03/01/2011

Goteya Heştem

Goteya Heştem
بِسْمِ اللّهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِ
اَللّهُ لاَ اِلهَ اِلاَّ هُوَ الْحَىُّ الْقَيُّومُ ٭ اِنَّ الدِّينَ عِنْدَ اللّهِ اْلاِسْلاَمُ
Ku tu dixwazî bifehimî ku mahiyet û qîmetên evê dunyayê û di nav dunyayê da rûhê insanî û di insan da dîn çine; û eger ku dînê heqq nebe dunya dibe zindanekî; û ku insanê bêdîn mexlûqê herî bedbexte; û ya ku tilsimê vê älemê vedike, rûhê beşerî ji zulumatê difilitîne يَا اَللّهُ û لاَ اِلهَ اِلاَّ اللّهُ e; vê hikayetoka temsîlî binihêrre, guhdarî bike:
Di zemanê berê da, du bira beranber diçine seyaheteke dirêj. Herçûn ta rê bû du. Li serê wan herdu rêyan meruvekî ciddî dîtin. Ji wî pirsîn: "Kîjan rê başe?" Wî jî ji wan ra got ku: "Di rêya rastê da ji qanûn û nizamê ra mecbûriyeta tebe'iyetê heye. Feqet di nav wê kulfetê da emniyet û seadetek heye. Di rêya çepê da jî serbestiyet û hurriyet heye. Feqet di nav wê serbestiyetê da tehlike û şeqawetek heye. Niha di intixab[kirin]ê da ixtiyar ya we ye." Piştî ku eva guhdarî kirin, birayê xûy‑rind (xûy‑xweş) li rêya rastê ‌تَوَكَّلْتُ عَلَى اللّٰهِ‌ got û çû, û tebe'iyeta nizam û intizamê qebûl kir. Birayê din ê bêexlaq û serserî, sirf boyê serbesttîyê rêya çepê tercîh kir. Em vî meruvê ku di wez'iyeteke zahiren sivik, me'nen giran da diçe, xeyalen te'qîb dikin:
Hawa ev meruv ji newal û kendalan derbasbû, herçû ta kete sehrayeke xalî. Ji nişka va sedayeke mudhiş bihîst. Nihêrrî ku, şêrekî bidehşet ji mêşegeh derket, hucûmê wî dike. Ew jî reviya. Ta rast hate bîreke bê av di kûrahiya şêst arşîn/herin da. Ji tirsa, xwe avête hunder. Heta nivî ket, destên wî rast hatine darekî, pê zeliqî. Du rehên wê dara ku di dîwarê bîrê da bilindbûye hene. Du mişk, yek reş yek sipî, bi wan herdu rehan musellet bûne dibirrin. Li jorê nihêrrî dît ku, şêr mîna nobetdara li serê bîrê rawestiye. Li jêrê nihêrrî dît ku, ejderhayekî bidehşet di hunder da ye. Serê xwe rakiriye, li /lingê wî yê sîh arşîn/herin jorê teqerrub kiriyê. Devê wî mîna devê bîrê firehe. Li dîwarê bîrê nihêrrî dît ku, heşeratên muzirr ên gezkir etrafê wî pêçane. Li serê darê nihêrrî dît ku, dareke hêjîrê ye. Feqet wek xariqe mêweyên pirr darên muxtelif, ji gewzê heta hinarê, li serî fêkiyên wê hene.
Hawa ev meruv, ji sû'ê fehm a xwe, ji bêëqltîya xwe nafehime ku, ev karekî ädî nine. Ev karan nikarin tesadufî bin. Di van karên ëcîb da esrarê ẍerîb hene. Û ku bikarhênerekî gellek mezin heye, intiqal nekir. Niha qelbê vî û rûh û ëqlê vî, ji vê wez'iyeta elîm, bi veşarî feryad û fiẍan dikin; lê nefsa wî ya emmare goya mîna ku tiştek tune tecahul dike, ji girîyê rûh û qelb guhê xwe digrê, bixwe xwe dixapîne, mîna ku di baẍçeyekî da ye destpê kir ji mêweyên wê darê xwar. Halbûku qismekî wan mêweyan bijehr û muzirr bûn. Di hedîseke qudsî da Cenabê Heqq fermiye: اَنَا عِنْدَ ظَنِّ عَبْدِى بِى Yanê "Ku bendiyê Min, çawan Min binase, Ez ê bi wî ra wisa muämele bikim."
Hawa ev meruvê bedbext, bi sû'ê zennê va û bi bê'eqltîya xwe va, dîtina xwe ädî û ëynê heqîqet teleqqî kir û wisa jî muämele dît û dibîne û wê bibîne! Ne dimire ku bifilite, ne jî dijî, wihane/wihaka ëzab dikişîne. Em ê jî, vî meş'ûmî di vî ëzabî da bihêlin, vegerrin. Ta em ê halê birayê din bifehimin.
Hawa ev zatê mubarek ê bi'eql diçe. Feqet mîna biraderê xwe tengasiyê nakişîne. Lewra ji ber ku xweş-exlaqe, tiştên xweş difikire xûlyayên xweş dike. Xwe bixwe unsiyet dike. Hem mîna biraderê xwe zehmet û meşeqqetê nakişîne. Lewra nizamê dizane, tebe'iyet dike, teshilatê dibîne. Di nav asayiş û emniyetê da serbest diçe. Hawa rast hate baẍçeyekî. Di hunder da hem kulîlk û mêweyên bedew/xweş hene;, hem jiber ku lê nehatiye mêzekirin tiştên mirdar jî hene. Birayê wî jî ketibû yeke wisa. Feqet li tiştên mirar diqqet kiribû û pê ra meşẍûl bibû, me'deyê xwe lihevxistibû, qet bêyî istirahet kirin(vêsîn) derketibû çûbû. Ev zat jî bi qa'ideyê "Li qencê her tiştî binihêrre" ëmel kir û qet li tiştên mirar nenihêrrî. Ji tiştên baş, baş istifade kir. Qencane istirahet dike, derdikeve diçe.
Paşê herçû ev jî mîna biraderê xwe yê ewelî, kete sehrayeke ëzîme. Ji nişka va dengê şêrekî ku hucûm dike bihîst, tirsiya. Feqet qasê biraderê xwe netirsiya. Lewra bi husnê zenna xwe û fikra xwe ya rind, "Hakimekî vê sehrayê heye. Û ihtimal heye ku ev şêr, xizmetkarekî di tehtê emrê wî hakimî da ye." gotî fikirî/ramand, tesellî dît. Feqet dîsa reviya. Ta rast hate bîreke bê av di kûrahiya şêst arşîn/herin da, xwe avête hunder. Mîna biraderê wî bi dareke di navîn da destê wî zeliqî. Li hewa muëlleq ma. Nihêrrî, du heywan, herdu rehên wê darê dibirrin. Li jorê nihêrrî şêr, li jêrê nihêrrî ejderhayek dît. Mîna ëynê birayê xwe wez'iyeteke ëcîb dît. Evî jî tedehhuş kir. Feqet ji dehşeta birayê xwe hezar derece siviktir. Çunkî exlaqê wî yê rind, fikra rind daye wî; û fikra rind jî ciheta rind a her tiştî nişanî wî dide. Hawa ji vî sebebî wiha ramand ku:
"Ev karên ëcîb, pev ra elaqedarin. Hem mîna ku bi emrekî hereket dikin tê xuyanê. Nexû di van karan da tilsimek heye. Erê, evan bi emrê hakimekî veşarî va dizivirrin. Nexû ez tenê ninim. Ew hakimê veşarî li min dinihêrre, min dicerribîne, boyê meqsedekî min sewq dike cêyekî, de'wet dike." Ji vê tirsa şirîn û fikra xweşik meraqek neş'et dike ku: "Gello yê ku min tecrube dike, dixwaze xwe bi min bide naskirin û bi vê rêya ëcêb sewq dike meqsedekî kî ye?" Paşê ji meraqa naskirinê, muhebbeta sahibê tilsimê neş'et kir. Û ji vê muhebbetê, arzûya vekirina tilsimê neş'et kir. Û ji wê arzûyê, iradeya wez'iyet hildaneke ku sahibê tilsimê razî bike û xweşa wî herre neş'et kir. Paşê li serê darê nihêrrî, dît ku dara hêjîrê ye. Feqet, li serî mêweyên bi hezaran daran hene. Ew weqt tirsa wî butûn butûn (serhev) çû. Lewra qet'î fehm kir ku ev dara hêjîrê, listeyeke, pêristeke, rabergeheke. Ew hakimê mexfî, numûneyên mêweyên di baẍ û bostanên xwe da bi tilsimek û bi mu'cizeyekî va bi wê darê va kiriye û dibe ku di sûreta yek işraretên et'imeyê ku ji mêvanên xwe ra ihzar kiriye ew dar tezyîn kiribe. Gerna, darek tenê mêweyên hezaran daran nade. Paşê dest bi niyazê kir. Ta miftaha tilsimê bi wî ilham bû. Qîrya/bangkir: "Hey hakimê van deran! Ez ketime bextê te. Ez dexaletî te dikim û ji te ra xizmetkarim û rizaya te dixwazim û li te digerrim." Û piştî vê niyazê ji nişka va dîwarê bîrê qelişî, ji baẍçeyekî şahane, nezîh û bedew ra deriyek vebû. Belku devê ejderha inqilab kire wî derîyî û şêr û ejderha sûretê du xizmetkaran lixwe kirin û wî de'wet dikine hunder. Hetta ew şêr, kete şeklê hesbekî jê ra musexxer.
Hawa hey nefsa min a tiral! Û hey hevalê min ê xeyalî! Werin em wez'iyetên van herdu birayan muwazene bikin. Ta, qenctî çawan qenctîyê tîne û fenatî çawan fenatîyê tîne; em bibînin, em bizanin.
Binihêrrin, rêwîyê rêya çepê yê bedbext, her weqt muntezire bikeve devê ejderha, diheje/dilerize. Û ev bextyar jî, baẍçeyekî mêwedar û rewneqdar ra tê de'wetkirin. Hem ew bedbext, di dehşeteke elîm da û di nav tirseke ëzîm da qelbê wî parçedibe. Û ev bextyar jî, di nav ïbreteke lezîz, xewfeke şirîn, me'rifeteke mehbûb da tiştên ẍerîb seyr û temaşa dike. Hem ew bedbext, di nav wehşet û me'yûsiyet û bêkesîyê da ëzab dikişîne. Û ev bextyar jî, di nav unsiyet û umîd û iştiyaqê da telezzuz dike. Hem ew bedbext, xwe di hukmê mehbûsekî me'rûzê hucûma canawerên wehşî da dibîne. Û ev bextyar jî mêvanekî ëzîze ku, xizmetkarên ëcêb ên mêvandarê kerîmê ku ew jê ra mêvane, bi wan ra unsiyet dike, bezm/kêf dike. Hem ew bedbext, bi xwarina fêkiyên zahiren lezîz, me'nen bijehr va ëzabê xwe te'cîl dike. Zîra ew mêweyan numûne ne. Tehmkirinê ra izin heye, ta ji eslên wan ra talib bibe, bibe muşterî. Gerna ji daqultandina mîna heywanan ra izin tune. Û ev bextyar jî tehmdike, karî fehm dike. Xwarina xwe te'xîr dike û bi intizarê va telezzuz dike. Hem ew bedbext, xwe bixwe zulm kiriye. Heqîqeteke rind û wez'iyeteke birqok mîna birojê, bi bêbesîretîya xwe va, ji xwe ra haniye şeklê ewhamek, Cehennemeke muzlim û bizulumat. Ne musteheqê şefqetê ye û ne jî heqqê wî ji kesî şekwayê heye.
Mesela: meruvek, bi kêfa di baẍçeyekî bedew da, di nêv ehbabê xwe da, mewsima havîne da, ziyafeteke xweş da qena'et neke; xwe bi muskirên pîs serxweş bike, di nêv zivistanê da, di nav canaweran da birçî, tazî texeyyul bike, dest bi girîn û qîrrînê bike, çawan layiqê şefqetê nine, xwe bixwe zulm dike, dostên xwe canawer dibîne, tehqîr dike. Hawa ev bedbext jî wisane. Û ev bextyar jî, heqîqetê dibîne. Heqîqet jî bedewe. Bi derk kirina husna heqîqetê va, ji kemala sahibê heqîqetê ra hurmet dike, musteheqê rehmeta wî dibe. Hawa, sirra hukmê Qur'anî yê "Fenatiyê ji xwe, qencîyê ji Xudê bizane" zahir dibe. Ku tu hên mîna van ferqên sair muwazene bikî, tu ê bifehimî ku, nefsa emmareya yê ewelî jê ra Cehennemeke me'newî ihzar kiriye. Û husnê niyet, husnê zenn û husnê xeslet û husnê fikra yê din, ew ji ihsan û seadeteke mezin ra û fezîlet û feyzeke birqok ra mezher kiriye.
Hey nefsa min! Û hey meruvê ku vê hikayeyê bi nefsa min ra guhdarî dike! Eger tu naxwazî bibî birayê bedbext û dixwazî bibî birayê bextyar, Qur'anê guhdarî bike û ji hukmê wê ra mutî' be û bi wê bizeliqe û bi ehkamê wê va ëmel bike.
Heqîqetên ku di vê hikayeya temsîliye da ne, eger te fehm kir, heqîqeta dînê û dunyayê û insanê û îmanê tu dikarî pê tetbîq bikî. Yên muhim ez ê bibêjim, yên tenik tu bixwe istixrac bike.
Hawa, binihêrre! Îja ew herdu birayan, yek rûhê mu'mîn û qelbê salihe, yê din rûhê kafir û qelbê fasiqe. Û ji wan herdu terîqan, îja ya rast terîqa Qur'an û îmanê ye; ya çep jî terîqa ïsyan û kufranê ye. Û ew baẍçeyê di rê da jî, di nav cem'iyeta beşeriye û medeniyeta insaniye da heyata ictima'iye ya muweqqete ku; tiştên xêr û şerr, qenc û fena, pak û gemarî tev peyda dibin. Äqil ewe ku bi qaïdeyê خُذْ مَا صَفَا دَعْ مَا كَدَرْ ëmel dike, bi selameta qelb diçe. Û ew sehra jî, ev erd û dunya ye. Û ew şêr jî, mirin û ecel e. Û ew bîr jî, bedena insan û zemanê heyatê ye. Û ew kûrahiya şêst arşîn/herin jî, ji 'umrê wesetî û 'umrê ẍalibî ku şêst sale ra işarete. Û ew dar jî, muddeta 'umr û maddeya heyat e. Û ew herdu heywanên reş û sipî jî, şev û roj in. Û ew ejderha jî, terîqa berzexiye ku devê wê qebre û rewaqa uxrewî ye. Feqet ew dev, boyê mu'min deriyekî ku ji zindanê vedibe baẍçeyekî ye. Û ew heşeratê muzirre jî, musîbatê dunyewiye ne. Feqet boyê mu'min, boyê ku noqnebe xewa ẍefletê di hukmê îqazatê ilahiye û iltifatatê rehmaniye da ne. Û ew fêkiyên di wê darê da jî, ni'metên dunyewî ne ku; Cenabê Kerîmê Mutleq, ewan di sûreta listeyek ji ni'metên axiretê ra, hem ixtarker, hem muşabihên wan, hem numûneyên ku muşteriyan de'wet dikine mêweyên Cennetê da çêkiriye. Û ew dar ku beranberî yektiya xwe mêweyên muxtelif cuda cuda dayina wê jî, ji sikkeya qudreta semedaniye û xatema rubûbiyeta ilahiye û turreya selteneta ulûhiyetê ra işaret e. Lewra "Ji tiştekî tenê her tişt çêkirin" yanê, ji axekî/xweliyekî hemî nebatat û mêweyan çêkirin, hem ji avekî hemî heywanat xelq kirin, hem ji xwarineke besît hemî cihazatê heywaniye îcad kirin, beranberê vî "her tiştî kirin tiştek tenê" yanê, sen'etên mîna ku ji te'amên ẍayet muxtelifu'l‑cins ku zîheyat dixwin ji wî zîheyatî ra lehmekî mexsûs çêkirin, cildekî besît ristin; sikkeya xasse, xatema mexsûs, turreyeke ku nahê teqlîd kirin a Sultanê Ezel û Ebed ê ku Zatê Ehedê Semed e. Erê tiştekî her tişt, û her tiştî tiştek kirin; nişanek, ayeteke Xaliqê her tiştî ra xas û Qadirê kulli şey' ra mexsûs e. Û ew tilsim jî, sirra hikmeta xilqetê ye ku bi sirra îmanê va vedibe. Û ew miftah jî, يَا اَللّهُ لاَ اِلهَ اِلاَّ اللّهُ اَللّهُ لاَ اِلهَ اِلاَّ هُوَ الْحَىُّ الْقَيُّومُ e. Û ew devê ejderha inqilab kirina derê baẍçe jî işarete ku, qebr boyê ehlê z̈elalet û tuẍyan di nav wehşet û nisyanê da mîna zindanê bitengasî û deriyekî ku vedibe mezelekî teng mîna betnê ejderhayekî ye, lê boyê ehlê Qur'an û îman deriyeke ku ji zindana dunyayê, bostanê beqayê ra û ji meydana imtihanê, rewzeya cinanê ra û ji zehmeta heyatê, rehmeta Rehman ra vedibe. Û ew şêrê wehşî ku fitilîna wî xizmetkarekî mûnis û bûna wî hesbekî musexxer jî, işarete ku mewt; boyê ehlê z̈elalet ji hemî mehbûbatê wî firaqeke elîm a ebedî ye, hem ji Cenneta xwe ya kazibe ya dunyewiye ixrac û di nav wehşet û tenêbûnê da zindana mezel ra idxal û hebs e; lê boyê ehlê hidayet û ehlê Qur'an gihiştina dost û ehbabên berê ku çûne älema din ra wesîle ye, hem ketina wetenê heqîqî û meqamê ebedî yê seadetê ra wasite ye, hem ji zindana dunyayê bostanê cinan ra de'wetek e, hem ji fezla Rehmanê Rehîm muqabilê xizmetê xwe exzê ucret kirinê ra nobetek e, hem ji kulfeta wezîfeya heyatê terxîsek e, hem ji te'lîm û te'lîmata 'ubûdiyet û imtihanê paydosek e.
Elhasil: Her kî heyata faniye bike meqseda esas, zahiren di nav Cennetekî da be jî, me'nen di Cehennemê da ye. Û her kî bi heyata baqiye ciddî muteweccih be, seadeta dareyn ra mezher e. Dunyaya wî çiqas fena û bitengasî be jî, ji boyê ku dunyaya xwe di hukmê salona intizarê ya Cennetê da dibîne xweş dibîne, tehemmul dike, di nav sebrê da şukr dike...
اَللّهُمَّ اجْعَلْنَا مِنْ اَهْلِ السَّعَادَةِ وَ السَّلاَمَةِ وَ الْقُرْآنِ وَ اْلاِيمَانِ آمِينْ
اَللّهُمَّ صَلِّ وَ سَلِّمْ عَلَى سَيِّدِنَا مُحَمَّدٍ وَ عَلَى آلِهِ وَ صَحْبِهِ بِعَدَدِ جَمِيعِ الْحُرُوفَاتِ الْمُتَشَكِّلَةِ فِى جَمِيعِ الْكَلِمَاتِ الْمُتَمَثِّلَةِ بِاِذْنِ الرَّحْمنِ فِى مَرَايَا تَمَوُّجَاتِ الْهَوَاءِ عِنْدَ قِرَائَةِ كُلِّ كَلِمَةٍ مِنَ الْقُرْآنِ مِنْ كُلِّ قَارِءٍ مِنْ اَوَّلِ النُّزُولِ اِلَى آخِرِ الزَّمَانِ وَ ارْحَمْنَا وَ وَالِدَيْنَا وَارْحَمِ الْمُؤْمِنِينَ وَالْمُؤْمِنَاتِ بِعَدَدِهَا بِرَحْمَتِكَ يَا اَرْحَمَ الرَّاحِمِينَ آمِينَ وَالْحَمْدُ لِلّهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire

Li vê derê hûn dikarin şîroveyên xwe binivîsin. Vê gavê tenê kesên ku endamê Gmail'in dikarin şîrove bikin. Bo hemî fikr û ramanên xwe, hûn dikarin bi kurdinur@hotmail.com ra bikevin têkiliyê.