03/01/2011

Goteya Şeşem

Goteya Şeşem
بِسْمِ اللّهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِ
اِنَّ اللّهَ اشْتَرَى مِنَ الْمُؤْمِنِينَ اَنْفُسَهُمْ وَاَمْوَالَهُمْ بِاَنَّ لَهُمُ الْجَنَّةَ
Ku tu dixwazî bifehimî ku nefs û malê xwe firotine Cenabê Heqq û ji Wî ra ëbd bûn û esker bûn ticareteke çiqas bikar, rutbeyeke çiqas bişerefe; vê hikayetoka temsîlî guhdarî bike:
Zemanekî padişahek, ji re'iyeta xwe du meruvan ra, her yekî cotgehekî emaneten dide wan ku, tê da wekî fabrîqe, makîne, hesp, silah her tişt heye. Feqet ji ber ku zemanê muharebeyeke bi bager/bahoz e, qe tu tiştek di qerara xwe da namîne. Yan mehiw dibe, yan jî tebeddul dike diçe. Padişah, ji wan herdu neferan ra ji kemalê rehmeta xwe yewerekî ekrem ê xwe şand. Bi fermaneke ẍayet merhemetkar ji wan ra digot:
Emaneta min a di destê we da bifiroşine min. Ta boyê we muhafeze bikim, bila bêhûde zayi' nebe. Hem piştî ku muharebe biqede, ezê bi sûreteke rindtir i'ade bikime we. Hem goya ew emanet malê we ye, fîateke gellek mezin ezê bidime we. Hem ew makîne û aletên di fabrîqeyê da wê bi navê min, di dezgeha min da werin bikaranîn. Hem fîat, hem ûcretên wan wê ji yekî rabin hezarî. Hemî wê karê, ezê bidime we. Hem jî hûn aciz û feqîrin. Hûn nikarin mesarifata wan karên terrikî/gir tedarik bikin. Hemî mesarifat û lewazimatê ezê der'uhde bikim. Hemî waridat û menfe'etê ezê bidime we. Hem jî heta zemanê terxîsatê ezê di destê we da bihêlim. Hawa pênc mertebe, kara di nav karê da...
Eger hûn nefiroşine min, - jixwe hûn dibînin ku, qe tu kes nikare herçî destê xwe da muhafeze bike – mîna herkesî wê ji destê we derkeve. Hem wê bêhûde herre, hem jî hûnê ji wê fîata bilind mehrûm bimînin. Hem ew aletan, mîzanan ên nazik, qîmetdar; ji ber ku me'den û karên şahane yên isti'mal kirinê nabînin, wê butûn butûn (serhev) ji qîmetê da bikevin. Hem zehmet û kulfeta idare û muhafezeyê wê di serê we da bimîne, hem hûnê cezayê xiyaneta emanetê da bibînin. Hawa pênc derece xesareta di nav xesaretê da...
Hem jî firotine min îja, tê gotinê ku (wateya wê ewe ku) ji min ra ësker bûn û bi navê min teserruf kirin e. Bi bedelê esîrekî ädî û tolazekî (bêserûber), hûnê bibine yawerekî eskerê xas û serbest ê padişahekî älî.
Piştî ku wan ev iltifat û fermana guhdarî kirin, ji wan herdu meruvan yê ku eqlê wî li serî bû got:
- "Serseran, ez me'el-iftixar difiroşim, hem hezar teşekkur dikim."
Yê din meẍrûr, nefsa wî bûye wek fir'ewn, xwebîn, ëyyaş, mîna ku goya wê ebedî di wê cotgehê da bimîne, ji zelezelyên, deẍdeẍeyên dunyayê xebera wî tune. Got:
- "Na! Padişah kiye? Ez mulkê xwe nafiroşim, kêfa xwe xirav nakim."
Hinek zeman şûnda, meruvê yekî derkete mertebeyeke wisa ku, herkesî bi halê wî ẍibte/qibte dikir. Mezher bûye lutfa padişah, di seraya/qesra wî ya xas da bi seadet dijî. Yê dîger bi halekî wisa giriftar bûye ku; hem herkes bi ber wî dikeve, hem jî dibêjin "musteheq e". Lewra wekî netîceya xetaya xwe, hem seadet û mulkê wî çûyê, hem ceza û ezab dikişîne.
Hawa hey nefsa purr‑hewes! Bi dûrbîna vê misalê li rûyê heqîqetê binihêrre. Emma ew padişah jî, Rebbê te, Xaliqê te yê Sultanê ezel-ebed e. Û ew cotgehan, makîneyan, aletan, mîzanan jî, mamelekê te yê di hundirê daireya heyata te û cism, rûh û qelbê te yên di hundirê ew mamelekê da û hasseyên te yên zahirî û batinî mîna çav û ziman, eql û xeyal ên di hundirê wan da ne. Û ew yawerê ekrem jî, Resûlê Kerîm e. Û ew fermana ehkem jî Qur'ana Hekîm e ku, ticareta ezîmeya ku em behsa wê dikin bi vê ayetê i'lan dike:
اِنَّ اللّهَ اشْتَرَى مِنَ الْمُؤْمِنِينَ اَنْفُسَهُمْ وَاَمْوَالَهُمْ بِاَنَّ لَهُمُ الْجَنَّةَ
Ew meydana muharebeyê yâ bi şepêl jî, ev rûyê bi bager ê dunyayê ye ku, ranaweste, dizivirre/difitile, xirav dibe û vê fikrê dide eqlê her insanî: "Madem her tiştê ji destê me derkeve, fanî bibe û ẍaib/winda bibe. Gello çareya tebdîlkirina baqiyê û ibqakirinê tune?" Ku wiha dibêjin û difikirin/diramînin, ji nişka va sedaya Qur'anê ya semawî tê bihîstin, dibêje: "Erê heye. Hem çareyeke wê ya rind û rahet, bi sûreteke pênc mertebe bikar heye."
Sual: Çiye?
Elcewab: Emanetê bifiroştine sahibê wê yê heqîqî. Hawa di wê firotanê da pênc derece kara di nav karê da heye.
Kara yekem: Malê fanî beqa dibîne. Lewra ev 'umrê zailê ku tê dayînê Zatê Zulcelalê ku Qeyyûmê Baqî ye û di rêya Wî da tê serf kirin, inqilabî baqiyê dike. Fêkîyên baqî dide. Ew weqt deqîqeyên 'umr, ëdeta di hukmê tovan, dendikan da zahiren fena dibînin, pûç dibin. Feqet li alema beqayê kulîlkên seadetê vedikin û bisimbil dibin û li alema berzexê dibin yek menzereyên ziyadar, mûnis.
Kara duwem: Fîateke mîna Cennetê tê dayîn.
Kara sêyem: Qîmeta her e'za û hasseyan ji yekî derdikeve hezarî. Mesela: eql aleteke. Eger tu nefiroşî Cenabê Heqq, belkî bi hesabê nefsê bixebitînî, dibe aleteke wisa meş'ûm û muz'ic û mu'ecciz ku, peyadibe/dikeve derekeya aleteke bêyumn û muzirr ku alamê hezînaneyê zemanê borî û ehwalê muxewwifaneyê zemanê were li vî serê te yê bêçare bide barkirin. Hawa lewma ku meruvê fasiq, boyê ku ji iz'ac û te'cîza eql bifilite, ẍaliben ya direve serxoştîyê yan jî bezmê/qeşmeriyê. Eger bifirotine Malikê Heqîqî yê wê û bi hesabê Wî bixebitînî, eql dibe miftaheke wisa bitilsim ku xezîneyên rehmetê û defîneyên hikmetê yên bênihayet vedike. Û bi vî, derdikeve dereceya murşidekî rebbanî yê ku sahibê xwe muheyyayê seadeta ebediye dike. Mesela: çav hasseyeke ku, rûh vê alemê bi wê pencereyê seyr/temaşa dike. Eger tu nefiroşî Cenabê Heqq, belkî bi hesabê nefsê bixebitînî, bi temaşaya hinek bedewtî û menzereyên borîner, bêdewam; dibe xizmetkarekî di derekeya qewwadekî bo şehwet û hewesa nefsaniye da. Eger tu çav bifiroşî Sani'ê Besîr ê çavî, û bi hesabê Wî û di daireya izna Wî da bixebitînî, ew zeman ev çav derdikeve dereceya mutaleëvanekî vê kitaba kebîra kainatê û temaşavanekî mu'cizatên sen'eta rebbaniye yên di vê alemê da û mozeke [hingiv a] kulîlkên rehmetê yên di vî baẍçeyê kureya erd da. Mesela: quwea zaiqe ya di ziman da, ku tu nefiroşî Fatirê Hekîm ê wê, belkî bi hesabê nefsê, bi navê mi'deyê bixebitînî, ew weqt suqût dike, peyadibe/dikeve derekeya dergevanekî tawla û fabrîqeya mi'de. Eger tu bifiroşî Rezzaqê Kerîm, ew zeman quwea zaiqe ya di ziman da derdikeve rutbeya nazirekî mahir ê xezîneyên rehmeta ilahiye û mufettişekî şakir ê metbexên qudreta semedaniye.
Hawa, hey eql diqqet bike! Aleteke meş'ûm li ku? Miftaha kainatê li ku? Hey çav, rind binihêrre! Qewwadekî adî li ku? Nazirekî muteffenin ê kutubxaneya ilahî li ku? Û hey ziman baş tehm bike! Dergevanekî tewleyê û qedexevanekî fabrîqeyê li ku? Nazirê xezîneya xasse ya rehmetê li ku?
Û ku tu hîn aletên din û e'zayên din mîna van qiyas bikî, tu ê bifehimî ku: Heqîqeten mu'min layiqê Cennetê û kafir muwafiqê Cehennemê mehiyetekê kesb dikin. Û sebebê ku her yek ji wan qîmeteke wisa hildidin: mu'min bi îmana xwe emaneta Xaliqê xwe bi navê Wî û di daireya izna Wî da isti'mal dike; û kafir xiyanet dike, bi hesabê nefsa emmare dixebitîne.
Kara çarem: İnsan zeîfe, belayên wî pirrin. Feqîre, ihtiyacê wî gellek zêde. Acize, barê wî yê heyatê gellek giran. Eger bi Qadirê Zulcelal pişta xwe nede û tewekkul neke û i'timad neke û teslîm nebe, wicdana wî daim di nav ezab da dimîne. Meşeqqetên, elemên, teessufên bêsemere wî difetisînin yan serxoş yan jî canawer dikin.
Kara pêncem: Ïbadet û tesbîhata hemî ew e'za û aletan û ew ucretên bilind ên wan, di zemanekî ku tu herî muhtacî da, di sûreta fêkîyên Cennetê da ku wê bidine te, ehlê zewq û keşf û ehlê ixtisas û muşahede pê ittifaq kirine.
Hawa ku tu vê ticareta pênc mertebe bikar nekî, ji xêncî mehrûmiyeta ji van karan, tu ê bikevî pênc derece xesareta di nav xesaretê da.
Xesareta yekem: Mal û ewladê ku tu ewqas jê hezdikî û nefs û hewaya ku tu perestiş dikî û ciwantî û heyata ku tu jê ra meftûnî dê zayi' bibin, winda bibin, ji destê te derkevin. Feqet, wê gunehên xwe, elemên xwe ji te ra bihêlin, li histûyê te bar bikin.
Xesareta duwem: Tu ê cezayê xiyaneta emanetê da bikişînî. Lewra te aletên herî qîmetdar di tiştên herî bêqîmet da serf kir, te li nefsa xwe zulm kir.
Xesareta sêyem: Te hemî ew cihazatê insaniye yê qîmetdar peyakir/xist derekeyeke ji heywantîyê pirr berjêr[tir], te li hikmeta ilahiye iftira û zulm kir.
Xesareta çarem: Beranberê ëcz û feqra te va, ew barê heyatê yê gellek giran te li pişta xwe ya zeîf barkir û tu ê di bin silleya zewal û firaqê da daim waweyla bikî.
Xesareta pêncem: Hediyeyên rehmaniye yên mîna qelb, eql, çav û ziman ku boyê tedarikkirina esasatê heyata ebediye û lewazimatê seadeta uxrewiye hatine dayinê, zivirandina wan a sûreteke çirkîn e ku deriyên Cehennemê ji te ra vekin.
Niha emê li firotinê binihêrrin. Gello na tiştekî ewqas girane ku, pirr kes ji firotinê direvin? Na.. qet'a û esla! Qet wisa giraniya wê tune. Zîra daireya helalê firehe, kêfê ra kafî tê. Ketina heramê ra qet luzûm tune. Feraizê ilahiye jî sivike, hindike. Ji Ellah ra ëbd û ësker bûn, şerefeke wisa bilezzete ku nahê te'rîf kirin. Wezîfe jî, tenê mîna ëskerekî, divê bi navê Ellah karbike, destpê bike. Û divê bi hesabê Ellah bide û bistîne. Û divê di daireya izn û qanûna Wî da hereket bike, sukûnet bibîne. Ku qusûr bike divê istiẍfar bike. Divê "Ya Rebb! Qusûra me ëfiw bike. Me ji Xwe ra evd qebûl bike. Heta zemanê ku Tu emaneta Xwe qebz bikî, me di emanetê da emîn bike. Amîn." bibêjin û lavayê Wî bikin.

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire

Li vê derê hûn dikarin şîroveyên xwe binivîsin. Vê gavê tenê kesên ku endamê Gmail'in dikarin şîrove bikin. Bo hemî fikr û ramanên xwe, hûn dikarin bi kurdinur@hotmail.com ra bikevin têkiliyê.