04/01/2011

Goteya Nehem

Goteya Nehem
بِسْمِ اللّهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِ
فَسُبْحَانَ اللّهِ حِينَ تُمْسُونَ وَحِينَ تُصْبِحُونَ ٭
وَلَهُ الْحَمْدُ فِى السَّموَاتِ وَاْلاَرْضِ وَعَشِيًّا وَحِينَ تُظْهِرُونَ ٭
Hey birader! Tu ji min hikmeta texsîsa nimêjê li van pênc weqtên muëyyen dipirsî. Ji gellek pirr hikmetên wê, tenê ji yekî ra em işaret dikin.
Erê weqtê her nimêjekî, mîna ku serê inqilabeke muhimme, neynika teserrufeke ilahî ya ëzîm û di nav wê teserrufê da me'keseke ihsanatê kulliyeyê ilahîye ye. Lewma nimêja ku tê wateya ji Qedîrê Zulcelal ra di wan weqtan da hên zêde tesbîh kirin û te'zîm kirinê û hemberê yekûnê ni'metên Wî yên bêhedd ku di nava du weqtan da kombûne şukr û hemd kirinê, hatiye emr kirin. Boyê ku ev me'naya tenik û kûr parçeyekî were fehm kirin, lazime ku "pênc nukteyan" beranberê nefsa min bê guhdarî kirin.
Nukteya yekem: Me'naya nimêjê, Cenabê Heqq te'zîm kirin û tesbîh kirin û şukr kirin e. Yanê, li hemberê celala Wî, qewlen û fi'len "Subhanellah" gotin û teqdîs kirin; hem li hemberê kemala Wî, lefzen û ëmelen "Ellahu ekber" gotin û te'zîm kirin; hem li hemberê cemala Wî, qelben û lisanen û bedenen "Elhemdu lillah" gotin û şukr kirin e. Nexû tesbîh û tekbîr û hemd, di hukmê dendikên nimêjê da ne. Ji wî ye ku, di hereket û ezkarê nimêjê da ev sê tişt di her alî da peyda ne. Hem ji wî ye ku, piştî nimêjê, bona te'kîd û teqwiye ya me'naya nimêjê, ev kelimatê mubareke sîh û sê caran tên tekrar kirin. Me'naya nimêjê bi van xulaseyên mucmel va tê te'kîd kirin.
Nukteya duwem: Me'naya ïbadetê eve ku: Li dergehê ilahî ëbd, qusûra xwe û ëcz û feqra xwe bibîne, pêşberê kemala rubûbiyet û qudreta semedaniye û rehmeta ilahiye bi heyret û muhebbet secde bike. Yanê selteneta rubûbiyetê çawan ku 'ubûbiyetê û itaëtê dixwaze; qudsiyet û paktî ya rubûbiyetê jî dixwaze ku, ëbd bi qusûra xwe dîtin û bi istiẍfarê va û Rebbê xwe ji hemî neqais pak û muberra û ji efkarê batileyê ehlê z̈elaletê munezzeh û muëlla û ji hemî qusûratê kainatê muqeddes û muërra bûn a Wî, bi tesbîhê, bi Subhanellah va i'lan bike.
Hem jî kemala qudret a rubûbiyetê jî dixwaze ku, ëbd bi zeëfa xwe û ëcza mexlûqat dîtinê va hemberê ëzameta asarê qudreta semedaniye di nav istihsan û heyretê da Ellahu ekber bibêje, bi xuzû' herre rukû'ê, bi Wî iltica û tewekkul bike.
Hem xezîneya rehmet a bênihayet a rubûbiyetê jî dixwaze ku, ëbd ihtiyacê xwe û feqr û ihtiyacatê hemî mexlûqatî bi lisanê sual û du'a izhar bike û ihsan û in'amatê Rebbê xwe bi şukr û sena kirinê, bi Elhemdu lillah va i'lan bike. Nexû ef'al û eqwalê nimêjê van me'nayan tezemmun dike û bona van ji terefê ilahî hatiye wezi' kirin.
Nukteya sêyem: Çawan ku insan, misalekî museẍẍerê vê älema kebîre û Fatiheya şerîfe, timsaleke munewwer a vê Qur'an‑a ëzîmu'ş‑şan e; nimêj jî fihristeyeke nûraniye ya ku enwa'ê hemî ïbadatê şamile û xerîteyeke qudsiye ya ku işaret dike elwanê ïbadetên hemî esnafê mexlûqat.
Nukteya çarem: Çawan ku mîlên saeteke hefteyane ku saniye û deqîqe û saet û rojan dijmêrin li hev dinihêrrin, misalê hevin û hukmê hev hildidin. Wisan jî, ev alema dunyayê ku saeteke kubra ya Cenabê Heqq e; dewerana şev û rojê ku di hukmê saniyeya wê ye û salên ku deqîqeyan dijmêrin û tebeqatê 'umrê insan ku saetan dijmêrin û edwarê 'umrê alem ku rojan dijmêrin; li hev dinihêrrin, misalê hevin û di hukmê hev da ne û hevûdin didin bîranînê. Mesela:
Zemanê fecrê, - heta tulû'ê - li zemanê ewelê beharê, hem li awanê ku insan dikeve rehmê maderê, hem ji xilqeta semawat û erdê di şeş rojan da li roja yekem dişibihe û dide bîranîn û şuûnata ilahiyeya di wan da ixtar dike.
Zemanê zuhrê jî, li nava mewsima havînê, hem li kemala ciwantiyê, hem di 'umrê dunyayê da li dewra xilqeta insan dişibihe û işaret dike û tecelliyatê rehmetê û fuyûzatê ni'metê yên di wan da dide bîranîn.
Zemanê ësrê jî, li mewsima paîzê, hem li weqtê ixtiyartiyê, hem li ësra seadet a Pêẍemberê axirzeman (ëleyhisselatu wesselam) dişibihe û şuûnatê ilahiye û in'amatê rehmaniye yên di wan da ixtar dike.
Zemanê meẍribê jî, ẍurûba gellek pirr mexlûqatî di axirê mewsima paîzê da, hem wefata insan, hem xerabiyeta dunyayê ya di ibtidaya qiyametê da ixtar dike û tecelliyatê celaliye ifham dike û beşerê ji xewa ẍefletê hişyar dike, îqaz dike.
Weqtê ïşayê jî, alema zulûmatê bi kefenê xwe yê reş setr kirina hemî asarê alema nehar, hem zivistan bi kefenê xwe yê sipî rûyê erdê mirî nixumandina wê, hem beqiyeyê asarê insanê wefatkirî jî wefat kirin û ketina wê ya binê perdeya nisyanê, hem ev dunyaya darê imtihan butûn butûn (serhev) dadana wê ixtar dike û teserrufata bicelal ya Qehharê Zulcelal i'lan dike.
Weqtê şevê jî, hem zivistanê, hem qebrê, hem alema berzexê ifham dike û rûhê beşer ji rehmeta Rehman ra çi derece muhtace bi insan dide bîranîn. Û di şevê da teheccud jî, di şeva qebrê û taritiya berzexê da, roniyeke çiqas biluzûme dide zanin, îqaz dike û di nav hemî van inqilabatê da ni'metên bênihayet ên Cenabê Mun'imê Heqîqî ixtar dike û çi derece hemd û senayê ra musteheqe i'lan dike.
Sibeha duwem jî, sibeha heşrê ixtar dike. Erê, sibeha vê şevê û behara vê zivistanê çiqas me'qûl û lazim û qet'î be, sibeha heşrê jî, behara berzexê jî di wê qet'iyetê da ye.
Nexû, mîna ku her yekî van pênc weqtan, di serê inqilabeke muhim da ye û inqilabên mezin ixtar dike, bi işareta teserrufata ëzîmeya yewmiye, hem senewî, hem ësrî, hem dehrî mu'cizatê qudretê û hedaya yê rehmetê dide bîranîn. Nexû esil wezîfeya fitret û esasê 'ubûdiyetê û nimêja ferz a ku qet'î deyne, di van weqtan da layiqe û ensebe.
Nukteya pêncem: İnsan fitreten ẍayet ze'îfe. Lêbelê, her tişt têkilî wî dibe, wî muteesir û muteellim dike. Hem ẍayet äcize. Lêbelê belayên wî û dujminên wî gellek pirrin. Hem ẍayet feqîre. Lêbelê ihtiyacatê wî gellek zêde ne. Hem tenbel û bê iqtidar e. Lêbelê tekalifê heyatê ẍayet giran e. Hem insaniyetê, ew bi kainatê ra ëlaqedar kiriye. Lêbelê zewal û firaqa tiştên ku ew jê hez dike, unsiyet dike, mutemadiyen wî diêşîne. Hem ëql, meqsedên bilind û fêkiyên baqî nişanî wî dide. Lêbelê destê wî kin e, 'umr/omrê wî kin e, iqtidara wî kin e, sebra wî kin e.
Hawa rûhekî di vê wez'iyetê da, di zemanê fecrê da, li dergeha Qedîrekî Zulcelal, Hekîmekî Zulcemal; bi niyaz, bi nimêj muraceët kirin û ërzuhal kirin, tewfîq û meded xwastin çiqas elzem û boyê tehemmul kirina kar û wezîfe yên ku di alema birojê ya li peyê da wê werin serê wî, li pişta wî bar bibin, nuqteyeke istinadê ya çiqas biluzûm e bedaheten tê fehimandin.
Û di zemanê zuhrê da ku, ew zeman, kemala rojê û meyla wê ber-zewalê û awanê tekemmula karên yewmî (rojane), û ji tezyîqa meşaẍilê zemanê istiraheteke muweqqet, û ji ẍeflet û sersemtî ya ku dunyaya fanî û karên bêbeqa didin weqtê ihtiyaca rûh ya teneffusê, û aneke ku in'amatê ilahiye tezahur dikin. Rûhê beşer ji wê tezyîqê filitîn, ji wê ẍefletê vekişîn, ji wan tiştên bê me'na û bê beqa derketin û çûna dergeha Mun'imê Heqîqî yê ku Qeyyûmê Baqî ye û bi dest girêdanê ji yekûnê ni'metên Wî ra şukr û hemd kirin û istiane kirin û li hemberê celal û ëzameta Wî bi rukû'ê va ëcza xwe izhar kirin û li hemberê kemala bêzewal a Wî û cemala bêmisal a Wî secde kirin û heyret û muhebbet û mehwiyeta xwe i'lan kirin; kirina nimêja zuhrê ku ev wateye (tê vê gotinê), çiqas rind, çiqas xweş, çiqas lazim û munasibe insanê ku nefehime insan nine...
Di weqtê ësrê da ku, ew weqt hem mewsima hezînaneya paîzê, û haletê mehzûnaneyê ixtiyartiyê, mewsima elîmaneya axirzeman, dide yadkirin û bibîranîn. Hem zemanê netîcedan a karên yewmî (rojane), hem zemanê ku ni'emê ilahiye yên mîna sihhet û selamet û xizmeta bixêr yekûneke ëzîm teşkil dike, hem bi işareta meylkirina ber-ufûlê ya taveroja terrikî, zemanê i'lan kirinê ye ku insan me'mûrekî mêvan e û her tişt berdemî, bêqerar e. Niha, rûhê insan ku ebediyetê dixwaze û boyê ebedê hatiye xelqbûyin û li hemberê ihsanê perestiş dike û ji firaqê muteellim dibe; rabe, destnimêj bigrê û di vê weqtê ësrê da bo nimêja ësrê bike li dergeha semedaniye ya Qedîmê Baqî û Qeyyûmê Sermedî ërzê munacat bike, bi iltifata rehmeta Wî ya bêzewal û bênihayet iltica bike, li hemberê ni'metên Wî yên bêhesab şukr û hemd kirin, li hemberê ïzzeta rubûbiyeta Wî zelîlane herre rukû'ê, li hemberê sermediyeta ulûhiyeta Wî mehwiyetkarane secde bike, teselliyeke heqîqî ya qelb, raheteke heqîqî ya rûh bibîne/peyda bike, di huzûra Wî ya kibriya da kemerbesteyê 'ubûdiyet be; kirina nimêja ësrê ku ev wateye (tê vê gotinê), wezîfeyeke çiqas 'ulwî, xizmeteke çiqas munasib, deynekî fitret ê çiqas di cîh da eda kirin, belku seadeteke ẍayet xweş bidest xistin e, insanê ku insan be difehime...
Di weqtê meẍribê da ku, ew zeman hem ji destpêkirina zivistanê di nav weda'a hezînane ya mexlûqatê nazenîn û bedew ên havîn û paîzê da zemanê ẍurûb kirinê dide yadkirin. Hem zemanê ku insan bi wefata xwe ji hemî hezkiriyên xwe di nav firaqeke elîmane da vediqete diçe qebrê, dide bibîranîn. Hem zemanê ku, bi wefata dunyayê di nav zelzeleya sekeratê da hemî sekeneyê wê koç dikin alemên din û ev lampeya darê imtihanê tê temirandin, dide yadkirin, bibîranîn û zemanekî ku wanên perestiş dikin e mehbûbên di zewalê da ẍurûb dikin bişiddet îqaz dike. Hawa boyê nimêja meẍreb/êvarê di weqtekî wiha da rûhê beşer ku fitreten cemaleke baqî ra ayîneya muştaqe; rûyê xwe vedigerrîne ërşa ëzamet a Qedîmê Lemyezel û Baqîyê Layezal ku van karên ëzîm dike û van alemên cesîm werdigerrine, tebdîl dike; [ev rûhê beşer] di ser van faniyan da "Ellahu ekber" dibêje û destên xwe ji wan dikişîne, boyê xizmeta mewla dest girêdide, li huzûra Daimê Baqî qiyam dike, bi "elhemdu lillah" gotinê va li hemberê kemala Wî ya bê qusûr, cemala Wî ya bêmisl, rehmeta Wî ya bênihayet hemd û sena dike, bi ‌اِيَّاكَ نَعْبُدُ وَ اِيَّاكَ نَسْتَعِينُ‌ gotinê va li hemberê rubûbiyeta Wî ya bêmu'în, ulûhiyeta Wî ya bêşerîk, selteneta Wî ya bêwezîr ërzê 'ubûdiyet û isti'ane dike, hem li hemberê kibriyaya Wî ya bênihayet, qudreta Wî ya bêhedd û ïzzeta Wî ya bê'ecz diçe rukû'ê û beranberê hemî kainatê bi ze'ef û ëcza xwe, feqr û zilleta xwe izhar kirinê va سُبْحَانَ رَبِّىَ الْعَظِيمِ‌ dibêje, Rebbê xwe yê Ëzîm tesbîh dike; hem li hemberê cemala zatê Wî ya bêzewal, sifatê qudsiyeyên Wî yên bêteẍeyyur, kemala sermediyeta Wî ya bêtebeddul secde dike û di nav heyret û mehwiyetê da bi terka masiwayê muhebbet û 'ubûdiyeta xwe i'lan dike, hem bedelê hemî faniyan Cemîlekî Baqî, Rehîmekî Sermedî dibîne, bi ‌سُبْحَانَ رَبِّىَ اْلاَعْلٰى‌ gotinê va Rebbê xwe yê E'la yê ji zewalê munezzeh, ji qusûrê muberra teqdîs dike; paşê teşehhud dike, rûdinê, tehiyyatê mubareke û selewatên teyyibe yên hemî mexlûqatê bi hesabê xwe hediye dike wî Cemîlê Lemyezel û Celîlê Layezal û bi Resûlê Wî yê ekrem selam kirinê va bî'eta xwe tecdîd û bi ewamirê Wî ita'eta xwe izhar dike û boyê îmana xwe bi tecdîdê tenwîr dike intizama hekîmaneya vê qesra kainatê muşahede dike, ji wehdaniyeta Sani'ê Zulcelal ra şehadet dike; hem Muhemmedê Ërebî (ëleyhisselatu wesselam) ku dellalê selteneta rubûbiyetê û mubelliẍê merziyatê û tercumanê ayat ê kitaba kainatê ye bi risaleta wî şehadet dike; kirina nimêja meẍribê ku ev wateye (tê vê gotinê), wezîfeyeke çiqas letîf û nezîf, xizmeteke çiqas ëzîz û lezîz, 'ubûdiyeteke çiqas xweş û rind, heqîqeteke çiqas ciddî û di vê mêvanxaneya fanî da suhbeteke baqiyane û seadeteke daimane ye, merivê ku vê nefehime çawa dikare bibe meriv?
Di weqtê ïşaê da ku, ew weqt beqiyeya asarê rojê ku li ufqê (li ava) mayî jî winda dibe û alema şevê kainatê werdigrê. Bi teserrufatê rebbaniye yê Qedîrê Zulcelal ê ‌مُقَلِّبُ الَّيْلِ وَ النَّهَارِ ku wê sehîfeya sipî dizivirrîne vê sehîfeya reş, icraatê ilahiye yê Hekîmê Zulkemal ê مُسَخِّرُ الشَّمْسِ وَ الْقَمَرِ‌ ku sehîfeya hêşîn a muzeyyen a havînê vedigerrîne sehîfeya sipî ya barid a zivistanê, dide bibîranîn. Hem şuûnatê ilahiye yê Xaliqê mewt û heyat ku bi murûrê zeman beqiyeya asarê ehlê qubûr jî, ji vê dunyayê tê birrîn, butûn butûn (serhev) derbasdibe alemeke dinê, dide yadkirin. Hem zemanekî ku, teserrufatê celaliye û tecelliyatê cemaliye yê Xaliqê erd û semawatê ku dunyaya teng û fanî û heqîr temamen xerab dibe, bi sekerata xwe ya ëzîm wefat dike, alema axiretê ya fireh û baqî û biëzemet inkişaf dike, dide yadkirin û bibîranîn. Hem wez'iyeteke ku isbat dike ku; malik û muteserrifê heqîqî, me'bûd û mehbûbê heqîqî yê vê kainatê dikare ew zat be ku şev û rojê, zivistan û havînê, dunya û axiretê mîna sehîfeyên kitabekî bisuhûlet werdigerrîne, dinivîse ‑ hildiweşîne, diguherrîne, Qedîrekî mutleqê ku li van hemiyan hukm dike.
Hawa, rûhê beşer ku bênihayet äciz, ze'îf e, hem bênihayet feqîr, muhtac e, hem bi zulûmateke bênihayeta istiqbalê noqdibe, hem di nav hadisatê bênihayet da diçelqe/tê çelqandin; boyê nimêja ïşaê bike, di ïşaa bi vê me'nayê da, İbrahîmwarî ‌لاَ اُحِبُّ اْلاٰفِلِينَ‌ dibêje, li dergeha Me'bûdê Lemyezel, Mehbûbê Layezal bi nimêjê iltica dike û di vê alema fanî û 'umrê fanî û dunyaya tarî û istiqbala tarî da, bi Baqîyekî Sermedî ra munacat dike, bi parçeyokek suhbeta baqiye di nav 'umrekî baqî yê çend deqîqeyan da – Rehmanê Rehîm ê ku li dunyaya wî nûr bireşîne, istiqbala wî ronahî bike, li birînên wî yên ku ji firaq û zewal a mewcûdat û ehbabê wî neş'et dikin merhemê lêde – iltifata rehmeta Wî û nûra hidayeta Wî dibîne û dixwaze; hem dunyaya ku muweqqeten ew ji bîra kiriye û xwe veşartiye ew jî jibîra dike, derdên xwe bi girîna qelb va li dergeha rehmetê dirijîne, hem çi dibe çi nabe beriya ku neketiye xewa ku li mirinê dişibihe, wezîfeya xwe ya 'ubûdiyetê ya dawî dike, boyê ku deftera ëmel a xwe bi husnê xatime va girêde selatê ra qiyam dike, yanê derdikeve huzûra Me'bûd û Mehbûbekî Baqî bedelê hemî hezkiriyên xwe yên fanî û Qedîrekî Kerîm bedelê hemî äcizên ku jê parsektiyê dike û Hefîzekî Rehîm boyê ku ji şerrê hemî muzirrên ku jê ditirtile/diheje bifilite (derdikeve huzûra Wî); hem bi Fatiheyê destpêdike yanê bedelê medh û minnetdartiya mexlûqên naqis, feqîr ku ji tiştekî ra kêr nahên û nelicîhin, Rebb'il-Alemîn ê ku yek Kamilê Mutleq û Ẍeniyê Mutleq û Rehîm, Kerîm e medh û sena dike; hem tereqqî dike xitaba ‌اِيَّاكَ نَعْبُدُ‌ yanê beranberê piçûkbûn, hêçbûn, bêkesbûna xwe bi intisaba Malikê yewmi'd-dîn ê sultanê ezel û ebed va, dikeve meqamê mêvanekî nazdar û wezîfedarekî biehemmiyet li vê kainatê, bi ‌اِيَّاكَ نَعْبُدُ وَ اِيَّاكَ نَسْتَعِينُ gotinê va, bi namê hemî mexlûqatî ïbadat û isit'anatê di cema'eta kubra û cem'iyeta 'uzma ya kainatê da teqdîmê Wî dike; hem bi ‌اِهْدِنَا الصِّرَاطَ الْمُسْتَقِيمَ‌ gotinê va sirata musteqîma ku rêya nûranî ya ku di nav tarîya istiqbalê da diçe seadeta ebediye ra hidayetê dixwaze; hem Zatê Zulcelal ku, nebatat û heywanatên ku niha raketine/razane, taveroj û stêrkên huşyar ku mîna wan xwe veşartine bi mislê yek neferên ji emrê Wî ra musexxerin û di vê mêvanxaneya alemê da yek lampe û xizmetkarê Wî ne, kibriyaya Wî difikire(diramîne) Ellahu ekber dibêje û digêhe rukû'ê; hem secdeya kubra ya hemî mexlûqatî diramîne(difikire) yanê mîna mexlûqatê ku vê şevê da raketine, enwa'ê mewcûdatê di her salê, her ësrê da, hetta erd, hetta dunya mîna yek artêşên muntezem, yek neferên mutî' zemanê ku ji wezîfeya xwe ya 'ubûdiyetê ya dunyewiye bi emrê كُنْ فَيَكُونُ tên terxîs kirin, yanê weqtê ku tê şandine alema ẍeyb, [mîna ku] bi intizama nihayet va di seccadeya ẍurûba li zewalê da Ellahu ekber dibêjin û secde dikin, hem mîna ku bi seyheyeke ihya û îqaz a ku ji emrê كُنْ فَيَكُونُ tê dîsa di biharê da qismen ëynen, qismen mislen heşr dibin, qiyam dikin, kemerbesteyê xizmeta Mewla dibin; ev insanok bi wana iqtidaen li bargeha huzûra wî Rehmanê Zulkemal, wî Rehîmê Zulcemal, di nav muhebbeteke heyret‑alûd, mehwiyeteke beqa‑alûd, tezelluleke ïzzet‑alûd da Ellahu ekber dibêje û diçe sucûdê, yanê bi new'ekî derdikeve mi'racê; kirina nimêja ïşaê ku ev wateye (tê vê gotinê), wezîfeyek, 'ubûdiyetek, xizmetek, heqîqeteke ciddî a çiqas xweş, çiqas rind, çiqas şîrîn, çiqas bilind, çiqas ëzîz û lezîz, çiqas me'qûl û munasib e; helbet tu fehimiyî.
Nexû ev pênc weqtan, heryekî işaratê yek inqilabê ëzîm û emaratê icraatê cesîme yê rebbaniye û ëlamatê in'amatê kulliye yê ilahiye nin, lewma texsîsa nimêja ferz a ku deyn û zimmet e li wan zemanan nihayet hikmet e...
‌سُبْحَانَكَ لاَ عِلْمَ لَنَا اِلاَّ مَا عَلَّمْتَنَا اِنَّكَ اَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ‌

‌اَللّٰهُمَّ صَلِّ وَ سَلِّمْ عَلٰى مَنْ اَرْسَلْتَهُ مُعَلِّمًا لِعِبَادِكَ لِيُعَلِّمَهُمْ كَيْفِيَّةَ مَعْرِفَتِكَ وَ الْعُبُودِيَّةَ لَكَ وَ مُعَرِّفًا لِكُنُوزِ اَسْمَائِكَ وَ تَرْجُمَانًا ِلاٰيَاتِ كِتَابِ كَائِنَاتِكَ وَ مِرْاٰتًا بِعُبُودِيَّتِهِ لِجَمَالِ رُبُوبِيَّتِكَ وَ عَلٰى اٰلِهِ وَ صَحْبِهِ اَجْمَعِينَ وَ ارْحَمْنَا وَ ارْحَمِ الْمُؤْمِنِينَ وَ الْمُؤْمِنَاتِ اٰمِينَ بِرَحْمَتِكَ يَا اَرْحَمَ الرَّاحِمِينَ‌

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire

Li vê derê hûn dikarin şîroveyên xwe binivîsin. Vê gavê tenê kesên ku endamê Gmail'in dikarin şîrove bikin. Bo hemî fikr û ramanên xwe, hûn dikarin bi kurdinur@hotmail.com ra bikevin têkiliyê.