşu'ûr nahê gotin. Ji sofestaiyan bêtir bê‑'eql dibî.

Nebê tu zenn bikî delîlên tebdîla memleket bi van "Donzdeh Sûretan" munhesir e. Belku(?) emareyên, delîlîen ku nahên hedd û hesabê hene ku, ev memleketê bêqerar, muteẍeyyir wê bê tehwîl kirinê bi memleketekî bêzewal, musteqerr. Hem işaretên, 'elametên ku nahên hedd û hesabê hene ku, ev ehalî wê ji van misafir(mêvan)xaneyên muweqqet werin hildan, werin şandine meqerrê daimî yê seltenetê.

Baxusûs, were ez ê burhanekî dîsa, ji quweta "Donzdeh Sûretan" bêtir biquwet, nişânî te bidim.

Hawa, were binihêrre! Di nav vê cema'eta 'ezîmeya li dûr ku tê xuyanê, yawerê ekrem yê sahibê nişana mezin ku me ewel li adeyê dîtibû li tebliẍatekî [peyda] ye. Em herin guhdarî bikin. Binihêrre ew yawerê ekrêm ê ronak(parlak), binihêrre wê fermana e'zema ku li bilind te'lîq kirine, bi ehalî dide zanîn û dibêje ku:

"Xwe hazır/amade bikin; hûn ê herrine memeleketekî cuda, daimî. Memleketekî wisan ku, ev memleket bi wî nisbeten di hukmê zindanê da ye. Hûn ê herrine meqerrê selteneta Padişahê me, mezherê merhemeta wî, ihsanên wî bin -eger hûn rindane vê fermanê guhdarî bikin, itaet bikin-. Gerna hûn 'isyan bikin û guhdarî nekin, hûn ê werine avêtinê zindanên mudhiş." mîna vê li tebliẍatê [peyda] ye. Tu jî dibînî ku, di wê fermana e'zem da turreyeke wisan i'cazkar heye ku, bi qe tu wechê qabilê teqlîd nîne. Ji bilî/xêncî sersemên wekî te herkes, qet'î dizane ew ferman, fermana padişah e. Û di wî yawerê ekremê ronak(parlak) da nişanên wisan hene ku, ji bilî/xêncî korên wekî te herkes, yeqînen difehime ku wî zatî tercumanê gellek dirust ê ewamirê padişah e.

'Eceba ev mes'eleya tebdîla memleket ku ew yawerê ekrem beranberê wê fermana e'zem bi hemî quweta xwe de'wa dikin û teblîẍ dikin, qe tu qabile ku i'tirazê qebûl bike? Erê qabil nîne. İlla ku, hemî van tiştê ku me dîtin tu inkar bikî...

Niha hey hevalo, gote ya te ye, bêje. Çi dibêjî, bibêje!

"Ez ê çi bibêjim, ne êdî/hêna hemberê vî tiştek tê gotinê(dikar bê gotinê)? Ne di nava rojaniyê(gunduz) da hemberê taverojê gote tê gotinê? Tenê dibêjim ku: Elhemdu lillah, sed hezar def'e/şukr be ku, ez ji tehekkuma wehm û hewayê, ji esareta nef û hewesê filitîm û ji heps û zindana daimî xelas bûm. Û min bawer kir ku, ji van misafir(mêvan)xaneyên tevlihev(karmakarışık), bêqerar cuda û di qurba şahane da diyarekî se'adet heye, em jî jê ra namzed in."

Hawa, ev hikayeya temsîliye ku ji heşr û axiretê kinaye û 'ibaret bû li vira temam bû. Niha bi tewfîqa ilahiye em ê derbas bine heqîqeta 'ulya. Muqabilê "Donzdeh Sûret"ên borî/derbasbûyî, em ê "Donzdeh Heqîqetên Mutesanid" û "Muqeddeme"yekî beyan bikin.



(Haşiye) Ji salê ra işarete. Erê, behar wagoneke mehzenê erzaq e. Ji ẍaibê tê...
Haşiye Mesela, çawan di vî zemanî da li mêdana manevreyê di usûla herbê da, mîna ku bi emrê "silah(çek)ê hilde, sungîyê pê da bike" ordî/artêşeke terrikî seranser dişibihe mêşegeheke biqît (dirî/kelen); di her rojeke cejnê da hemberê emrê "formeyên xwe lêbikin, nişanên xwe daleqînin" ji boyê resmê-derbas (resm-i geçid?), ku ordîgeh/artêşgeh seranser baẍçeyekî muzeyyenê rengareng kulîlk vedike temsîl dike misillû (??), wisan jî, li mêdana rûyê zemîn ji enwa'ê cunûdê bênihayet yên Sultanê Ezelî mîna melek û cinn û ins û heywan, taifeyea bêşuûra nebatatê jî, di cihada hifza heyatê da bi emrê كُنْ فَيَكُونُ va; weqtê ku emrê ilahîyê "ji boyê mudafe'eyê silahên xwe û cihazatê xwe lêbikin" hildidin, zemîn seranpê (ji serî ta binî) hemî darên bikelen û nebatên tê da gava ku sungîyokê xwe dialiqînin, eynen dişibihine ordîgeh/artêşgeheke ku sungîyê xwe aliqandine...
Hem ji ber ku her rojek, her hefteyeke beharê di hukmê yek cejna yek taifeya nebatat da ye; her taifeyeke wê jî, boyê teşhîr kirina hediyeyên bedew ên ku sultanê xwe ihsan kiriye wê taifeyê, ji ber ku nişanên muresse' ên ku lê aliqandiye di terzê yek resmê derbas( resm-i geçit?) da, li nezera şuhûd û işhada wî Sultanê Ezelî 'erz dike û ji ber ku wez'iyeteke wisan dide xuyanê; hemî nebatat û eşcar goya emrê Rebbaniyeyê "muresseatê sen'etê Rebbaniye û nişanên fitreta ilahiye ku kulîlk û fêkî tên gotin aliqînin, kulîlkan vebikin" guhdarî dikin ku, rûyê zemîn jî ordîgeh/artêşgeheke ku rojeke cejnê ya ẍayet muhteşem, di resmê derbas(?)a şahane da, formeyên wê yên bikil û nişanên muresse' ên ku dibiriqin temsîl dike. Hawa techîzat û tezyînatê ev derece bi hikmet û intizam helbet nişan dide yên ku kor nînin ku ev bi emrê sultanekî bênihayet qedîr, hakimekî li dereceya nihayet hekîm e.

Haşiye-2 Qismekî me'nayên ku ev "sûret" işaret dike, di "Heqîqeta Heftem" da hatiye beyan kirin. Tenê, li vê derê işareta "fotografek mezin mexsûsê padişah" û heqîqeta wê "Lewhê Mehfûz" gotiye. Teheqquqa wucûdê Lewhê Mehfûz di "Goteya Bîst û Şeşem" da wiha hatiye isbat kirin ku:
Çawan cuzdanên piçûk piçûk, wucûda kutuk(?)eke mezin ihsas dike; û senedên piçûk piçûk ,peydabûna deftereke kebîr iş'ar dike; û tereşşuhatên piçûk bikesret, menbe'eke mezina avê işmam dike. Eynen wisa jî, quweyê hafize yên benî beşer, mêweyên baẍan, dendik û toxum(tov)ên mêweyan; ku di hukmê cuzdanên piçûk piçûk da ne, hem di me'naya yek lewhê mehfûzên piçûk da ne, hem di sûreta nuqteyên piçûk piçûk ku ji qelema ku lewhê mehfûz a mezin nivîsiye tereşşuh kirine da ne; helbet hafizeyeke kubrayê, deftereke ekberî, Lewhê Mehfûzeke E'zem ihsas dike, iş'ar dike û isbat dike. Belkî(?), bi 'eqlên tûj nişan dide.
Haiye-3 Me'nayên ku ev "sûret" isbat dikin, di "Heqîqeta Heştem" da, wê bên xuyanê. Mesel:, reîsên daireyan, di vê temsîlê da, ji enbiya û ewliya ra işarete. Û telefon jî, nisbeteke rebbaniye ya ku me'kesê wehy û mezherê ilham ji qelbê dirêj dibe ku, qelb serê wê telefonêye û di hukmê guhê wê da ye.
Haşiye-4 Tu ê remza vê "sûretê" di "Heqîqeta Nehem" da bibînî. Mesela roja newrozê, ji mewsim/demsala beharê ra işaret e. Sehraya kesk a bi kulîlk jî, rûyê zemîn ê di mewsima beharê da ye. Îja perdeyên, menzereyên ku diguherrin jî, işarete bo met'ûmatê ku dibin medarê tebeqatê mewcûdatê behariye û taifeyên mesnûatê seyfiye û erzaqê heywaniye û insaniye ku ji ibtidaya fesla beharê ta intihaya havînê, Sani'ê Qedîrê Zu'lcelal, Fatirê Hekîmê Zu'lcemal bi kemala intizamê diguherre û bi kemala rehmetê dide tazekirin û li pişt hev dişîne.

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire

Li vê derê hûn dikarin şîroveyên xwe binivîsin. Vê gavê tenê kesên ku endamê Gmail'in dikarin şîrove bikin. Bo hemî fikr û ramanên xwe, hûn dikarin bi kurdinur@hotmail.com ra bikevin têkiliyê.