02/01/2011

Goteya Duwem

Goteya Duwem
بِسْمِ اللّهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِ
اَلَّذِينَ يُؤْمِنُونَ بِالْغَيْبِ
Ku tu dixwazî bifehimî ku di îmanê da seadet û ni'meteke çiqas mezin û lezzet û raheteke çiqas mezin/gir heye, vê hikayetoka temsîlî binihêrre, guhdarî bike:
Weqtekî du meriv, hem boyê kêfê, hem boyê ticaretê diçin seyahetê. Yek xwebîn, bêtali" li aliyekî, yê din Xudabîn, bextyar li aliyê din sulûk dikin, diçin.
Merivê xwebîn, jiber ku hem xwegam, hem xwe‑endîş, hem bedbîn bû, wek cezayê bedbîntiyê di nezera wî da dikeve memleketekî gellek fena. Dinihêrre ku li her derê bêçareyên aciz, ji destên merivên zorbe, mudhiş û ji texribatên wan waweyla dikin. Li hemî cêyên ku digerre halekî wiha hezîn, elîm dibîne. Hemî memleket şeklê matemxaneyeke umûmî girtiye/hildaye. Bixwe, boyê ku vî haletî elîm û muzlîm hissneke xêncî serxoşiyê çare nabîne. Lewra herkes bi wî dujmin û ecnebî tê xuyanê. Û li navrastê jî, cenazeyên mudhiş û yetîmên ku meyûsane digirîn dibîne. Wicdana wî di nav ezab da dimîne.
Yê din Xudabîn, Xudaperest û heq‑endiş, exlaqxrind bû ku, di nezera wî da kete memleketekî gellek xweş. Hawa ev merivê baş, li memleketê ku dikevê şênî/şadîyeke umûmî dibîne. Li her terefî surûrek, şehr-ayînek, di cezbeyek û neş'eyekî da zikirxaneyan; herkes bi wî dost û eqreba tê xuyanê. Li hemî memleket, bi "bijîyan" û "sipasîyan/teşekkuran" şênîyeke terhisata umûmiye dibîne. Hem bi tekbîr û tehlîl mesrûrane boyê exzê esker dengê daholekî û musikîyekî dibihîze.  Bi bedelê bedbextê ewelî ku hem bi elema xwe, hem bi elema umûmê xelqê muteellim bû; ev bextyar hem bi surûra xwe û ya umûmê xelqê ra mesrûr û muferreh dibe. Hem ticareteke bedewane dikeve destê wî. Şukrê Ellah dike.
Paşê vedigerre, rastî merivê din tê. Halê wî difehime. Jê ra dibêje: "Yahû tu bûyî dîn/dêwane. Divê kirêtîyên batinê te eks kiribe zahirê te ku; te ken weke girî û terhisat weke şêlandin û talankirin tewehhum kiriye. Eqlê xwe hilde serê xwe. Qelbê xwe pak bike. Ta ev perdeya bi musîbet ji nezera te rabe, tu bikaribî heqîqetê bibînî. Zîra memleketê melikekî di dereceya nihayet adil, merhemetkar, raiyetperwer, muqtedir, intizamperwer, muşfiq; hem memleketekî ku ev derece li ber çavan asarê tereqqiyet û kemalat nîşan dide; di vê sûretê da ku wehma te nîşan dide nabe." Paşê eqlê wî bedbextî tê serê wî, nedamet dike. "Belê ez ji işretê dîn/dêwane bibûm. Ellah ji te razî be ku, te ez ji haletekî cehennemî filitandim." dibêje.
Hey nefsa min! Bizane ku: merivê ewelî kafire yan jî fasiqê ẍafile. Ev dunya di nezera wî da matemxaneyeke umûmiye ye. Hemî zîheyat, yetîmên ku bi silleya firaq û zewalê digirîn in. Heywan û insan jî, bêserûber ên bêkêsin ku bi pençeya ecel parçedibin. Mewcûdatê mezin ên mîna çiyayan û deryayan, di hukmê cenazeyên bêrûh ên mudhiş da ne. Hê mîna vî, ewhamên pirr elîm, pankir, bidehşet, ji kufra wî û zelaleta wî neş'et dike, wî me'nen te'zîb dike.
Merivê dîger jî mu'mine, Cenabê Xaliq nas dike, tesdîq dike. Di nezera wî da ev dunya, zikirxaneyeke Rehman, te'lîmgeheke beşer û heywan û meydaneke imtihan a ins û can e. Hemî wefiyatê heywaniye û insaniye jî; terxisat e. Yên ku wezifeya heyat a xwe qedandine, ji vî darê fanî, diçine alemeke me'nen mesrûrane, bê deẍdeẍe/bê xirecir. Ta ku ji wezîfedarên nû ra şûn vebe, werin bixebitin. Hemî tewelludatê heywaniye û insaniye jî; hatina exzê esker, bin silehê, serê wezîfeyê ye. Hemî zîheyat yek eskerên muwezzef ên mesrûr, yek memûrên musteqîm ên memnûn in. Hemî sedayan jî; yan zikr û tesbîha di destpêkirina wezîfeyê da û şukr û tefrîha ku ji paydosê tê weya neẍamatê ku ji neş'eya xebatkirinê neş'et dikin in. Hemî mewcûdat di nezera wî mu'minî da, yek xizmetkarê mûnis, yek memûrê dost, yek kitabên şirîn ên Seyyidê wî yê Kerîm û Malikê wî yê Rehîm in. Hê mîna vî, gellek pir heqîqetên letîf, 'ulwî û lezîz, bitehm/şirîn, ji îmana wî tecellî dikin, tezahur dikin.
Nexû îman, dendikeke me'newî ya Tûbaya Cennetê lixwebardike/dikêşîne, kufr jî tovekî me'newî yê Zeqqûma Cehennemê vedişêre. Nexû selamet û emniyet, tenê di Îslamiyet û îmanê da ye. Nexû, em daima divên bibêjin:
اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ عَلَى دِينِ الْأِسْلَامِ وَ كَمَالِ الْأِيمَانِ ...

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire

Li vê derê hûn dikarin şîroveyên xwe binivîsin. Vê gavê tenê kesên ku endamê Gmail'in dikarin şîrove bikin. Bo hemî fikr û ramanên xwe, hûn dikarin bi kurdinur@hotmail.com ra bikevin têkiliyê.